Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedana Kobanê bingeha serkeftinê ye

15/09/2024
in Uncategorized
A A
Berxwedana Kobanê bingeha serkeftinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

 Ayşa Silêman/ Qamişlo

Çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê îlona 2014`an de ji 3 aliyan ve êrîşî Kobanê kirin. Bi hezaran çete ji tevahî cîhanê beşdarî şerê li dijî Kobanê bûn. Lê gelê kurd û dostên wan li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke dîrokî dan meşandin. Piştî 136 rojan ji berxwedaniya bêhempa kobanê ji çeteyên daiş’ê rizagr bû. Serkeftina Kobanê bû serkeftina tevahiya mirovahiyê.

Destpêka êrişên DAIŞ’ê li ser Kobanê

Piştî ku Mûsil ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate dagirkirin, 15’ê Îlona 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê bi destekdayîna dewleta Tirk û hevalbendên wê êrîşî Kobanê kirin. Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku 350 gundên Kobanê dagir kirin, berê xwe dan navenda bajar û êrîşî wir kirin. Bi komkujiya ku DAIŞ’ê di Kobanê de kirî bi dehan soz nîvco man, zarokên sêwî û dayîk û bavên cîger şewîtî man. Lê bi milyonan gelê cîhanê meş lidarxistin û daketin qadan û alên YPG’ê û YPJ’ê rakirin, di bin dirûşmeya şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, bang li civaka Navneteweyî kirin ku destekê bidin berxwedaniya gelê Kurd da ku amadekariyên lezgînî bikin. Di wê roja dîrokî de, xwepêşandan ji hemû welat, netew, ol û baweriyan daketin qadan û daxuyanî belav kirin û tê de behsa vê yekê kirin; ku roja yekê Mijdarê bibe roja cîhanî ya piştgiriyê bi Kobanê re, li gorî vê yekê bi milyonan kes li piraniya welatên cîhanê ji bo destekê bidin berxwedaniya Kobanê daketin qadan. Di bin dirûşmeya “Ji bo Kobanê û mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê seferberiya cîhanî” hat ragihandin.

Roja ku êrîş li ser Kobanê çêbû şefeq bû, hêj gelek welatî di xew de bûn. Dengê guleyan her ku diçû zêde dibû. Dengê tekbîrê dihate guhê welatiyan. Piştre dengê bombeyeke xurt li ser deriyê sînor hat. Herkesî berê xwe da aliyê sînor, li wir jî bi dehan cenazeyên zarok, jin, pîr û xortan hebûn. Piştî vê hovîtiya DAIŞ’ê gelê Kobanê ji tirs û heyecanê ber bi Rojavayê Kobanê ve çên. Dengê guleyan di kobanê de nedisekinî, qêrîn û hewara dayikan bilind dibû. Ev yek nebes bû, di heman demê de jî leşkerên Tirk li ser sînor gule li gelên Kobanê direşandin. Lê serkeftina ku di Kobanê de hat bidestxistin ji aliyekê ve li pişt vîn û hêza şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û ji aliyekî din ve jî piştgirî û piştevaniya gelên hemû cîhanê bû. Derketina bi milyonan ji çar aliyên cîhanê yên ji bo piştgiriya Kobanê, roleke girîng lîstin. Gelê Kurd roja 1’ê Mijdarê ji bîr nake û di sedsala 21’an de di tekoşîna navneteweyî de dê roleke girîng bilîze. Vê berxwedanê planên Çeteyên DAIŞ’ê û alîgirên wê pûç kirin, Kobanê bi ser ket û hat rizgarkirin. Îro jî Kobanê bûye xwedî mînaka berxwedanê li cîhanê.

Îradeya şervanan hêza gel xurt kir

Hêviya hemû cîhanê berxwedana şervanên Kurd bû. Ji bo piştgiriya şervanên Kurd li hemû bajarên cîhanê azadîxwaz û Kurd daketin qadan û piştgirî dan berxwedana Kobanê. Her ku diçû dorpêça li ser Kobanê teng dibû, piştgiriya şervanan jî zêdetir dibû. Lewma azadîxwazên cîhanê 1’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê ragihandin. Divê vê rojê de li seranserî cîhanê ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê çalakî hatin kirin. Di dema berxwedanê de Rêberê Abdullah Ocalan di hevdîtina li gel şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ji bo Kobanê banga seferberiyê kir. Vê bangê berxwedaniya Kobanê xist qonaxeke nû de. Bi sedan ciwanên Bakurê Kurdistanê sînor rakirin û xwe gihandin Rojavayê Kurdistanê. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku wê demê li ser êrîşên DAIŞ’ê bêdeng bû, bi êrîşên hewayî piştgirî da berxwedanê.

Di 26’ê Çileya 2015’an de piştî 136 rojên berxwendana bêhempa ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê û dildarên herçar parçeyên Kurdistanê û cîhanê, Kobanê hate rizgarkirin û bi fermî ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê rizgarbûna Kobanê hate ragihandin. Bi riya vê komkujiyê re xwestin gelê kurd qirbikin, lê bi ser bilindayî bi sedan xort û jinan xwe kirin cangoriyê vê yekê çawa ku şehîd Arîn Mîrkan çalakiya fedayî kir da ku parastina hevalên xwe bike û ew bû nimûneya têkoşîn û berxwedaniyê.  Ev neh sal di ser wê berxwedaniya ku rê neda xewn û xeyalên dewleta Tirk û Erdogan ku ew jî dagirkirina Kobanê bû bibe rastî. Ev berxwesdanî bû destpêka têkçûna’ DAÎŞ’ê. Her wiha ji bo çeteyên DAÎŞ’ê û alîgirê wê di serî de Erdogan bû şikestineke mezin. Lê heta niha jî dewleta Tirk a dagirker dest ji êrişên xwe yên li ser Kobanê û Rojavayê Kurdistanê bernedaye, rojane bi balefirên bê mirov gund û navçeyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.