Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

JI TIRSA GERÎLA…

15/09/2024
in ROJEV
A A
Erdogan li şer digere ne li aştiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Ciger Dilşad

Berê ji ber ku agahiyên zelal tunebûn û daxwazeke mezin ya Kurdan a azadiyê hebû û her heye, kê bigota ;” em ji bo yî Kurdistan’ê têkoşînê dikim, hema Kurdan jê bawer dikir û çi derfeta wan heba pêşkêşî wê tevgerê dikir.  Malbata BERZANÎ ji wê dilsozîya gelê Kurd sûdwergirt û xwe wekî ku bi rastî azadîya Kurdistan’ê dixwazin raberî gel kir. Her wiha hêzên emperyal her hewl dan ku MALBATA BERZANÎ bidin jîyankirin û mixabin dane jîyan kirin jî.

Her kurdekî/e bi namûs gava vê pirsê ji xwe bipirse,  wê rastîya MALBATA BERZANÎ baştir hem fêm bike û hem jî bi derdora xwe bide fêm kirin. Pirs ev e; gelo çima Rêber APO dîl girtin û ew avêtin zîndanê û ev bo 26 sal di bin tecrîdeke giran kirî û di pergaleke li tu deverê nehatî dîtin tê girtin, lê kesên ji MALBATA BERZANΠ li her derê bi dilê xwe digerin û bi ser de piştgirîya wan dikin? Ev bi tena serê xwe vê rastîyê radixe ber çavan; MALBATA BERZANÎ ji bo yî wan lingeke ku Kurdistan’ê timî di bin destê xwe de bigirin e!

Va ye! Başûrê Kurdistan’ê bi tevahî pêşkêşî dewleta Tirk ya dagirker dikin, ev bes nedîtine, bi ser de jî derdora leşkerên Tirk bi betonê digirin ku wan ji derbeyên gerîlayên azadîyê biparêzin. Gotineke pêşîyan heye dibêje; “ ecelê bizinê tê diçe, nanê şivên dixwe”. Tam rewşa  MALBATA BERZANÎ raber dike. Lê dikarim vê bejim; ji hêlekê ve başe ku êdî  MALBATA BERZANÎ bi awayekî vekirî firotina Kurdan dike. Heta niha veşartî dikir û tu kesî bawer nedikir ku MALBATA BERZANÎ di bingehê de wekî şebekeyeke xwînfiroş û li ser xwîna Kurdan xwe dide jîyan kirin. Rêveberên Tevgera Azadîyê rastî bi lêv dikirin, lê ji ber ku kesê/a Kurd bi çavên xwe bawer dike,

car jî hin kesan bawer nedikir ku MALBATA BERZANÎ KURDFIROŞ E! Lê,  îro kesek nikare bêje ku, “ min nedît, nebihîst û nizan im”, yên ku wisa  bêjin, an di xefleteke mezin da ne, an jî hevkarên MALBATA BERZANÎ ne! Ji lewra wekî kesên Kurdperwer û azadîxwaz divê êdî em hemû bi hev re helwesta xwe ya welatparêz zelal bikin û di kolanan de helwesta xwe raber bikin; xort û keçên ciwan jî bi tevlîbûna nava refên gerîlayên azadîyê helwesta xwe raberî xayîn û dagirkeran bikin.

Wekî din, berîya çend rojan nûçeyek derket, dewleta Tirk ya faşist, qirker û dagirker li Amed’ê  tûnêlan çêdike. Gelo heger gotina şefê faşist Erdogan, ku her roj dibêje; “ min PKK qedand” rast e, çima pêdivî bi çêkirina tûnêlan li Amediyê dibîne?” heta doh digot; “ PKK ketî tûnêlan û nema dikarin serê xwe ji tûnêlan derxîn in.” Gelo kîjan tirsê tûnel bi Erdogan’ê faşist tûnêl da ye kolandin?  PKK tevgereke gerîla ye û çawa û li ku bixwaze li wir û bi awayê ku guncaw dibîne têkoşîna xwe dimeşîne. Lê qaşo dewleta Tirk ya dagirker hêza duyemîn a NATO ye û SİHA yan çêdikin û tu hêz jî nikare wan çekan mîna wan çêke! Çima pêdivî bi kolandina tûnêlan dît?

Dewlet dizane ku wê payîz û zivistana îsal pir dijwar derbas bibe û wê wenda bike. JI tirsa gerîla li başûr kozikên ji bêtonê, li bakur jî tûnêlan çêdikin, ji niha ve tûnêlan dikol in! Da ku cîhekî ku serê xwe têxe û xwe veşêre hebe. Lê ji bîr dike ku, gerîla pir xweş dengan dibihîse, bêhnê dike û zimanê gerîla jî fesîh e; ji agir e! tişta tê şewitandin dişewitîne, tişta germ dibe germ dike û tişta ku dihele jî dihelîn e!

Ev ne gotineke vala ye, wê di sala nû de gerîla bi tenê li ber xwe nede, tevî berxwedanê,wê her di êrîşê de be û dagirkeran ji kokê ve rake. Dem hatî ku êdî pergala faşist hilweşe, Rêber APO fîzîkî azad bibe û vê rastîyê jî şefê faşist baş dibîne.

Bi kurt û kurmancî; ne kozikêk ji bêtonê yên ku MALBATA BERZANÎ çêdikin, û ne jî tûnêlên ku dewleta Tirk bi xwe li Amed’ê dikole wê wan ji hilweşînê xelas bike. Ji bo yî derbeya dawî; divê em wekî gelê Kurd helwesta xwe zelatir û xurtir bikin û ciwanên kurd jî li her derê rabin ser pîya. Bi taybetî jî keç û xortên ji Rojava yên ku çûne Tirkîyê divê êdî rabin ser xwe û tola dagirkirina Efrîn’ê, Serê Kanîyê û Girê Spî ji şefe faşist; dewleta dagirker û ji şebekeya xwînfiroş MALBATA BERZANÎ rakin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.