Lîloz Hisên/Qamişlo
Jinên ciwan yên ku tevlî festîvala helbestê bûn diyar kirin ku bi riya vê çalakiyê ew hest û kêfxweşiya xwe parve dikin, her wiha bi riya pêşkêşkirina helbest û şanoyê êş û zilma ku li ser jinê tê meşandin tê vegotin.
Li bajarê Qamişlo yekemîn festîvala helbestê-xula yekemîn ji hêla Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê hate rêxistinkirin, bi tevlbûna 60 helbestvanên jin û mêr, da ku nivîskaran taşwîq bikin ser nivîsandinê, berhemên xwe pêşkêş bikin û nivîskar ji berhemên hev sûd bigrin. Di festîvalê de jinê cihê xwe tê de girt, mîna tevahî warên jiyanê ku ji destpêka şoreşê jinê hewil da ku ew jî tevlî qadan bibe, êdî jinê di milê leşkerî, siyasî, civakî xwe îsbat kir û di çand û hunerê de jî bi ser ket. Gelek jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî vê qadê bûn, li hember wan pirsgirêkên civakî û malbatî jî derketin lê karîbû li hember van pirsgirêkan bisekine û îro li vê meydanê di beşdarbûna festîvalê de xwe îsbat kir.
Nalîn Memdûh Nemo ji Til Temirê ye ji rojnameya me re diyar kir ku ew dixwaze bi riya helbestan êş û zilma ku li ser jinê tê meşandin li her çar parçeyên kurdistanê bîne ziman, çawa jinê karîbû li hember vê zilmê derbikeve û têbikoşe, çawa serhildan kir li dijî zihniyeta baviksalarî û daxwaza mafê xwe kir. Helbesta wê bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin, behsa sê jinên şoreşger dike ku çawa têkoşîn kirin û gihaştin asta şehadetê ji bo fikr û feslefeya Rêber Abdullah Ocalan ya Azadya Jinê bi navê kûlîlkên Azadiyê (Sakîne Cansiz, Leya Şaylemez û Fîdan Dogan).
Nalîn Memdûh Nemo wiha got:” min di temenkî biçûk de dest bi xwendina helbestan kir, ji min re dinivîsandin û bi şêwazê xwe vedigot, ez demekê wilo mam, dema ez gihaştim refa 10`an min dest bi nivîsandina helbestan kir, di destpêkê de min helbestên kurt dinivîsand, paşê min hewil da ku ez xwe pêşbixim û biserketim. Ez pir kêfxweşim ku min karîbû ez xewna xwe pêk bînim û niha ez tevlî festîvala helbestê bûm da ku li pêşiya nivîskar û helbestvanan behrem û helbestên xwe pêşkêş bikim.
Nalîn Memdûh Nemo hêvî dike ku mîna van festîvalan ji bo nivîskar û helbestvanan di demên bê de jî bê li dar xistin, da ku derfet ji gelek kesên din re bê dayîn û berhemên xwe pêşkêş bikin û hem jî sûd ji hev bigrin. Di festîvalê de şanoyeke bêdeng ji hêla jina bi navê Izdîhar Tahir ku temenê wê 19 salî ye û ji bajarê Serê Kaniyê ye, lê niha li kampa Waşûkanî ya bajarê Hesekê dijî hate pêşkêş kirin.
Izdîhar Tahir diyar kir ku ew ji temenê 5 salî şanogeriyê dike û heta niha berdewam dike û got ku weke helbestvan bi riya nivîsandina helbestan hestên xwe parve dike û wî jî xwest ku bi riya şanoyeke bêdeng êş û tundiya ku der heqê jinê de pêk tê di vê festîvalê de parve bike.
Şanoya ku Izdîhar pêşkêş kir behsa bêparbûna jinê ji mafê wê dikir, ku ji mafê jinê ye nêrîna xwe bîne ziman, hestên xw parve bike, hez bike û kar bike, di şanoyê de îşaret pêkir ku êdî ew nema bêdeng dimîne û wê têkoşîn bike ji bo mafê xwe misoger bike. Izdîhar Tahir wiha gotina xwe bi dawî kir:” Min hez kir ku hizra xwe di riya şêwazeke bê deng pêşkêş bikim. Tevî ku jin di hemû pirsgirêkan de derbas dibe lê ew kare her tiştî bike, ji mafê jinê ye ku ken, kêfxweşiya xwe bîne ziman. Ji mafê jinê ye ku zarokatiya xwe bijî di şanoyê de jî min bal kişand ser zewicandina jinên bi temen biçûk ku çawa berpirsyatiyeke mezin dikeve ser milê wê û erka xwe ya pêşengtiya civakê pêktîne.