Ayşa Silêman/ Qamişlo
Endamên Mala Jin û endamên komînên bajarê Qamişlo diyar kirin ku bi saya fikir û ramanên Rêber Apo roj bi roj vîn û îradeya gelê kurd xurttir dibe û gotin, “Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên hovane nikare vîna gelê kurd yê berxwedêr bişkîne, bingeha hêza me Rêber Apo ye.”
Dewleta Tirk a dagirker rojane êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, him binesazî him jî gel dike hedef. Di encamê de gelek zirar digihêje mal û milkên hemwelatiyan. Li Efrîna dagirkirî jî dar û zeviyên welatiyan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên birîn û şewitandin, xweza bi giştî tê qirkirin. Tevî ku dagirkeriya Tirk sûcên dijmirovî jî dike, lê rêxistinên mafê mirovan û Neteweyên Yekbûyî bêdeng dimînin û tu bertekan nîşan nadin.
Derbarê êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endama Desteya Lihevanînê ya Mala Jinê Bedîa Emîn û endamê komîna Şehîd Fexrî Ferzende Fatimê ji Rojnameya me re axivîn.
Armanca dewleta dagirker ji van gef û êrîşan
Endama Desteya Lihevanînê ya Mala Jin ya bajarê Qamişlo Bedîa Emîn anî ser ziman ku dewleta Tirk dema van êrîşan pêk tîne li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di baweriya wî de ku wê gelê kurd têk bibe û wiha got: “Gelê kurd ji 7 salî heya 70 salî li hemberî dewleta Tirk rabûye ser piyan û wê dagirkeriyê têk bib. Ew nikare kurdan tine bike, ji ber ku em ne kurdê berê ne. Em niha li ser fikir û felsefeya Rêber Apo fêr bûne û tu carî em koletiyê qebûl nakin û serî li hemberî dewleta Tirk natewînin. Herwiha em Erdogan û hevalbendên wî yên ku xwe difroşin bi dolaran şermezar dikin, pêwîste kurd xwedî li kurdîtiya xwe derkevin û xwe li pêş bixin. Bila dewleta Tirk baş zanibe ku kurd li ser piyane û nema vê dozê berdidin, ji ber ku wek bav û kalên me tînin ser ziman û dibêjin, gava te girt bernede. Me jî niha ev doz girtiye û em tu carî bernadin. Ji piçûka heya mezina em ê piştgiriya Rêbere Apo û vê şoreşê bikin. Em ê zarokê zarokên xwe li ser fikir û felsefeyê Rêber Apo rakin û em radikin jî. Rêberekî wek Rêber Apo di tu serddeman de çêbûye, heya xwîn di canê me de hebe em ê piştgiriya wî bikin, ew yê ku hişt navên kurdan li herderî belav bibe û herkes kurdan nasbike. Me bi ciwanî dest pê kiriye em ê bi ciwanî bi serbikevin jî, hertim em ê çalakî û meşan li dar bixin û li ser sînoran bin. Gelê kurd li herdî li ser piyaya û mefê xwe dixwaze ji ber ku em yê vî warîne û ev ax axa meye û tu hêz nikare me.”
Girêdayî heman mijarê endamê komîna Şehîd Fexrî ya Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo
Ferzende Fatimê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrîşan qirkirina gelê kurd e û wiha got: “Dewleta Tirk dixwaze gelê kurd biperçiqîne, lê gel wê hertim li ser piyan be û li ber xwe bide û têkoşîna xwe berdewam bike. Kurd tu çarî dev ji vê axa pîroz berdnadin axa ku bi hezaran şehîd ji bo wê xwîn rijandine. Heta ku em bikaribin li hember van êrîşan bisekinin divê hemû netew û pêkhate bibin destek û li ser xeta şehîdan û fikir û felsefeya Rêber Apo xwe li pêş bixin. Di heman demê de divê xwe di milê bîrdozî de jî deha zêdetir pêşbêxin û bingehek xurt avabikin. Daxwaza me ew e ku Rêber Apo fîzîkî azad bibe, ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiye gelê kurd û tevahiya gelên herêmê ye.”






