Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dagirkeriya Tirk dixwaze serdema Osmanî ji nû ve vejîn bike’

14/09/2024
in NÛÇE
A A
‘Dagirkeriya Tirk dixwaze serdema Osmanî ji nû ve vejîn bike’
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku armanc ji tevgera dewleta Tirk di Rojhilata Navîn de ew e ku xewin û xeyalên Osmanî yên kevnar pêk bîne. Herwiha Saroxan da zanîn ku lihevkirina Misr û Tirkiyê wê bi merc û sînordar be.

Hewildanên danûstandinan di navbera Tirkiye, Sûriye û Misrê de di rojevê de ne. Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hewldanan dixwaze peymanan bi Sûriye û Mesrê re îmze bike. Têkildarî heman mijarê endamê Rêveberiya Kongra Islama Demokratîk Ebdilkirîm Saroxan bersiva pirsên rojanameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku xewin û xeyalên Osmanî di Rojhilata Navîn de pêk bîne, hemû rê û rêbazan bi kar tîne, ji van rêbazan jî peywendiyên  di navbera wê û Misrê de, mirov van têkiliyan çawa digire dest?

Pilannameyên dewleta Tirk a dagirker û tevgera wê di Rojhilata Navîn de ne tiştekî nû ye, ev tevger ji bermahiya impratoriya Osmanî ye û piştî şerê cîhanê yê yekemîn dest pê kiriye. Bi damezrandina dewleta Tirk a nû re sekn û hedan li Tirkiyê çênebûye ji bo vegerandina deverên ku berê dagir kirbûn. Ji wê demê ve heta roja îro, dagirkeriya Tirk li Rojhilata Navîn bi hemû rêbazan kar kir, tevlîhevî û têkiliyên diblomatîk çêkirin, di her deran de zilamên xwe bi kar anînin, çanda xwe ya komkujî, terorîzimê li pêş xist û hem jî piştgirî da tevgerên olperestên islamî yên radîkal. Armanc ji vê xebat û hewldanan ew e ku xewin û xeyalên osmanî yên kevnar pêk bîne, hem jî serdema impratoriya xwe vegerîne. Nimûna van kiryarana li Misrê bû û gelek dewletên din ên ereban bû. Dagirkeriya Tirk li Misrê, Ixwan Elmuslmîn bi kar anî, armanc ji vê yekê ew bû ku nearamiyekê li wir ava bike. Herwiha bi riya Ixwanan serweriya xwe li Misrê bide meşandin. Kiryarên dagirkeriya Tirk bi piştgiriya rêjîmên cîhanî yên hegemon û desthilatdar, ji serdema kevnar ve, heta roja îro tên domandin. Di herêma Rojhilata Navîn de sê hêzên serwer ji bo teyara Sunî ya islamî hene, yek jê dewlata Tirk a dagirker e, ya din Siûdiyê bû û ya din Misir bû. Êdî hêzên hegemon xwestin dewleta Tirk pêşengtiya teyara Sunî bike û vê yekê ji destê ereban derxîne. Dema dawî de me dît ku dewleta Tirk hewldanên xwe ji bo pêkanîna danûstandinan, berê xwe da Misrê û Erdogan xwe avêt Sîsî, di encamê de Sîsî hin şert û merc ji bo hevdîtinan ji Erdogan re dan diyarkirin. Yek ji wan ew bû ku dewleta Tirk a dagirker piştgirya Ixwanan li Misrê neke. Ev lihevrûniştin piştî têkçûna Tirkiyê ji milê siyasî, aborî û civakî pêk hat.

Ji destpêka kirîza Sûriyê ve, dagirkeriya Tirk li hemberî gelên Sûriyê sekiniye û aloziya heyî gurtir kiriye, di roja îro de jî li ser hesabê xwîna gelên Sûriyê dixwaze peywendiyan bi hikumeta Şamê re vegerîne weke berê, hûn vê yekê  çawa dinerxînin?

Bi destpêkirina şoreşa ku navê Buhara Gelan lê têkirin re, dewleta Tirk ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne û serweriya xwe li Rojhilata Navîn vegerîne, destwerdan di gelek dewletan de kir. Bi dirêjahiya van şoreş û tevlîheviyan re jî ev şoreş ên ku gel pêşên wê bû, ji cewherê xwe derket. Li Sûriyê jî wiha bû, destpêkê dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ’ê perwerde kirin li cem xwe, çeteyên ku ji dewletên rojava dixwestin tevlî DAIŞ’ê bibin, bi riya Tirkiyê derbasî Sûriyê dibûn. Ji xwe armanc ew bû ku dagirkeriya Tirk bi riya DAIŞ’ê serkeftinan li Sûriyê pêk bîne. Pê re jî hêzên ku navê muxalefetê li xwe dikin û komên çete kirin bin bazkê xwe û ew bi kar anîn. Di encamê de cewherê şoreşa Sûriyê ya ku li dijî hikumeta Şamê rabûbû, veguherî kirîz û bi melyonan ji gelên Sûriyê jiyana xwe ji dest dan û dewleta Tirk gelek ji axa Sûriyê dagir kir. Di encama têkbirina çeteyên DAIŞ’ê û lawazbûna komên çete yên girêdayî Tirkiyê de ya ku bi saya QSD, hevgirtina gelên herêmê û Rêveberiya Xweser pêk hat, dewleta Tirk jî bê çare ma. Êdî xwe avêt hin aliyan, di serî de hikumeta Şamê de. Ji xwe em dibînin ku dewleta Tirk bi hemû hêz û vîna xwe dixwaze danûstandinan xurt bike bi têkiliyên curbecur. Ev yek jî nakeve bin berjewendiya gelên Sûriyê û nedikeve xizmeta berjewendiyên hikumeta Şamê de. Ji ber ku eger ev yek pêk were, wê ji bo hikumeta rengek ji rengên xwekuştinê ye. Em vê lihevkirinê “lihevkirina qelsan” bi nav dikin sedem jî ew e ku yên li hev bicivin kesayetên qels in û dixwazin xwe bi hêz bikin, çi Erdogan, an Essed an jî Sîsî be. Ji bo Sûriyê ji xwe armanca dewleta Tirk a dagirker ji lihevhatinên bi Essed re ew e ku bi riya danûstandinan, xwe li Sûriyê bi rêxistin bike. Herwiha gelek herêmên din ji axa Sûriyê dagir bike.

Di siberojê de wê rewşa Sûriyê bi çi rengî be û wê çareseriya kirîza Sûriyê çawa pêk were?

Di dema heyî de pêşeroja Sûriyê ne diyar e, ji ber ku hikumeta Şamê ji aliyê xwe ve bêbiryar e ji bo çaresrekirina kirîza Sûriyê. Hikumeta Sûriyê xwe radestî Rûsya û Îranê kirye, di heman demê de ti diyalogê qebûl nake ji bo çareseriya pirsgirêka gelên sûrî. Lewma jî bi vî rengî kirîz bi dawî nabe. Çareserî ne li gel hêzên navnetewî weke Îran, Rûsya û hwd… ne, ji xwe di pêşbîniya me de tevahiya hêzên navnetewî nahizirin ku di demeke nêz de kirîza Sûriyê çareser bikin. Ji ber vê yekê jî pêwîste hikumeta Şamê û hêzên muxalefetê yên ku neketin bin bandora dagirkeriya Tirk de, berê xwe bidin diyaloga sûrî-sûrî. Bi taybet gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser. Sîstema Rêverberiya Xweser a li ser hîmê Neteweya Demokratîk ava bûye xwedî tecrubeyeke gelekî bi sûd e. Di siberojê de dibe stûna çareseriya kirîza Sûriyê û hemû pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn. Çi ji aliyê pirsgirêkên civakî ve bin an jî ji aliyê nakokiyên mezhebî û oldariyê ve bin. Li ser vî esasî da ku pirsgirêka Sûriyê çareser bibe pêwîste diyalog û yekîtiyeke gelên Sûriyê ava bibe. Ev yek jî bi avakirina sîwaneke netewî, di heman demê de kongireyeke netewî ji bo gelên Sûriyê çêdibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.