Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Stêrk Gulo: Seyîd Evran Şoreş bû

22/09/2024
in ROJEV
A A
Stêrk Gulo: Seyîd Evran Şoreş bû
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda/ Qamişlo

Rojnamevan û rêhevala tekoşînê ya  Seyîd Evran, Stêrk Gulo da diyar kirin ku  pêşengiya Seyid Evran ji bo pêşxistina xebatên Ragihandina Azad ji nifşên nû re derfetek mezin ava kir û bû nexşerêyek.

Rojnameger û nivîskar Seyîd Evran yek ji pêşengên avakirina Çapemeniya Azad, di sala 1979’an de li navçeya Hênê ya Amedê ji dayik bû, zêdeyî 30 salan di xebatên Çapemeniya Azad de bi awayekî çalak cih girt. Evren di 22’ê Îlonê a 2023’an ji ber nexweşiya dil, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû.

Derbarê salvegera şahadeta rojnamevan û şoreşger Seyîd Evran de, rojnamevan û hevala wî ya tekoşînê Stêrk Gulo ji rojnameya me ra axivî.

 ‘Seyid Evran dildarê rastiyê bû’

Stêrk Gulo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna şehîd Seyîd Evran û wiha got: “Ev demekê dirêj bû ku me heval Seyîd Evran nasdikir. Hevalê Seyîd, ji Bakurê Kurdistanê bajarê berxwedanê li Amedê navçeya Hênê ji dayik bû. Malbata wî di dîroka serhildanên Kurdistanê de, berxwedaniyek mezin meşandi ye. Wî bi rihê welatparêzî û yêkitiyê xwe xemilandibû û bibû Kurdistanî. Hem wek şoreşgerekî, hem jî wekî rojnamevanekî çapameniya azad  xwe gihandibû lûtkeyekê mezin. Di derheqê serhildanên Kurdistanê de xwedî agahiyek mezin bû. Heval  Seyîd  hewil dida ku rastiya Kurdistanê derxîne rûyê erdê û bibe dengê rastiyê. Heval Seyîd pir  herikbar û bi tevger bû. Jiyan ti cara li gel heval Seyîd nedisekinî û pir jêhatî bû. Ew bîra civakê bû. Di Çapemeniya Azad de xwedî bîr û bawerî bû. Dijmin hewil dide ku bîr û mejiyê gelê Kurd vala bike û qir bike. Hevalê Seyîd li hemberî wê berxwedaniyek e mezin kar û xebatê rojnamevaniyê dida meşandin. Hertim dixwest ku dîrokê nas bike û bide naskirin jî. Ji ber wê diçû kîjan heremê erdnigariya li wir, gelê li wir de jîyan dike. bi hurgileyekê herî mezin lêkolîn dikir û di nîvîsand. Heval Seyîd fedekar bû û hevalên xwe hez dikir, xwe nêzî dilê mirovan dikir. Hevaltiya wî pir paqij û xwezayi bû. Heval Seyîd zarokê şoreşê bû û bixwe wek kesayet şoreş bû.”

 ‘Seyîd Evran mamosteyê jiyanê ji bû’

Stêrk Gulo axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hevalê Seyîd Evran pişta xwe sipartibû çiyayên azad. Li her girê ku şopa gerîlayên azadîyê tê de berxwedanî pêşxisti be, pênûsa xwe tê hişti bû. Hevalê  Seyîd  ne tenê rojnamevan û şoreşger mamosteyê jîyanê bû. Heval Seyîd rastî di rûyê gerîla de dît. Heval Seyit  pir hewil da ku Çapemenîya Azad pêş bikeve. Heval Seyit  di rojnameya damizerandina rojnameya Polîtika Azad de cih girt. Ruxmê ku êrişa li ser navenda rojnameya Politikaya Azad de brindar jî dibe, gav di paş de na avêj e. Pîşeya heval Seyîd endazyarî bû, lê xwastek û pêşketina wî hemû kar û xebatê jiyanê da xwe dida pêş. Heval Seyit  kesayetek ku hertim xwe zindî dikir û pêwajoyê de herdem guhartin ava dikir. Tevgera hevalê Seyit  ya fizîkî derbas dikir. Enerjiya wî ya rih û fikrê wî bû. Hertim hest û fikrên azad jiyan dikir. Di her 4 parçeyên Kurdistanê de jî xebat kir. Başûrê Kurdistanê herêm bi herêm malbat bi malbat nas dikir. Di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê bû pêşengekek şoreşê. Hevalê Seyîd ji gel hezdikir û  li wan guhdar dikir û nîqaş dikir. Heval Seyîd stûnek ji çapemeniya azad bû. Hezaran şagirtên heval Seyîd bi kesayeta xwe û bi kar û xebatê xwe da avakirin.”

‘ Seyîd Evran: Dibe em rastiya şervanên azadiyê bi hemû cihanê bidin guhdarkirin’

Rojnamevan Stêrk Gulo biranînek xwe û Şehîd Seyit Evran dema bûyerek dişopandin got û wisa domand: “Di pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo de em û hevalê Seyêd  bi hevre wek rojnamevan dişopand. Baran dibarî û kamiraya heval şil dibû. Kamiraya ber baranê di parast û di got:  ‘ Pêwiste ev kêliyên niha ev şervan û milîtanên Rêber Apo jiyan dikin, em bi hemû hurguliyên wê cihanê giştî bidin guhdar kirin.’

Ev di anî ser ziman ku ev hovitî û terora DAIŞ’ê wek zindî derxine pêşîya hemû cîhan ê. Pir qetliamên çeteyên kujer yên DAIŞ’ê bi wênekeş û kamiraya Seyit Evranhatine kişandin û temaşevanan we hate pêşandan. Hevalekê cesur û hertim dengê rasti û heqîqetê bû. Hevalê Seyit  hemû erdngariya Rojavayê Kurdistanê geriya û naskir. Her gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê geriya û gel ra nîqaş dikir. Zarokê 7 salî û heya kalê 70’ê salî heval Seyit  nasdikir û lê hezdikir. Heval Seyit  hertim hemberî neheqîyê tekoşîn dikir. Heval Seyit Evranji bona doza xwe amade bû her tişti bike.”

‘Heval Seyîd pir nifşên nû yê wek kesayeta Seyîd Evran dan avakirin’

Stêrk Gulo wiha axivtina xwe bi dawî kir: “Heval Seyit stûnek ji çapemeniya azad bû. Bi hezaran şagirtên heval Seyit  ava bûn. Heval Seyit  gelek nifşên nû avakirin. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê di beşa rojnamevaniyê de hevalê Seyit  wek xetekê dibînin. Çêkirina nûçeyekê heya kişandina wêneyekê bi şêwaza heval Seyit Evrandikşînin. Endamên Ragihandina Azad, Dêrik heya Efrînê li ser şopa Seyit  Evran, Gulistan Tara, Rizgar Adamiş û hwd. dimeşin. Heval Seyit hertim tîna ser ziman di got ‘ Ez şagirtê Gurbetlî Ersoz im.’ Kêlî bi kêlî rihê şehîdan re jiyan dikir û ji bona pêşxistina şoreşê her tim nav liv û tevgerê da bû. Em ti cara nahêlin ku pênûs û kamireya heval Seyit  û hevalên doza pêşxistina Ragihandina Azad de şehid bûne erdê bimin e. Em hêz digirin ku me hevalên wek hevalê Seyit  Evren re jiyan kiri ye.  Bi mebesta salwegera şahadeta sala yekemîn de em wek rê hevalên wî yê Ragihandina Azad û tekoşînê, bi rêzdarî bibîrtînin û bejna xwe ditewînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.