Reşo Mihemed/ Qamişlo
Welatparêzê ku insiyatîfê serdana wî kiribû, Şêro Şero da zanîn ku xebata Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan xebateke pîroz e. Herwiha Şero diyar kir ku bi saya insiyatîfê û gelên azadîxwaz îro mijara azadiya Rêber Apo li ser asta cîhanê tê nîqaşkirin.
Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di pilangeriya xwe ya serdanên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam e. Girêdayî heman mijarê Yek ji pêkhateyên Qamişlo Şêro Şero yê ku Insiyatîfa Sûrî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan serdana mala wî kiribû, bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû: 
Hûn projeya serdanan a Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocelan, di nav pêngava azadiya Rêber Apo ya cîhanî de çawa dinerxînin?
Dema ku mirov mijara tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin, bîne ziman divê mijara nirxandin di çarçoveya Rojhilata Navîn û cîhanê tevî de bin. Sedem ew e ku bêhtirî ku Rêber Apo rêberekî kurd be, ew rêberekî navnetewî ye û rêberê hemû gelên azadîxwaz e. Lê ev zêdeyî sê salan ku tecrîd li ser tecrîdê di derheqê Rêber Apo de tê meşandin. Herwiha ew ji hemû mafê zagonî, exlaqî û civakî bêpar maye. Ji ber vê yekê jî gelên herêmê, Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Apo dest bi pêngava cîhanî ya azadiya fîzîkiya Rêber Apo kirin. Di serî de insiyatîf li tevahiya Sûriyê hat avakirin û xebat di warê lidarxistina çalakiyan de dest pê bû. Yekem pilan ku hat destpêkirin; komkirina îmzeyên pêkhateyên Sûriyê ji bo azadiya Rêber Apo bû, ji xwe bi hezaran îmze hatin bi destxistin û ev îmze jî ji saziyên hiqûqî yên cîhanî hatin rêkirin. Bi riya pêngavê re û gelên azadîxwaz, meş, kongir, û hwd… me dikarîbû bandoreke mezin li ser asta cîhanê tevî çêbikin û mijara azadiya Rêbertî di civînên cîhanî de bixin cihê nîqaşê. Ji xwe di van rojên dawîn de me dît ku Yekîtiya Ewripî hişyariyek ji bo tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin û kiryarên ku di derheqê wî de tên kirin, ji dewleta Tirk re rê kir. Ev yek jî bi saya Insiyatîfa Sûrî bû, wê destpêkê ji bo azadiya Rêber Apo xebateke ewle û pîroz da meşandin. Di destpêkê de li taxan meş û kombûn li dar ketin, hevdîtin bi partiyên siyasî re hatin çêkirin, hetanî ku gihaşt vê roja îro.
Bi çi rengî serdan tên kirin, mijarên ku tên gotûbêjikirin li ser çi ne û helwesta we ji bo pêşwazîkirina insiyatîfê çawa ye?
Weke em dizanin Insiyatîfa Sûrî di heftiya bûrî de dest bi serdana pêkhateyan kir, şensê min hebû ku di mala min de yekem seredan hate kirin. Me bi dilekî xweş û serfiraziyekê pêşwaziya endamên insiyatîfê kir. Pê re jî ez di nav komîteya serdanan de bûm û li taxa Cûdî bi hev re me serdana şêneyan kir. Endamên Insiyatîfa Sûrî ya ji bo Azadiya Rêber Apo tev jî hevdîtin bi Rêbertî re kiribûn, ramanên wî baş nas kiribûn. Lema jî di hevdîtinên bi pêkhateyan de semînerên curbecur, raman û parêzerên Rêber Apo di serlêdanan de dihatin giftûgokirin û dayîn. Herwiha şîroveyên Rêber Apo yên têkildarî yekbûna gelan, asta şoreşgerî, şehadet û berxwedanê ji aliyê insiyatîfê ji bo malbatan hatin vegotin. Serdanên ku ji malbatan re tên çêkirin gelekî sûdmend in, moral û hêzê dide gel jî. Gelê ereb, suryan, turkmet û hwd… bawerî bi fikir û felsefeya Rêber Apo anîne. Di vê çarçoveyê de jî wê serlêdan ji Qamişlo û kantona Cizîrê hatin destpêkirin û hêjayî gotinê ye ku wê li hemû pêkhateyan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidome.
Banga pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên azadîxwaz ji bo azadkirina Rêber Apo ya fîzîkî çi ye?
Îro li seranserî cîhanê fikrê netewperestî û kapîtalîzam nûjen derketiye pêş, van aliyan iştirakiyet xist nava zikê xwe û ew pişaft. Li hemberî van pergalan jî felsefeya Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk derketiye pêş. Xeta Rênber Apo ya siyem ew e xeta ku dikare bihêle aştî, aramî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê biafrîne. Ev yek jî bi azadiya Rêbertî tê pêkanînin. Gel dikeve wê baweriyê de ye ku azadiya Rêber Apo, em jî vê rastiyê dizanin ku azadiya Rêber Apo azadiya civakê, jinê, li Rojhilata Navîn e û azadiya tevahiya gelên bindest ên cîhanê ye. Di dema heyî de eger fikr û ramanên Rêber Apo di warê piratîkî de pêk were, wê azadiya gelên herêmê were bidestxistin. Jin û ciwan pêşngtiya fikr û felsefeya Rêbertî dikin, eger tevahiya gel bi vî rengî tevbigerin, wê Rêberê me azad bibe. Gelê kurd û tevahiya gelên dost erkdarên azadiya Rêber Apo ne, lewma pêwîste jin, ciwan û gel bi temamî asta têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind bikin. Wekî din jî em ê hertim li ser xeta Rêbertî û şehîdên azadiyê têbikoşin hetanî ku Rêberê xwe azad bikin.






