Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Idlibê konfransa xwe ya duyemîn lidar xist

12/09/2024
in Uncategorized
A A
Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Idlibê konfransa xwe ya duyemîn lidar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Diyana Mistefa/Reqa

Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Idlibê ya kantona Reqayê di konfransa xwe ya duyemîn de 15 endam, berdevkên fermî û cîgirên jin hilbijartin, konferans li avahiya Meclîsa Kesk a Idlibê hat lidar xistin.
Konfrans bi dirûşma “Têkoşîna me ji bo misogerkirina şoreşa jinê ye û avakirina Sûriyeke demokratîk e” hate lidar xistin û endamên jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Meclîsa Îdlibê, endamên Meclîsa Leşkerî ya Jin, partiyên siyasî û endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya amade bûn.
Konfrans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre berdevka jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Idlibê Nahed El-Nehas axivî û bixêrhatina beşdaran kir û got: lidarxistina vê konfransê û hebûna me ya li vê derê bi hev re weke jinên Idlibê, li ser esasên bingehîn û armancên bilind in, eger ev yek nîşan bide, ev yek nîşana yekitiya jinên Sûriyê, hişyarî û rêxistinbûna me ye ku gihîştiye vê qonaxa dîrokî û çarenûsî”.
Nahîd El-Nehas di berdewamiya axaftina xwe de got: “Azadiya jinan ji ber şer û pevçûnên li Sûriyeyê diqewimin hîn jî dewam dikin û ya ku êş û azara wan kûrtir kiriye rejîma Sûriyeyê ye ku zilma xwe didomîne”.
Nahîd El-Nehas bal kişand ser wê yekê ku “jin li Sûriyê hîn jî têdikoşin û hewl didin ku bibin yên yekem ku xwe birêxistin bikin û dengê xwe bikin yek, ji bo îsbat bikin ku ew dikarin pêşengiya qonaxê bikin, bigihîjin ewlehî û aramiyê, vegerandina mafan û avakirina ruhê aştiyê bi şoreşa xwe ya mezin, şoreşa demokrasiyê û şoreşa biratiya gelan û jiyana hevbeş”.
Piştre ji aliyê hevseroka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Idlibê Betûl Derwîş ve rêziknameyên siyasî û rêxistinî hatin xwendin.
Piştî xwendina rêziknameyê, nîqaş ji bo beşdaran hat vekirin ku xebatên jinan di Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya du salên borî de binirxînin.
Di dawiya konfransê de (15) endamên Meclisa Jinan a Giştî ya Meclisa Idlibê hatin hilbijartin, her wiha berdevka nû ya jinan û cîgirê wê hatin hilbijartin.
Di konferansê de jî gelek pêşniyarên ku hatin kirin, ev in:
-Xebat ji bo bilindkirina asta hişyarî û hizra siyasî û rêxistinî bi rêya ders, semîner û civînan.
-Xebat ji bo serdana endamên jin û berfirehkirina temaşevanan.
-Ragihandina bi jinên hundirê Idlibê re ji bo ragihandina fikir û armancên Partiya Sûriyeya Pêşerojê.
-Xebat ji bo pêşxistina şarezayên jinan bi projeyên biçûk û kursên pîşeyî.
-Ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê xebat bên meşandin.
-Çalakkirin û pêşxistina prensîba wekheviya jin û mêr.
-Piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk(QSD) û Yekîtiyên Parastina Jin(YPJ).
-piştgirîkirina hemû biryarên ji bo avakirina aştiyê û bidawîkirina êşên jinan xebat bên kirin

Post Views: 95
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.