Deriya Çiya/ Qamişlo
Di sala 2007’an de, Meclisa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryar da ku 15’ê Îlonê Roja Demokrasiyê ya Navnetewî, bi mebesta bipêşvebirin û parastina prensîbên demokrasiyê, were pîrozkirin.
Konferansên Navneteweyî yên li ser Demokrasiyên Nû di sala 1988’an de bi însiyatîfa serokê Fîlîpînê Corazon Aquino piştî ku jê re dibêjin ‘Şoreşa Hêza Gel’ ya ku dîktatoriya 20-salî ya Ferdinand hilweşand, dest pê kir. Pêvajoya ICND di destpêkê de forumek nav-hikûmetî bû û bi beşdariya hikûmet, parlamento û civaka sivîl veguherî konferanseke sê alî. Konferansa Şeşemîn (ICNRD-6) ku di sala 2006’an de li Dohaya Qetarê hat lidarxistin.
Piştî encamên Konferansa Şeşemîn a Navneteweyî ya Demokrasiyên Nû, encûmeneke şêwirmendiyê hat avakirin, biryar da ku Roja Navneteweyî ya Demokrasiyê pêşve bibe. Li ser pêşniyara Yekitiya Parlemanan, 15’ê Îlonê (Roja Danezana Gerdûnî ya Demokrasiyê) wek roja ku civaka navdewletî her sal Roja Cîhanî ya Demokrasiyê pîroz dike, hat hilbijartin. Biryara bi sernavê “Piştgiriya sîstema Neteweyên Yekbûyî ji hewldanên hikûmetan re ji bo pêşdebirin û xurtkirina demokrasiya nû” di 8’ê Mijdara 2007’an de bi lihevhatinekê hate qebûlkirin.
Têgeha demokrasiyê çi ye?
Peyva demokrasî ji serdema Yewnanî tê ,ku tê wateya desthilatdarî di destê gel de ye û her tştiş bi awayekî adil bi rêve diçe.
Prensîbên herî bingehîn ên demokrasiyê jî azadiya derbirînê, mafê kombûna aştiyane ya gel, wekheviya jin û mêr û azadiya avakirina komeleyên sivîl in.
Têkiliya demokrasî û mafên mirovan çawa ye?
Nirx û prensîbên girêdayî azadî, rêzgirtina ji mafên mirovan û hilbijartinên demkî yên li ser bingehê dengdana adil a gerdûnî hêmanên bingehîn ên demokrasiyê ne. Demokrasî ji bo parastina mafên mirovan bi giştî, bi kalîte û bikêrhatî damezrîne jîngeha xwezayî ya guncaw peyda dike.
Em dibînin ku ev nirx di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de cih digirin û di Peymana Navneteweyî ya mafên mirovî û Siyasî de jî bi berfirehî hatine behs kirin, ku armanc dike ku komek mafên mirovan û azadiyên mirovî bipejirîne da ku piştgirî bide demokrasîyên watedar.
Dirûtiya hêzên navneteweyî
Tevî ku demokrasî yek ji nirxên bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî ye û pêwîste ku bi piştgirî û zindîkirina mafên mirovan û belavkirina ewlekarî û aştiyê li seranserê cîhanê, rabe, Lê Neteweyên Yekbûyî bûye mîna amûrekê û di destê hêzên cîhanî de maye. Herwiha ji tevahiya zagon û pîvanên xwe dûr keteye û li dijî îradeya gelan tevdigere. Mînaka herî şînber êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser kurdan e. Dewleta Tirk li dijî gelê kurd tevahiya kiryarên dijmirovî dike, li Qadên Berxwedanê rojane çekên qedexekirî û kîmyawî bikar tîne, li Efrînê mirov û xweza qir dike, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê binesaziya herêmê dike armanc û topbaran dike, ya herî metirsîdar jî Rêberê Gelan Rêber Apo 25 salin din bin tecrîdeke girankirî de û demeke dirêje tu agahî jê nayên girtin. Li hemberî van kiryarên dijmirovî ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, ne neteweyên yekbûyî û ne rêxistinên navneteweyî bi erkê xwe yê exlaqî radibin, tevî ku tevahiya kiryarên wê li pêş çavê cîhanê tên kirin jî, lê wekî her çar dema mesele dibe gelê kurd her kes xwe ker , lal û kur dike.