Ronaz Silêman/Qamişlo
Wekî tevahiya herêmê, li bajarê Qamişlo jî ji ber buhaiyên pir zêde yên di warê tenduristiyê de barê li ser milê welatiyan girantir dibe, welatî jî bijîk, dermanxane û nexweşxaneyan wekî berpirsên vê buhayê nîşan didin.
Piştî kirîza Sûriyê, rewşa jiyanî ya gel di hemû aliyan de bi zor û zehmetî derbas dibû, bi taybet ev rewş bandoreke mezin li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Herwiha qada herî girîng ji bû mirovan ku qada tenduristiyê ye zirarên mezin dît. Ji ber wêrankirina binesaziya tenduristiyê, rewşa tendirustiyê xerabtir bû. Û xizmetên tenduristiyê kêm bûn. Di rûdana vî şerî de ji sedî 75 beşa bijîşkî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi temamî wêran bibû. Beriya şer jî ev rewş di warê tenduristiyê de dihat jiyankirin, ji ber xizmetguzariyên ku dihatin pêşkêşkirin, kêm bûn.
Ji rûdan şer û heta roja îro pirsgirêkên tenduristiyê nehatine çareserkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayên tenduristiyê di her alî de tê jiyankirin, ev jiyan hîn aloztir kiriye, ji ber rêjeyeke mezin ji civakê hejarin, debara jiyana xwe bi zor û zehmetiyan peyda dikin, herwiha ji bilî rewşa hejartî jî, warê tenduristî ji nirxê mirovî derketiye, ji ber bûhabûna heqdestên bijîşkan, bûhabûna razana li nexweşxaneyê û eynî demê de bûhabûna dermanan û nepeydakirina wan jî. Ev rewşa nerazîbûneke mezin di nava gel de daye avakirina, ji ber nêzîkatiya bingehîn a xebatkarên tenduristiyê di dema niha de qezenckirina peryan û ne parastina mirovan e.
Derbarê buhabûna warê tenduristiyê li bajarê Qamişlo ku ev rewş heman awayî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, bijîkên nexweşxaneyên taybet, nexweş û Dektorê dermanxaneyê ji rojnameya me re axivîn.
Berpirs û karmenda ewlehiyê ya Nexweşxaneya El-Selam a bajarê Qamişlo Melka Wanikê diyar kir ku ji sala 2005`an de Nexweşxaneya El-Salim di xizmeta nexweşan de ye û wiha got: “Nexweşxaneya El-Selam ji dema vekirina xwe û heta roja îro xizmeteke mirovî ji bo nexweşan dide meşandin, armanca nexweşxaneya me tedawîkirina nexweşan, ne qezenckirina peryan e, ji ber rehetkirina nexweşan ji pereyan girîngtire. Lê ev demeke ku nexweşxaneyên bajarê Qamişlo bi giştî ne ji bo ximeta nexweşan kar dikin, tenê armanca wan bûye pere. Di vî alî de heger bijîşk ya nexweşxane pereyan ji xwe re armanc bigire, divê rewşa vî gelî jî berbiçav bigire, ji ber niha em di rewşên şer de jiyan dikin û piraniya gel xizanin. Niha nexweşxaneya Wetenî ya ku girêdayî Hikûmeta Şamê ye, tu kes nikare derbasî wê bibe, ji ber gelek nexweşên ku berê xwe didin vê nexweşxaneyê ji aliyê dewletê ve tên girtin, ji derveyî vê yekê jî xizmet di vê nexweşxaneyê de pir kême, derman lê nayêpeydakirin û guhdan jî li nexweşan nayê kirin, lewra her kes berê xwe didin nexweşxaneyên taybet.”
‘Danûstendina bijîşkan bi nexweşan re bi riya dolar tê kirin’
Melka Wanikê rewşa buhabûnê ya ku di aliyê tenduristiyê de tê jiyankirina wiha nirxand: “Her nexweşek ku berê xwe bide nexweşxaneyê divê berî her tiştî xwedî dolar be, ji ber danûstendina bijîşkan bi nexweşan re bi riya dolar tê kirin. Nexweşên ku pêwîstiya wan bi razana li nexweşxaneyê heye, ji ber buhabûna şêvên nexweşxaneyê lê namînin û her nexweşxane heqê şevên wê cûdan e, hin jê şevên wê 150 hezare heta ku dighêje 300 hezarî, ev heq ji derveyî heqdestên bijîkan û dermanan e. Derman jî sê qatan buha û kêm bûye, sedema wê ya yekê jî bilindbûna nirxê dolare, dolar çiqasî dadikevi jî ew derman li ser wî dolarê buha dimîn e. Di heman demê de li nexweşxaneyan pirsgirêka qotkirina elektirîkê û bikaranîna jentoran jî tê jiyankirin, ji ber gelek nexweşxane elektirîka xwe ji jenetoran dikşîne, hesabê wê elektirîkê jî pir bilinde, mazota jenetoran ên nexweşxaneyan berê ji aliyê Rêveberiya Sotemeniyê ve bû, lê niha bûye azad, di vî alî de nexweşxane û nexweş gelek zirarê dibînin. Herwiha di nexweşxaneyan de bijîşkên dorbidor hene û heqdestên heqdestê wan 50 hezare, lê dema ku nexweş bijîşkekî ji derveyî nexweşxaneyê bixwazin, piştî seat 10 şevê be, 70 hezarî heqdestê xwe distîne, ambulansê nexweşxaneyê jî 10 hezar e.”
‘Divê guhdana nexweşan ji paqijiyê re berî endamê nexweşxaneyê be’
Melka Wanikê axaftina xwe wiha qedand: “Gelek nexweşxane hene ku paqijî lê kême, lê divê paqijiya nexweşan berî endamê nexweşxaneyê be, ji ber gelek nexweş tên, bi wî nexweşî re zêdeyî 10 kesan heye, ew kes qirêjiya xwe davêjin nexweşxaneyê, çiqasî di vî alî de guhdana nexweşxaneyê ji paqijiyê re heye, lê nexweş bi xwe nexweşxaneyê qirêj dike. Niha bijîşkên pispor yên hemû nexweşiyan, nexweşên xwe tedawî dikin û ew nexweş carekê lêveger dike û baş dibe, lê dema nexweşek hewcedarî emeliyatê hesinî yan guhertina hevbeşî be li ser wan gelek bûha tê kirin, ji xwe berî pêşketina teknolojiyên tenduristiyê, kesek temenê wî dibû 60 sal diket erdê jêr digotin şikestina mirinê, lê niha temenê yekî/ê 70 salî be jê re hevguhertina hevbeş çê dikin, da ku dolaran ji wan nexweşan bistînin û nexweş wê her tiştî li cem xwe bike, tenê bijîşk bêje hesin li cem min e, bi taybet bijîşkên ku nû derçûne, ew hesin heqê wê ne 300 dolar e, ji nexweş re 2 hezar dolar dibin. Hêviya me ji Rêveberiya Tenduristiyê, li ser van kargehên hesinî bisekinin, ji ber kargehên hesinan li Qamişlo zêde bûne, nexweşê ku hesin ji xwe re danîn, hisabê wî hesinî bixwazin, yan nexweş bi destê xwe wan hesinan bikire.”
‘Tevî warê tenduristiyê warekî mirovî ye, lê bê pere jî nabe’
Di heman çarçoveyê de yek ji Bijîşkê yên pergala helandin, valakirinê û gorçikan ê ku li Nexweşxaneya Tîşê jî kar dike, Yasir Ehmed anî ziman ku di nerîna min de bûhayên nexweşxaneyan û heqdestê bijîşkan ne ew bûhayên zêdeye û wiha got: “Di roja îro de her tişt bûha bûye, tu bijîşk naxweze ku nexweşê xwe tengas bike û ji bû tedawîkirina nexweşan, pêwîste em bi rola xwe rabin. Tevî ku bijîşk li kilînkên xwe yên taybet bûhayên zêde ji nexweşan digirin, lê di aliyê din de bi riya dermankirina nexweşan li Kilînîkên Gel bi nexweşan re dibin alîkar. Di vî alî de heqdestên wan tenê ji bû keda wan e, raste warê tenduristiyê warekî mirovî ye, lê bê pere jî nabe. Ji bo ku bûhayên di aliyê tenduristiyê de kêm bibe, pêwîste kilînkên Gel zêde bên avakirin, kar û xebat zêde di aliyê tenduristiyê de bên meşandin û kargehên hilbirîna dermanan bên avakirin.”
‘Kêmbûna kargehên hilbirandina dermanan sedema bûhabûnê ye’
Di heman mijarê de yek ji Rêveberên dermanxaneyên bajarê Qamişlo Dermanxaneya Qirdêsî bijîşk Selam Xelef da zanîn ku buhabûna dermanan ew e ku metiryalên yekem gelek jê ji derveyî Herêma me tên û wiha got: “Di Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, kargehên ku dermanan hildibirînin tune, lewra derman ji derveyî herêma me bi nirxên dolar derbas dibin û dema ku ew derman veguherin pereyên sûrî li ser gel buha tê hesbandin. Herwiha ji bo peydakirina dermanan jî dema ku buha dibe, derman kêm dibin lê peydakirina wê di bazarê de wê hebe û bi vê bûhayê her kes nikar bikire, yan jî heger derman erzan bibe wê bê qutkirin.”
‘Rewşa nexweşan berbiçav nayê girtin’
Di heman mabetê de nexweşa bi navê Naz Reşîd ku ji Girkê Legê ye diyar kir ku ew ji ber nexweşiya xwe ya piştê û lingê berê xwe daye Nexweşxaneya Tîşê û wiha got: “Her tişt giran bûye û ne ji her kesî tê qedandin ku were cem bijîşkan, da ku xwe tedawî bike, lê ne ji pêwîstiyê be em berê xwe nadin bijîşkan, ji ber dema ku em berê xwe didin bijîşkan ji me têstan dixwazin, di heman demê de derman jî bi vî rengiye û bûhayên wan pir zêde ye, berî ku bijîşk li rewşa te binere divê ku tu heqdestên wan bide, ev ya herî girîng li cem wan e. Rewşa nexweşan berbiçav nayê girtin. Hêviya me ew e ku li ser rewşa tenduristiyê bê seknandin û nexweşxaneyên gel bên avakirin, avakirina wan jî ne bese, dema bên avakirin divê pêdiviyên nexweşan bê peydakirin