Rojnameya Ronahî

Amûra serdestî û zordariyê; Şerê Taybet

Ronaz Silêman/Qamişlo

Ji dêrijiya dîrokê ve û bi destê dagirkeriya tirk ya qirker û faşîst li Kurdistanê şerê taybet tê meşandin û ev şer di serî de li ser jin, ciwanan û civakê tevahî tê meşandin.

Şerê taybet ew amûrê serdestî û zordariyê ye, li ser civakê tê meşandin, di heman demê de şerê taybet derveyî zagonan nayê kontrol kirin, şerek pir aliye. Şerê taybet bi gelek navan tê naskirin mîna şerê derûnî, şerê sar, şerê nerim û şûştina mejiyan. Sedema ku bi van navan tê naskirin, ew e ku dema gotina şer tê gotin, tundî, xwîn û kûştin tê bîra mirov, lê berovajî wê ev şer hemû rêbazan dide bikaranîn ji bilî şidetê û tundiya fîzîkî, ev yek jî mirov dike xefkê û biyî ku bikeve ferqa wê şerê taybet li ser tê meşandin, lewra gelek caran mirov xizmeta dijmin dike biyî ku bizanibe.

Şaman: Hosteyê destpêkê yê şerê taybet

Vegotina mîtolojîk a dîtinekî Sumeran e, serdemekî nû ya çînayetî tê avakirin jî destnîşan dike. Şerê yekemîn, şerê zilam yê desthilatdariyê ya li hemberî jinê ye. Jin xistin bin serweriya xwe û ew kole kirin. Piştî ku jinê dixe bin serweriya xwe şerê di navbera çînan, bajaran û dewletan de derdikeve holê û pêşdikeve. Ji roja destpêkê ya ku şer derketiye holê, weke rastenhevê wê li hemberî jinê jî şerê taybet hatiye meşandin. Bi van rêbazên şerê taybet, jin di bin serweriyê de hatiye girtin.

Dîroka pêkanîna rêbazên şerê taybet di şeran de

Em nikarin bêjin şerê taybet rêbazekî nû ye, ji ber şerê li hemberî xistina aqil û kolegirtina mirov, xwedî dîrokeke kevna re, lê ev şer rêbaz û şêwazên xwe diguhere li gorî merc û rewşên wê serdemê û li gorî taybetmendiyê wê pêvajoyê ye, lewra em dikarin bêjin di serdemên avakirina dewletan de, ev rêbaz dihat pêkanîn ji bo civak bikeve bin kontrola çîna serdest de. Herwiha di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de bi milyonan mirov bûn qûrbanî, wê demê dewletên hegemon bi taybet yên kapîtalîst dîtin wê nikaribin liberamberî hêz, vîn û îrada gelan temenê xwe dirêj bikin, serdestiya xwe ferz bikin û berjewendiyên xwe bi dest bixin. Lewma hemû amûrên ku mirov bi kartîne, kirin bin kontrola xwe de, weke zanist, teknîk, spor, tendirustî, cins hwd…ev hemû jî ji bo guhertina hişê mirov û dûrxistina wan ji armancê wan yên sereke û mijûlkirina wan bi tiştên bê wate re, da ku ew her mirov nebe xwedî berhem û bighêjin asta xwe bi rêve bibin.

Bikaranîna şerê taybet li Rojhilatê kurdistanê

Rêjîma Îranê, di mijara terbiyekirin û teslîmgirtina gelê Kurd de, rolek stratejîk dide zindanan. Yek jî cihên herî zêde şerê taybet tê birêvebirin zindan in. Di zindanan de hemû polîtîkayên şerê taybet li ser girtiyên siyasî pêk tîne. Girtiyên ku rastî her cûre îşkenceya fîzîkî, psîkolojîk tên bi hemû îradeya xwe têkoşîn dimeşînin. Ji ber vê sedemê di demên dawî de bi taybet jî, ji bo şikandina îrade, pêkanînên şerê taybet pêşdixînin.  Dîsa madeyên hişber bi destê dewletê dixînin zindanan û hewl didin girtiyên siyasî fêrî van madeyan bikin, bi vî awayî dema ku derketin derve pêşiya lêgerînên cuda jî bigirin. Bi awayek zêde torên sîxur kirin û îstîxbaratê pêş dixîne û hewl dide gel teşwîqê vê bike. Di çarçoveya şerê taybet de girtîgeh vegerandine navenda işkenceyê, hewl didin kesên ku ji sûcên ji rêzê ketin hûndir jî beşdarî torên sîxurî û hişberiyê bikin. Yek jî rêyên herî bi bandor a çewisandin û tune kirina Kurdan a şerê taybet sêdar e. Sêdar; li gorî heremên din, li Kurdistanê bi mantiqê siyasî û îbretê re tê pêş xistin. Mizgeft, qursên Quranê û dibistanê li gorî herêmên din, li Kurdistanê hê zêde tên belav kirin, wek saziyên şerê taybet tên bikar anîn.

Şerê Taybet li Başûrê Kurdistanê

Şerê taybet derveyî zagonan nayê kontrol kirin, şerek pir aliye. Wek encama vê Başurê Kurdistanê vegerandine qada bê gumrik û bûye qadek ku her tişt bi hêsanî bikeve hundir. Digel ku avaniya erdnîgariya Başûrê Kurdistanê berhemdare, rewş û avhewa wê ji çandinî û sewalkariyê re kêrhatiye jî, lê bi tunekirina van her du qadan re gel ji hilberînê tê qutkirin û xistine rewşek bendewarî û bê berhem ev jî bi polîtîkayên şerê taybet ve girêdayî ye. Rastiya şerê taybet mekanîzmayên xwe li ser avaniyên hevkaran pêk tînin, civak bixwe di rewşa vê dûçariyê de ye. Başûrê Kurdistanê di nava kirîzeke aborî de ye. Perçekirina civakê armancek şerê taybet e, di perçeya Başûr de ev tê pêkanîn, digel pirsgirikên giran jî wekî ku ew pirsgirik ne yên wî bin mirov sînorên jiyana xwe diyar dikin. Ev rewş helbet encamên şerê taybet in.

Di heman demê de ji bo pêkanînên şerê taybet ên ku li Başûrê Kurdistanê tên birêve birin, belavî hemû civakê bibe, medya rolek girîng dileyîze. Bi taybet jî bikaranîna zêde ya înternêtê ve dixwazin civakê ji civakbûyînê dûr bixin û rastiya kesayetek ku li gorî jiyana farazî bê afirandin. Hemû xebatên çelexwarî yên civakbûyînê li ser enternêtê tê birêve birin. Herkes li ser enternêtê ketiye nava hewldana hevjîn, heval û dost dîtinê de. Her wiha li Başur herî zêde rêzefilmên Tirkî têne temaşe kirin. Bi esas girtina jiyan û çanda Tirk ve pêvajoya xwe pişaftinê didin xebitandin. Li Başûrê Kurdistanê çalakbûyîna baviksalariyê, zewaca bi temenê biçûk, zewaca bi darê zorê, pirzewacî, sineta jinan a herêmên li ser sînor, nedîtina derfeta xwe îfade kirinê ya jinan, kuştina jinan a di bin navê namûsê ji aliyê qanûnî ve jî rast dîtin û zêdebûna bûyerên xwekuştina jinan.

Kurd bi destê kurdan kuştin

Hêza bingehîn a ku hêzên Başûr pê re ketin nava hevkariyê siyaseta xwe li ser hevkariyê ava kirin, dewleta Tirk a faşîst. Ev her du hêzên ku li ser tesfiyekirina PKK’ê li hev kirin, polîtîkayên xwe yên şerê taybet jî li ser bingehên hevkar didin rûniştandin. Başûrê Kurdistanê bipêvajoya dawî re vegerandine baregehek leşkerî ya dewleta Tirk. Li herêmê li kêleka qereqolên leşkerî rêxistiniya MÎT’ê jî tê pêşxistin, pêkanînên şerê taybet wek rojane tên plankirin. Bi taybet jî li vî perçî bi destê MÎT’ê pêkanînên bingehîn ên wekî hişber, fihûş û sîxurî tê teşwîq kirin. PDK’ê jî ji bo civakê ji PKK’ê dûr bigire piştevanî dide van cûre polîtîkayan. Di bingeha wan pêkanînan de lewazkirina PKK’ê û dûrxistina civakê ya ji PKK’ê armanc dikin. Heta ji bo xwe li ber çavê dewleta Tirk şirîn bikin, her cûre pêngavên piştevaniyê diavêjin. Bi vî awayî polîtîkaya ‘Kurd bi destê Kurdan kuştin’ tê meşandin. Her çiqas xeta xiyanetê ya ku bi pêkanînên xwe yên şerê taybet ve girêdayî, ji dewletên mêtînger re xizmet dike êrîşên xwe yên li ser civakê dijwar bike jî, di civakê de nerazîbûnek tûnd çêkiriye.

Bikaranîna jinê ji bû şerê taybet

Yek jî mijarên bingehîn ên ku pêwîste bê nirxandin, madeyên hişber ên bi destê amûrên şerê taybet tên belav kirin e. Qaşo di dîn de mey hatiye qedexe kirin, lê bikaranîna her cûre hişber, serbest kirin e. Di encama bikaranîna mey û hişbera zêde bi taybet jî nava jinên ciwan de, dibe sedema gelek xwe kuştinan. Di vê qadê de her cûre madeyên hişber (eroîn, kokaîn, krîstal û hwd.) pir zêde tê bikar anîn. Di paytexta rejîmê de kargehên ku wan madeyan hildiberînin hene. Bi taybet jî li her çar perçeyên Kurdistanê belav kirina wan madeyan bi destê polîsên xwecihî tê kirin. Piranî bazirganiya hişberê jî bi jinan didin kirin. Li kêleka bişaftinê yek ji rêbazên bingehîn ên di jiyana civakî de bi bidestxistina jinên ku wan ji bona vê yekê bikartînin û bi rêya wan jinan, di serî de jinê û civakê tevahî dixwazin ji rê derxînin. Her wiha di nav civakê de belvakirina fihûş, madeyên hişbir û sixûrtiyê jî ji bona heman armancê tê meşandin. Dewleta şerê taybet ji bo sîxûrkirina jinên ciwan serî li madeyên hişbir û fihûşê dide. Dîsa li Kurdistanê belavkirina kerxaneyan jî bi vê armancê ve girêdayî ye. Jinên ciwan di nav vê torê de tên helandin, bi vî awayê tê xwestin ku di nav civakê de ji rê derketina exlaqî û çandî were pêkanîn.

Serkêşê şerê taybet dewleta Tirk e

Yek ji rêbazên ku şerê taybet herî zêde li ser kar dike jî guhartina demografiyê ye. Ev rêbaz jî herî zêde di şexsê dewleta Tirk a faşîst de tê dîtin. Qadên ku hatine dagirkirin, ketiye bin venêrînê. Îro rêbazê bingehîn ê hikûmeta faşîst a AKP piştî dagirkeriya Efrînê jî bikar tîne ev rêbaz e. Efrîn ji bo çeteyan û Kurdên hevkar tên pêşkêşkirin. Yek ji rêbazên ku girêdayî guhartina demografiya tê pêkanîn jî êrişên li ser qadên dîrokî ye. Di bin navê parastinê de cihên dîrokî talan kirin û wêrankirina wan tê kirin. Dewleta Tirk şerê taybet taciz û destdirêjiyê her tim weke rêbazekê bingehîn bikar aniye. Ev amûrên ku weke rêbazên bingehîn ên helandina jinan tê bikar anîn. Rêber Apo vê rewşa ku hatiye bisazîkirin, weke ‘çanda tecawizê’ pênase kiriye. Dema dewleta Tirk şerê taybet dixe meriyetê, amûrê bingehîn ê ku bikar tîne saziyên medyayê ne. Di tevahiya  rêzefîlmên şerê taybet de Kurd weke kesên paşverû, kesên ku pêwîste werin perwerdekirin û rizgarkirin tê nîşandan. Ev rêzefîlm bi civakê tên temaşekirin, bi Kurdan tên temaşekirin û her ku diçe înkarkirina hebûna xwe tê pêşxistin. Li hemberî rastiya Zîlan tê xwestin ku pîrektiya hevkar were bilindkirin û pîrekbûn weke şêwazê jiyanê were pêşkêşkirin. Di gelek mijaran de dema ku civakek ji nirxên xwe were dûrkirin dikare were dîlgirtin. Şerê taybet ê roja me di nav wê hewldanê de ye ku vêya bi her awayê pêk bîne.

Rêxistinkirina fikirî têkçûyîna şerê taybet e

Di dawiyê de gerek her kes ji bo parastina hiş ji berî beden, xwe xûrt bike di milê bîrdozî de, di heman demê de rêxistinkirî be û bi civaka xwe re hevgirtî be, encax bi riya rêxistinkirina hişê civakê wê demê wê şerê taybet têk biçe.