Bi dirêjbûna temenê dagirkirina Efrînê ji aliyê dagirkeirya Tirkiyê ve, sûcên li dijî miovahiyê û li dijî xwezaya Efrînê dewam dikin. Komên çeteyan di talankirina herêmê de darên welatiyên resen dibirin û dişewtînin. Di çarçoveya kiryarên dagirkeriya Tirkiyê di Efrînê de şewatên bi zanebûn derheqê darên gelê ku koçber bûne de pêk tên.
Zana Roj/ Şehba
Rûbera Efrînê 3 hezar û 850 km2 ye, piraniya wê deverên çiyayî û deşt in. Beriya sala 2018’an deverên daristanî ji sedî 11 û zêdetir ji rûbera wê pêk dihat, ji ber ku deverên daristanî yên xwezayî û çandinî li derdora hemû gundên Efrînê belavkirîne.
Efrîn di Sûriyê û Kurdistanê de bi pirbûna darên xwe yên zeytûnan tê naskrin. Efrîna ku perçeyek ji dilê Kuridstanê bi xwezaya xwe ya geş û pirbûna ava xwe wergirtibû. Bi destpêkirina pergala mêtînger ya ku dagirkeriya Tirkiyê di sala 2018’an deli ser gel û herêma Efrînê pêk anî bû, Efrîn hêdî hêdî ji cewherê xwe ya xweşikbûna xwezayê û cografîk derdikeve. Talankirina xwezaya Efrînê û guhartina demografiya wê yek ji gavên herî serek yên ku bi dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan re pêk hatin. Derveyî sûcên kuştin, revandin, îşkençekirin, destavêtin û tunekirina nasnameya gelê Kurd bi zarok, jin, kal û pêrên wê ve, faşîzma Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê demografiya Efrînê ya hezar salan bi talankirina xweza, ser erd û binerda wê tar û mar dike. Ev sûc ji 7 salan ve bi hemû hovîritiya xwe berdewam dikin. hemû belge û tesbîtên ku derbarê talankirin û guhartina demgrafiya Efrînê ji aliyê faşîzma Tirkiyê ve hatine kirin, ji raya giştî û rêxistinên navnetewî re hatin rêkirin, lê li hember mafê gelê Kurd yê resen û sûcên dagirkeiryê bêdeng mane.
Gelê Kurd di Efrînê de li hember sûcên dagirkeriyê û komên çeteyan yên derheqê talankirin, qutkirin û şewtandina dar û zeviyln wan de tên kirin bê deng dimînin û ji metirsiya ku dane avakirin di nava gel de nikarin banga mafê xwe bikin.
Ji sedî 65 daristanên Efrînê wêran bûne
Zirara serweta daristanan di şeş salên borî de heya niha ji sedî 65 derbas bûye, di heman demê de tu bîlancoyên zelal ên ziyanan li ber dest nînin, lê wêraniya berfireh bi dîmenên vîdyoyên ku hatine belavkirin, rastiya qirkirina xwezaya Efrîn bi zelalî eşkre dike.
Piştî belavkirina wêneyên hovane yên birîn û şewitandina daristanan di encama avakirina malên mêtîngeriyê, tîcaretkirina bi daran, çêkirina komirê û şewatên bi mebest de, çeteyên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” kampaniyek daristanê li devera Meydankê li dar xistin, û got ku nêzîkî pênc hezaran şitil hatin çandin. Lê ev yek tenê weke piropagandeyekê hate kirin, da ku sûcên ku li dijî wêrankirina xwezaya Efrînê kirine; bitepisînin.
Agahiyên herî dawî li ser qirkirina xwezaya Efrîn ku ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn- Sûriye hatiye eşkere kirin wiha ne:
Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re diyardeya birîna daran li herêma Efrînê ya li gundewarê Helebê yê ku di bin dagirkeriya Artêşa Tirkiyê de ye, vegeriya û ev yek metirsiyê li ser mayîna şînatî, daristanên xwezayî, darên zeytûnan û darên fêkî dike.
Ji dema dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê di 18’ê Adara 2018’an ve, zêdetirî ji sedî 30 ji darên herêmê hatine birîn. Her sal ji aliyê komên çeteayn ve birîn û qutkirina darên fêkî û zeytûnên hemwelatiyên Efrînê zêdetir dibe. rûxmî ku qaşo biryar hatibû girtin ku darên herêmê ji aliyê komên çeteyan ve neyên qutkirin, lê ev yek bi tu awayî nehat pêk anîn û îsal zêdetir dibe.
Agir li gundewarê Efrînê yê dagirkirî ji aliyê çeteyên komên bi navê “Artêşa Niştimanî” û niştecihên ser bi wan ve bi mebesta talankirina jîngehê û bazirganiya daran pêk tên. Bi taybet di 2024’an de şewatên bi mabest bi darên zeytûn û fêkiyan yên welatiyên Kurd û daristanên herêmê herî zêde pêk hatin.
Di çarçoveya qirkirina xwezayê ya li herêma Efrînê ya dagirkirî de, beriya demekê endamên firqeya “Tûgaya Mu’tesim Billah” ku yek ji komên bi navê “Artêşa Niştimanî” ye, bi serkêşiya Tûgaya Bi navê “Ebû Rebîe” berpirsê gundê “Zaarê” yê navçeya Bilbilê ye. Agir berdan Daristan û darên gundê “Zaarê” di encamê de bi sedan darên fêkî (zeytûn, tirî, gûz, beyîv, sûma û hêjîr) hatin şewitandin.
Çavkaniyên xwecihî li Efrînê berê diyar kiribûn ku çekdarên opozisyona Sûriyê yên ku Enqere piştgiriya wan dike, ji Adara 2018an vir ve zêdetirî 500 hezar darên zeytûnan û zêdetirî 21 milyon darên daristanan birîn, di nav de 280 hezar darên zeytûnan, ku hinek ji wan daran temenên xwe zêdetirî 60 salî ne. Lê hêjmara fermî ya darên hilkirî û birîn nayê zanîn.
Şewtandina darên welatiyan û daristanên Efrînê didomin
Îro agir metirsiyek mezin e li ser daristanên Efrînê ji sala 2018’an ve bi sedan agir bi Efrînê ketiye û deverên berfireh ji daristanên wê şewitîne. Bi destpêka vê havîna 2024 ’an, qonaxek nû dest pê kir, ew e ku ji holê rakirina darên piçûk ên ku di bin siya darên mezin ên ku ji sala 2018 an ve hatine tunekirin şîn bûne. Nêzîkî du meh berê şewitandina van darên biçûk bi zanebûn hatin şewtandin. Di nava van şewatan de darên zeytûnê yên hemwelatiyên Efrînê jî pê re hatin şewtandin. bi taybet ev şewat li herêmên bakurê Efrînê bi taybetî çiyayên ku ji Bilbilê heta Raco û derdora wê dirêj dibin ket û bi hefteyan ev şewat pêketî dirêj kir.
`Zêdetirî 200 darên me hatin şewtandin`
Girêdayî şewata ku li Efrînê dibe, koçbera ji Efrînê ku ji 7 salan ve li herêma Şehbayê jiyan dike Zeyneb Bekir ji Gundê Bilêlka a navçeya Raco ya Efrînê ku darên bi xwîdana keda xwe mezin kiribûn hatine şewtandin ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Bi dagirkirina Efrîna me re em derbasî herêma Şehbayê bûn, dema em koçber bûne komên çeteyan dest danîn ser hemû dar û milkê ku me li pey xwe hêştine. Beriya demekê me bihîst ku agir bi daristanên navçeya me ketiye. Agahî ji me re hatin şandin ku zêdetirî 200 darên me yên zeytûnê tev darên beyîv û gûzan ji aliyê komên çeteyan ve hatin şewtandin. Di oxira mezin kirin û parastina darên xwe yên ku hebûn û nasnameya me ya Efrînê demsîl dike de me canê xwe dida ber û bi xwîdana keda sala me mezin kiribûn. Niha jî rûxmî ku me her tişt li pey xwe hêştiye, ji ber em xwedî şehîd û girêdayî xeta rêbertî ne darên me hatin şewtandin”.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Berê her deh salan carekê agir bibû û bi lez ji aliyê gel û hikûmeta Sûriyê ve hatibû kontrolkirin. Di sala 2008’an de li herêma Teteran ya navçetya Cinderesê şewat hate pêk anîn, lê di wê demê de hikûmeta Sûriyê helîkopter û bi dehan otombîlên xwe ji bo vemirandina wê şandibûn. Di dema Rêveberiya Xweser de ji sala 2012 heta 2018’an, ti şewat li herêmê derneketin.