Jîn Hisên/ Qamişlo
Endamê PYD’ê Helîm Iko destnîşan kir ku di pêvajoya heyî de yekrêziya kurdî ji bo doza gelê kurd pir girînge û got, “PDK’ê bi xiyanet û koletiya ji dijmin re, herdem li pêş yekrêziya kurdî dibû asteng. Herwiha divê kurd ji tecrubeyên borî sûdê wergirin û xayinan teşhîr bikin.”
Neyekrêziya kurdî li ser hebûn û destkeftiyên gelê kurd xeteriyeke mezin dide avakirin, Ji bo pêkanîna yekrêziya mala kudî, her dem partiyên kurdî yên welatperwer di nava liv û tevgerê de ne, lê li aliyên din jî hin partiyên qaşo xwe wekî kurd pênadse dikin bûne amûrê destê dijmin û li dijî yekrêziya kurdî çi destê wan tê, dikin.
Derbarê yekrêziya Kurdî endamê Komîteya Rêxistinî ya Meclisa PYD’ê a bajarê Qamişlo Helîm Iko ji rojnameya me re axivî.
Helîm Iko diyar kir ku armanca êrîşên dagirkeriya Tirk ên ser Başûrê Kurdistanê, têkbirina destkeftiyên gelê kurd e û wiha domand: “PDK’ê bi pilanên qirêj destekdayîn û alîkariyê dide dijmin. Ji xwe kesê ku bi dijmin re kar bike, ji bilî xayin tu navê wî yên din tune ye. Mirov matmayî dimîne dema ku partiyeke qaşo xwe Kurdistanî bi nav dike, li ji dijmin re bûye kole. Dîroka PDK’ê ji mêj ve dîrokek reş e, her dem gelê kurd dixapand, tenê ji bo berdewamiya desthlatdariya malbatî xebatê bi dijmin re dike. Bi hişmendiyeke klasîk û axayekî xwe didît ji bo serweriya gelê kurd bike, di heman demê de tu armanc û çareserî ji bo doza kurdî li gel wan tune bû.”
‘Divê PDK’ê xiyanet û koletiya ji dijmin re rawestîne’
Helîm Iko bal kişand ser çarenûsa xayinên ku bi dijmin re dixebitîn û wiha pê de çû: “Di şoreşên Kurdistanê de, aliyek şoreş dimeşand û têkoşîn dikir, li beeramberî wî alî jî , aliyekî din xiyanet û sîxurtiya dijmin dikir. Em ketine sedsala 21`ê de gereke em weke kurd êdî nema bindestiyê qebûl bikin, divê nasname, xak, al û zimanê me bê qebûl kirin û em pê jiyan bikin. Sedema ku heya niha em nighaştine armancên xwe dîsa xiyanet û alîkariya PDK’ê ya bi dagrkeriya Tirk re ye. Divê PDK’ê dest ji xiyanet û koletiya ji dijmin re berde.”
‘Rêber Apo fikir, felsefe û pardîgma jiyana azad e’
Helîm Iko bal kişand ser pergala işkence û qirkirinê ku li ser Rêber Apo tê meşandin û wiha domabnd: “Ji mafê her kesî ye ku malbat û pêarêzerên xwe bibînin. Tu zagon û qanûnên cîhanî vê yekê qebûl nake, lê cîhan li hemberî vê binpêkirina ku derheqê Rêber Abdullah Ocaln pêk tê, bedenge. Dîsa xuyaye ku lihevkirineke derbarê sîstema işkenceyê ya li Îmraliyê heye û destê PDK’ê jî tê de heye. Rêber Abullah Ocalan fikir, felsefe, pradîgmaya jiyana azad e. Herwiha bûye dibistaneke ji bo tevahî gelan. Partiya karkerên Kurdistanê PKK’ê xwedî armanc e û hedefa wê azadiya gelê kurd e, ew partiyeke gelan fêrî demokratiyê, wekhevî, edalet, bratiya gelan û jiyana hevbeş dike.”
‘Divê gelê kurd ji tecrûbeyên berê sûd bigrin’
Helîm Iko wiha anî ziman: “Pêwîste gelê kurd dijminê xwe baş nas bike û dîrok xwendibe, qetlîamên ku bi sedê salan bi serê wan hatine ji hêla kê bû. Em niha di rewşeke awarte derbas dibin, cîhan bi gişît, guhertin di Rojhilata Navîn de çêdibe ber bi dawîbûna lihevhatina Sayks pîko û Lozanê, divê gelê kurd mîna nêzîkatiyên berê tev negerin û ji tecrûbeyên dîrokî sûd bigrin. Divê li gel partiyên siyasî hedef û armanc hebin, istratîjiya wan hebe, ji ber ku dema pilaneke wan tune be ji bo pêşerojê wê nikarîbin gavan bavîjin.”
‘Divê PDK’ê ji nava civaka kurdî were derxistin’
Helîm Iko got:”Partiyên kurdî her dem di nava hewildanan de ne ku kongreyekê netewî li dar bixin, hemû partiyên kurdî tê de beşdar bin, da ku nêrîneke hevbeş bigrin di çareserkirina doza kurdî, lê PDK li pêşiya li dar xistina vê kongreyê dibû astengiyek da ku yêkrêziya kurdî pêk neyê. Rêber Apo her dem banga lidarxistina kongreyê netewî dikir ji bo yek gotin û helwest bin, nebin destek û kole ji dijmin re, ji ber ku dijmin ne tenê li dijî partiyeke kurdî ye, lê ew li dijî kurdan bi giştî ye, armanca wî tunekirina kurdane, divê ew ji nava civaka kurdî were derxistin.”
‘Bi berxwedanê mafê tê misogerkirin’
Helîm axaftina xwe wiha qedand: “Yekrêziya mala kurd di Rojavayê Kurdistanê de wê bibe hêzek mezin, îro yekrêziya kurdî ji her tiştî giringtire, û ji bo parastina gel pêwistiyeke, divê partiyên siyasî yên kurdî ji bo parastina destkeftiyên ku li Rojava hatine bidestxistin bi xwîna keç û xortên vê xakê xebat bikin, bi saya şehîdan em gihaştin vê astê ku em bi zimanê xwe diaxivin, dinivîsîn û jiyan dikin. Bi Berxwedanê wê mafê me bê misoger kirin. Hêviya her welatiyeke kurd ji zarok heta mezinan yekrêziya kurdî ye, pêwîste ji bo xizmeta gelê xwe têkoşînê bikin, gelê ku ji destpêka şoreşê berxwedan kir li hember tevahî êrîş û qirkirinên der heqê wan pêk hat. Divê partiyên kurdî xwedî helwest û biryar bin ne girêdayî aliyekî derve tev bigerin. Dîrok, nasname, ziman û çanda xwe ya kurdî deynin ber çavan.”






