Şêniyan diyar kir ku sûcên li gundê Kaxirê hatine kirine beşeke biçûk a sûcên li herêmên dagirkirî ye û gotin çete bi van sûcan dixwazin gund vala bikin û malbatên xwe lê bi cih bikin.
‘Armanc valakirina gundê Kaxirê bû’
Efrîn ji sala 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye û sûcên dermirovî, talankirin, wêrankirin û qirkirina xwezayê bê navber dewam dikin.
Çeteyên koma “El Emşat” di çarçoveyê binpêkirinên xwe yên li dijî şêniyan de, xerac li ser milkên şêniyên gundê Kaxirê yê bajarê Mabatayê ferz kir û xwestin mal û milkên wan bi zorê bistînin. Şêniyên ku xerac nedin jî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.
15’ê Îlonê gundiyên Kaxirê bi pêşengiya jinan xwepêşandan li dijî dagirkeriyê li dar xist. Gundiyan xwest xizmên wan ên revandî serbest werin berdan.
Çeteyên koma navborî êrişî xwepêşandana şêniyan kir. Bi piranî jin, nêzî 20 kes birîndar kirin. Piştre jî bi ser malan de girtin, gund dorpêç kir, înternet li ser gund qut kirin û çûn û hatin jî
qedexe kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyan ji bo rastiya bûyerên li gund berevajî bikin zor li birîndarên xwepêşandanê kir ku di dîmenan de bibêjin ku ew di encama pevçûnên malbatî de birîndar bûne.
Welatiyê bi navê Heysem Kerad ji gundê Kaxirê ye, ji ber dagirkirina gund 5 sal e li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimîne. Heysem Kerad anî ziman ku sûcên li dijî gundiyên Kaxirê hatine kirine beşek biçûk a sûcên li herêmên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ye.
Heysem Kerad diyar kir ku gundê Kaxirê yek ji 366 gundan e ku dewleta Tirk û çeteyên wê sûcan li dijî şênî û xwezaya dikin û wiha domand: “Çete zorê li xwediyên darên zeytûnê dikin ku li ser her darekê 8 dolar xerac bidin. Çete bi van siyasetên xwe yên giran armanc dikin ku gundiyên mane ji gund derxin.”
Heysem Kerad îşaret pê kir ku çeteyan xwestin êrişên xwe yên li ser xwepêşandêran û birîndarkirina hejmarek xwepêşandêr sûcên xwe veşêrin û got: “Nûçeyên derew belav kirin digotin ew kes di pevçûnên malbatî de birîndar bûne. Lê dîmen û wêneyên medyayên dîjîtal parve kirine îdiyên derewîn ên çeteyan piştrast kirin.”
Kerad bi bîr xist heya niha nikarin bi şêniyên gund re bikevin nava peywendiyan û wiha domand: “Ji bilî agahiyên ku çeteyan hebûna xwe li herêmê zêde kirine û operasyonên serdegirtina malan û kontrolkirina telefonên wan û qedexekirina gera li nava gund, em tiştekî din der barê gundiyan de nizanin.”
Heysem Kerad anî ziman ku serhildana jinan a li hemberî çete û dagirkeran cihê serferaziyê ye û bang li şêniyan kir ku serhildanê bidomînin.
Şêniya bi navê Mewlîda Abdullah Silêman anî ziman ku beriya bûyerên dawîn têkiliyên wê bi xizmên wê yên li gundê Kaxirê re hebûn û got: “Şêniyan ji ber pêkanînên dijwar ên çeteyan şîkayet dikirin. Şêniyan digotin, çete li beramberî hilbirînên wan miqdarên mezin ên pereyan distînin. Digot ew qas miqdar pere li cem wan in. Her wiha digotin, çeteyên Tirkiye dixwazin bi darê zorê me koçber bikin.”
Mewlîda da zanîn ku çete ji bo valakirina Kaxirê û bicihkirina malbatên xwe timî gefan li xizmên
wê yên li gund dixwin. Her wiha diyar kir ku çeteyan ji bo ku binpêkirinên xwe binixumînin peywendî li ser gundê qut kirine û got, ew nikarin tu agahiyan ji xizmên xwe yên li gund wergirin.
Mewlîda berxwedana jinan a li hemberî çete û dagirkeran silav kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku li hemberî pêkanînên li herêmên dagirkirî wezîfeyên xwe bi cih bînin. ANHA






