Zekî Bedran
Li Bakur û Rojhilatê Suryeyê gelek hêz dixebitin ku Rêveberiya Xweser bi ser nekeve û tasfiye bibe. Qismekî ku bi rêxistin nabin û perwerde nabin jî, ji van faliyetên dijber bandor dibin. Her wiha êrişên domdar yên tunekirina îstîkrarê, şikenandina hêviya gel û terikandina axê, dike hedef. Di serî de xebatên dewleta Tirk ên îstîxbaratî û falîyetên çeteyên girêdayî wê, her wiha heman faliyetên hêzên hikûmeta Şamê jî bi daxwaziya ku li herêmê jiyan neyê jiyankirin, tên kirin. Li hemberî hemû rêbazên şerê taybet yên faliyetên dijber, avakirina civakek bi hişmendî wek pirsgirêkek jiyanî li pêşberî Rêveberiya Xweser disekine.
Zêdebûna domdar a dolar û daketina nirxê Lîreyên Sûryeyê xizaniya xelkê kûrtir dike. Her wiha welat di bin ambargoyê de ye. Ji ber ku hilberîna ku pêdiviya welêt pê heye nayê hilberandin, gelek tişt ji derve tên îthalkirin. Li hemû sînoran qaçaxçîtiya berfireh heye, dewlet û îstîxbarata wan tê de ne. Sazkirina sîstemeke gumrikê ya birêkûpêk û bikêrhatîkirina wê ne hêsan e. Piraniya kel û pelên ku ji derve tên bi dolar tên kirîn. Ev dibe sedem ku bihabûn mayînde bibe. Dema ku sîstema bacê neyê birêxistinkirin, çavkaniyên dahata herêmê her ku diçe teng dibe. Qanûn bi rengekî têne derxistin, her çendî ji bo pratîkkirina wan hewldan hebe jî, ne hêsan e ku vê yekê bike sîstemek û saz bike.
Rêveberiya Xweser alîgirê wê ye ku karên bazirganî bi giranî bide nava Sûryeyê. Naxwaze bazar bi kel û pelên Tirkan tije bibe. Li Başûrê Kurdistanê herî zêde kel û pelên Tirkiyeyê ne. Lê rêveberiya Şamê ji aliyekî ve bac ji kel û pelên ku dikevin herêmên xweser de digre û dibe sedema bilindbûna bihayan û ji aliyê din ve jî ambargoyê ferz dike. Armanca wan ew e ku herêmê bikşînin nava krîz û kaosê. Naxwazin Rêveberiya Xweser bijî û modêlek demokratîk derkeve holê. Ew vebijêrka demokratîk, ji bo bekaya xwe xeter dibînin.ç
Tevî gelek kêmasî, şert û mercên dijwar jî, Rêveberiya Xweser nêzî milyonek xwendekar perwerde dike. Perwerde bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî û hwd. tên dayîn. Ji bo ku her pêkhateyek zimanê xwe bi kar bîne û bi pêş bixe, bi taybet nêz dibe. Zarok bi salan e dixebitin û dixwînin, lê hikûmeta Şamê bawernameyên wan ne derbasdar dihesibîne. Armanca wan ji vê yekê ew e ku zîhniyeta yekpartîbûnê serdest bikin û desthilatdariya xwe dirêj bikin. Nexasim cihê ku dibistanên hikûmeta Şamê lê hene, hijmareke ne kêm a zarokên ku ji aliyê malbata xwe ve tên şandin hene. Hikûmeta Şamê bi ceribandina hemû rê û rêbazan û bikaranîna amûrên jiyanê weke çekekê dijber, dixwaze herêmên xweser têk bibe û di encamê de ji holê rabike
Dewleta Tirk mîna Efrînê herêmên ku di qirkirina etnîkî re derbaskiriye, bi qedexekirina ziman, nahêle ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Her çiqas gelek caran dibêjin em li dijî “terorê” ne jî, diyar e ku armanca wan tunekirina gelê Kurd e. Li Efrînê PKK û PYD nîne. Her çiqasî hejmareke biçûk be jî hin Kurd mane. Ger hedef ne Kurd bin, qedexekirina perwerdeya bi zimanê zikmakî çawa dikare were ravekirin?
Rêveberiya Xweser li herêmên ku ji çeteyên DAIS’ê hatibûn paqijkirin hat înşakirin. Yên ku xweserî ava kirin, berê ne xwediyê ezmûn û zanîna xurt bûn. Parastina nirxên ku hatibûn bi dest qezenckirin xistina bin xizmeta gel de esas bû. Çavkaniya girîng a dahata herêmê, petrol bû. Di şer de piraniya bîrên petrolê hatin texrîbkirin. Bi qasî ku em dizanin, tenê ji sedî bîst ji wan bîran hatine sererastkirin û xebitandin. Parzûnkirina petrola ku hatiye bidestxistin û pêşkêşkirina wê ji gel re jî rêxistinbûneke berfireh dixwaze. Nefta ku tê derxistin bi bihayên fermî ji bazaran re nayê pêşkêşkirin. Di vî warî de pirsgirêkên cidî yên aborî û hevsengiya butçeyê yên Rêveberiya Xweser hene.
Pirsgirêkeke din a girîng jî polîtîkaya hilberîn û genim e ku ji pergala Baasê hatiye dewrgirtin e. Nîvê budçeya wan diçe kirîna genim. Li şûna ku hin destek ji hilberîneran re were dayîn an jî beşek diyarkirî ya kel û pelên çandiniyê bigire dest, polîtîkayek bêveger tê meşandin. Genim bi bihayekî hema ji bihayên cîhanê bilindtir tê kirîn. Ji firinan re hema hema ard belaş tê dayîn. Bihayên tov, genim û ceh jî di heman rewşê de ne. Nan hema hema bi tevahî di firneyên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve têne çêkirin de tê çêkirin. Biha ewqas erzan in ku hin kes nan hişk dikin û wek xwarina heywanan bi buhayekî zêde difiroşin. Ev nahêle ku çerxa aborî bizivirîne û budçeyê bi hevseng bike. Rast e hêza kirîna gel ne zêde ye. Lê bi qasî ku em dizanin, di cîhanê de cihên ku herî zêde petrol û nan lê erzan in, herêmên Xweser in.
Kesên ku van tişta baş dizanin hene ku divê ji gel re vebêjin. Lê me xwest gel jî û kesên ji derve temaşe dikin jî bizanibin ku li herêmên xweser, bi dagirkerî û êrîşan re paralel pirsgirêkên perwerde, tenduristî, aborî û rêveberiyê hene. Eşkere ye ku lazime Rêveberiyên Xweser wextê xwe hîn baştir bikar bînin û bi awayekî hîn bi bandortir û bileztir bikevin tevgerê.






