Volqan Elî
Piştî mirina Hz. Mihemed (S.a.s) bi demekê, Muawiyeyê kurê Ebû Sufyanê dijminê kevnar ê Îslamê bû xelîfeyê dawî. Artêş û dewleta Îslamê ket bin siwana cehaleta qedîm a Mekkeye. Di rastiyê de ya ku bi serê mîrasê Hz. Mihemed û Îslamê de hatibû felaket û tofaneke mezin bû. Rast e ku dewleta Emewî û artêşên wê bi rêbaz û bi gotinê Misilman bûn (wekî Misilmantiya Erdoğan); lê bi ciwhera xwe ji zordarî û cehaleta Ebû Leheb û Ebû Cehîl xirabtir bûn. Di demeke kurt a bi qasî dehan sal de gelên dardora xwe talan kirin.
Di dîrokek cuda de be jî li aliyekî xwe gihandin li ber deriyên Kurdistanê û li aliyê din jî li Bakurê Afrîka jî gelê Amazî bi vê dij-Îslamê re rû bi rû ma. Ev nayê wateyê ku hêzên dagirker ti car qala Îslamê nekirin. Na! Bi qasî ji destê wan hat, civakparêzî û aliyê exlaqî yê Îslamê bi kar anîn, jê sûd wergirtin. Mînak, artêşên dij-Îslam ku hatibûn Şarezora Kurdistanê dagir bikin, ji bo ku zêdetir cîzye bigirin (baca ji gelên ne Misilman dihate standin) zû bi zû Îslambûna Kurdan ne pejirandin. Her wisa vê artêşa dagirker bi navê Misilmantiyê, li herêmê heman tişt dianî serê gelên din jî. Li ser navê gelê Ereb, bi navê Misilmantiyê talana gelan radikir.
Li Bakurê Afrîkayê di van mercan de hêdî hedî, jî çand û zimanê Amazî li pêşberê çand û zimanê Erebî, ket rêza duyemîn. Bi taybetî çînên serdest ên Amazî hewl dan bi hezar tayî xwe bi netewên Erebên Misilman ve girêbidin. Di nava tebeqaya jor ê Amaziyan de Misilmantî û Erebûn bi lez bû. Berxwedêrî bi şeytanîbûnê dikirin heman rêzê. Mînak, ji ber ku fermandara şerê dawî jina bi navê Kahîna bû, artêşên Ereb ên dagirker ên wê serdemê Kahînayê wekî peyv wekî ‘jina sêrbaz’ pênase dikin. Lê di zimanê gelê Amazî de ‘Kahîna’ wekî peyv tê wateya pêxember.
Arteşên dagirker ku li ser Ereb û Misilmanan tevdigerîn jî didin li ser kevneşopiya Yewnanî û împaratoriya Romayê. Amaziyan wekî ‘hov’, ‘kovî’ û ‘medeniyet nedîtî’ bi nav dikin. Civaka Amazî, nayê qeyd û bendên hêzên dagirker, hewl dide bi azadî û li gorî çanda xwe ya eşîrî bijî. Vî gelê berxwedêr, ji bo kevneşopîyên xwe yên gelerî, li dîjî dagirkeriya bi nav Îslam ku ji mêj de ji rêya heq derketibû, şerekî dijwar yê dîrokî meşand. Lewra jî dagirkeran pêşeng û fermandara Amaziyan Kahîne, wek ‘jina sêrbaz’ bi navkirin.
Gelê Amazî di vê serdemê de 7 caran berxwedanên bê hempa li dijî dagirkeran meşand. Lê belê hercarê jî, bi heman encama kembax re rû bi rû ma. Vaye pêşenga vê berxwedana 8’emîn ev jina leheng a bi navê Kahîna bû. Piştî hêzên berxwedêr têk çûn, pêşeng Kahîna, li ber çavê gelê Amazî bi temamî hate reşkirin.
Lê dîsa jî berxwedana gelê Amazî ji bînî de neqediyaye. Li hin cihên Bakurê Afrîkayê ku Amazî li wê derê dijiyan, kêm yan jî zêde berxwedana çekdarî berdewam kir. Ji vê zêdetir berxwedana hebûnê ya gelê Amazî di nav forma eşîr û kevneşopiyên civakî de her xwe daye jiyîn. Dibe ku demeke pir dirêj, gelê Amazî, bêyî pergaleke hevgirtî ya siyasî jiyabe. Ruxmî vê jî wekî gelekî hebûna xwe daye daye domandin.
Piştî vê dagirkeriyê bi sedan sal, cara dawî jî hêzêke dagirker ê bi eslê xwe Turanî li ser gelên herêmê û gelê Amazî bû xewne reşk. Împaratoriya Osmanî jî, demeke pir dirêj li vê herêmê hegemonyaya xwe berdewam kir. Ji aliyê aborî û polîtîk ve li pêşiya gelê Amazî bû asteng. Dibe ku ji aliyê çandî ve zêde bandoreke wê nebû yan jî wisa xuya bike; dibe ku gelê Amazî nekiribe Tirk yan jî piştî Osmaniyan zêde bandoreke çanda netewên Tirk nemayibe, lê ji ber ku gelê Amazî ti car dagirkerî nepejirand û şer kir, dagirkerên Osmanî jî vî gelî wekî ‘berberî’ dabûn naskirin. Her wisa heya sedsala 20’emîn jî mixabin ev navlêkirin li cihanê belav bû.