Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Heta azadiya Rêber Apo wê têkoşîn berdewam be’

12/09/2024
in NÛÇE
A A
‘Heta azadiya Rêber Apo wê têkoşîn berdewam be’
Share on FacebookShare on Twitter

Diyana Mistefa/Reqa

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê ji bo têkbirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan  meşek girseyî lidar xist, di meşê de soza domandina têkoşînî heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, hat dayîn.

Şêniyên Reqayê, Partiyên siyasî, Saziyên Sivîl, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê  ji nexaşxaneya Zarokan heya Qada Jinê bi diruşmeyên”Bê Serok jiyan nabê” meşiyan.

Piştî gihêştina Qada Jinê bi deqeyekê rêzqirtin destpê kirin,piştre li ser navên Şêniyên Reqayê, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Bûseyna Ebdo axivî û wiha got: “Dewleta Tirk a artêş ev 25 sal in tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî, di nava bêdengiya rêxistinên navneteweyî û Komîteya li dijî Îşkenceyê de didomîne. Divê hemû jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin yek û têbikoşin. Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî rewşa Rêber Apo ya li Îmraliyê, binpêkirinên siyasî yên bêexlaq ku hemû qanûn û peymanên mafên mirovan binpê dike, fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan çareseriya Pirsgirêkên Rojhilata Navîn û pêkanîna aştiyê li seranserê cîhanê ye. ji ber ku ew bi tevahî têdigihin ku raman, felsefe û pirojeya navneteweyî ya li ser bingeha demokrasî û yekîtiya gelan çareseriya pirsgirêk û nakokiyên herêmên Rojhilata Navîn e Em weke jin û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, piştî ku em felsefe û ramana rêberê xwe yê ku bang li jinan kiribû ku li hemberî tundî û neheqiyê rabin ser piyan, em refên xwe bikin yek û soza xwe nû bikin.  Heta em negihêjin azadiyê em ê dest ji daxwazên xwe bernedin, ji bo ku zincîrên Îmraliyê bişkînin û bigihêjin azadiya xwe, bi saya projeya neteweya demokratîk ji ber ku li ser esasê yekitiya gelan, wekhevî û edaletê hatiye avakirin.

Em weke jinên azad ên Zenûbiyayê di hemû qadan de rola xwe lîstin. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê xwe Abdullah Ocalan, em bi eşkerekirina polîtîka û binpêkirinên sîstematîk ên ku li dijî wî dimeşîne, berpirsyariya me ye û qanûnên navneteweyî yên der barê girtî û girtiyan de binpê dike û berovajî dike, heta ku rêberê me azad nebe û azadiya fîzîkî jê re neyê dayîn, em ê têkoşîna xwe ranewestînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.