Argêş Gewda/Qamişlo
Endama Desteya Rêvebir ya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger da nîşandan ku bê Rêber Apo aştî û aramî li Rojhilata Navîn û cîhanê ne pêkan e. Herwiha Zelal bibîrxist ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo li ser azadî û aştiyê tê meşandin.
Derheqê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tên meşandin û girîngiya Roja aşitî ya cîhanî de, endama Desteya Rêvebir ya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger ji rojnameya me re axivî.
‘ Roja 1’ê Îlonê wekî roja aşitî ji bona sekinandina şerê dijwar hatiye ragihandin’
Zelal Ciger giringiya roja aşitîyê ya cihanî 1 Îlonê pênase kir û wiha dest bi axiftina xwe kir: “Di demê şerê cihanê ya 2’emîn de civakê pir zirer dît. Di wê demê de hevgirtinek cîvakî hat pêşxistin. Ji ber wê sedemê ji bona civak hîn zêdetir zerêrê nebîne, roja aşitî ya cîhanê ji milê
NY (Neteweyên Yekbuyi) ve hat ragihandin. Demên piştre jî, ev roj weke rojên girîng yên hin welatan hat pîroz kirin. Lê belê ev biryar li ser girîngîya wê rojê neket merîyetê, berovajî vê gengeşî û alozî hîn zêdêtir bû. Ji ber ku desthilatîya kapitalist li gor berjewendiyê xwe teşe da wê rojê. Dibe civak di rojên wisa xwedî derbikeve, ji ber ku civak qirkirin û talankirinê re rû bi rû ye. Talankirin bi dû şewaza tê meşandin; yekemîn bi çek û silahên çêkirî, dûyemîn jî bi birçîbûnê tên meşandin. Sazîyên ku ji bona mafên mirovan bê parastin qels û bê hêz hatine hiştin. Li ser wê mijarê ya herî girîng rewşa Rêber Apo ye. Rêber Apo mîmarê roja aşitiyê ye, lê di bin tecrîdek girankirî day e.”
‘ Rêber Apo tekoşînek dîrokî dide meşandin’
Zelal Cîger balkişand li ser giringîya berxwedaniya Rêber Apo ya Imraliyê ya dikeve lûtkeya serkeftinê û wisa domand: “Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an ve di destê dewleta Tirk ya dagirker da dîl girtiye. Tekoşîna Rêber Apo dirokî û bêhempa ye. Rêber Apo dîlgirtiyê azadî û aşitiyê ye. Armanca Rêber Apo mayindekirina aramî û aşitî li herêmê û cîhanê ye. Di navbera çar dîwaran de, Rêber Apo keleha berxwadanê da avakirin. Helwesta Rêber Apo bi nivîsandina paraznameyan avakirina pergala Rêveberiya Xweser e. Ji bona ramanên Rêber Apo belav bibe, li hemû heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bona pêngava azadiya fizîkî ya Rêber Apo gelek cûre çalakî dan destpêkirin. Mebest ew e ku ji bona piştgiriya bi Rêber Apo re xurt bibe. Her 3 parçeyên Kurdistanê û Ewrupa jî, heman çalakî didomin. Raste ev çalakî ne têrkerin, em ê hewil bidin ku asta van çalakiyan xurttir bikin. Çareserîya aloziya Rojhilata Navîn de dimeşe, girêdayî azadîya fizîkî a Rêber Apo ye. Bi şêwazekê zanebûn ji bona ramanên Rêber Apo negiheje gelê herêmê, tecrîdê girantir dikin û hevdîtinên li gel parêzer û malbatê destûr nayê dayin.”
‘Ji bo azadiya Rêber Apo ya fizîkî pêwîste her welatparêzek bi erkê xwe rabe’
Zelal Cîger axivtina xwe wiha qedand: “Pêwiste ku ji bona azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bê, em erkê dikeve ser milê xwe pêk binin û rista xwe bileyizin. Me kampanya imzeyan di asta cîhanî de daye destpêkirin. Ji bona CPT û NY(Neteweyên Yekbûyi) dişinin. Em nameyan jî li ser navê ciwakê ji bona sazîyên peywendîdar dişinin. Tê zanîn dewleta Tirk ya dagirker zagona nawnetewî binpê dike. Ji bona dijî derketina wê biryarê em ê heya dawî tebikoşin. Rûxmê ku ev 25 salin di Imraliyê dil tê girtin, cezayê disiplînê li Reber Apo bi hincetên cûda tên birîn. Ev me dide xuyakirin ku ev biryare sîyasîye û derveyî zagonê ye. Ji ber ku zagona dewleta Tirk ya dagirker de girtîyek 25 salan li girtîgehê de bimîne ev pêwîste demildest bê berdan. Dewleta Tirk ya dagirker wê rastiyê baş dizane ku dema Rêber Apo bê berdan dê rewşa cîhanê giştî aram bibe. Dibe parêzer û hiqûqnasên herêmê hîn zêdetir xebatên xwe xurt bikin û xwedî li Rêber Apo derbikevin. Pêwiste ev kiryarên bê hiqûqî ya li hemberî Rêber Apo tên meşandin bi cîhanê bidin naskirin. Em jî wê sozê dûbare dikin ku, heya em Rêberê xwe azad nakin em tekoşîna xwe nadin sekinandin.”






