Can Yûsif
Hunermend Yara Ehmed stêrkek geş li ezmanê strana gelêrî ya kurdî ye.
Çaxê ku gulava dema borî (rabirdûyê) têkil henaseya îroyîn dibe, projeyek hunerî ya xweş û bedew tê afirandin, hesret bi bêrîkirinê re û evîn bi nalînê re têkel hev dibe…
Bêhna rabirdûyê mîraseke xweş e ku di dilan de dimîne û dema niha dixemilîne, ji wê xweşbînî û hestek bêrîkirina paşerojê û rojên xweş dibiriqîne û da ku wergir bi bêhna vê mîrasa kêfxweş bibe ku tucaran ji bîr nebe û ne wê were jibîrkirin çiqas dem derbasbibe.
Yara Ehmed… Ew bi dengê xwe yê şîrîn ezmanê hunera resen a kurdî ronî dike, bi xemgîniya serdema xweş vedijîne, bi dengê xwe henasên dilan dixemilîne û bi dengê xwe taveke germ a welatparêzî û hestiyariyê xêz dike, heta ku hişt ku navê wê bibe mîna heyvek li ezmanê hunera kurdî bibiriqîne, bi hestên xwe yên germ firehiya asoyê ronî dike û stêrka wê dibiriqe û şewqa wê li gorî hemû çêjeya ye.
Hunermend û stranbêja Kurd a ciwan û jêhatî Yara Ehmed di 2’ê Çileya 2003’an de li bajarê Hesekê – taxa Kelasê li Rojavayê Kurdistanê ji dê û bavên Kurd (Selahedîn û Zehra) û ji malbateke welatparêz, hunerî û rewşenbîr xwedî çand û mişt ji ruhê welatparêziyê, hatiye dinya yê.
Bavê wê, Selahedîn, endezyar û helbestvan e ku ev 15 sal in bi zimanê kurdî helbestan dinivîse û dîwaneke helbestên wî li ber çapê ye, eslê wan Hoseynîne ji koçberên Tirkiya ne, ku bapîrên wan ji ber zilm û zordariya Tirkan reviyane li Rojava û li gundê Zeydiyê yê bajarê Dirbêsiyê bi cih bûne.
Dibistana seretayî, navîn û amedeyî li bajarê Hesekê xwendiye, piştre xwendina xwe ya zanîngehê li zanîngeha El-Furat a bajarê Hesekê li kulîjeya (Fakulteya) Bazirganî û Aborî berdewam kiriye.
Ew di nav malbateke hunerî de mezin bûye, ku ji mêj ve bi stran û awazên kevneşopî yên Kurdî re eleqedar bû, ji serdema bapîrê xwe Îbrahîm heta roja îro, ku hunermenda me ya hêja Yara Ehmed û birayê wê yê mezin Behzad ev pîşe ji wan wergirtine.
Meyla xwe ya hunerî di heşt saliya xwe de bi stranbêjiyê dest pê kiriye û bi destê birayê xwe Behzad fêrî lêdana tembûrê bûye , wê di vê temenê xwe yê biçûk de bi jêhatîbûna xwe û bi bedewiya dengê xwe bal kişandiye ser xwe û jêhatiya wê di dibistanê de zêdetir derketiye pêş û beşdarî gelek konsertan bûye û stranên herî xweş ên gelêrî û welatparêzî pêşkêş kiriye.
Ew ji hezkirî û dilbêjê deng û awazên navdarên Kurd yên wek hunermend (Mihemed Şêxo – Aram Dîkran – Şivan Perwer – Seîd Yûsif, Ciwan Haco û Seîd Kabarî…) bû û tevî temenê xwe yê biçûk jî stranên wan ezber kiribûn ,wê bi nazikî û rast distiranin.
Ji wê demê ve gelek kesan pêşerojeke geş ji bo wê di warê huner û stranbêjiyê de pêşbînî kirine û ne tenê stranbêjî xewna wê bû, ji ber ku ronahiya şano û lîstikvaniyê bala wê kişandibûn, ji ber vê yekê, di sala 2015 de, wê û çend hevalên xwe yên dibistanê beşdarî damezrandina komek hunerî ji bo şano, lîstikvanî, û stranbêjiyê bûn.
Ew du salan beşdarî lîstikvanî û stranbêjiyê li ser sehneyan bû, piştî wê ji komê derket û ji bo berdewamkirina xwendina xwe ya zanîngehê.
Hunermenda Kurd Yara Ehmed ku bi dengê xwe yê bihêz û edakirina xwe ya xweş di cîhana mûzîk û stranbêjiyê de tê naskirin, wê di temenê xwe yê biçûk de dest bi karê hunerî kir û ew ji zarokatiya xwe de bi dengê xwe yê bênîşe û edakirina xwe ya cuda xuya bû.
Hunermend Yara li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê gelek naskirî û navdare , wê gelek Serkeftinên balkêş di cîhana huner û afirandêriyê de bi dest xistine, bi rêya stranên xwe yên ku resenî û nûjeniyê ku tevlîhev dike, hestên evînê, êş û hêviyê bi awayeke pir bi bandor tîne ziman.
Di sala 2021’an de, ew yekem car derkete ser ekranê televîzyonê di bernameya Hunermend Cemal Terêj de ya bi navê “Stranên Welat”, ku tê de Mewala Fatima Salih Axa gotiye , hişte ku navûdengê wê di nav gel de pir belav bibe , û wan ji deng û rengê strana wê hez kirin, û piştî wê jî berdewam kir bi strandina mewal û stranên kevn û gelêrî û ew gelekî bi stranên şehsiwarên kevneşopa kurdî bi bandor bû, yên stûnên hunera Kurdî wek: (Şakiro – Kewês Axa – Îsa Berwarî – Mihemed Arif Cezrawî – Eyşeşan – Meryem Xan – Rifet Darî û yên din) .
Şarezayiya hunerî ya Hunermend Yara Ehmed bi stranbêjiyê tenê re sînordar nebû, ji ber ku wê xwe fêrî lêdana çendîn amûran kiriye wek (tembûr, baglama, ûd, keman, û defê).
Ji biçûkatiya xwe de dest bi awazkirina helbestên bavê xwe kiriye û ji wan ev stran çêkirine:
1-Strana Dayê sala 2014’an
2- Strana “Zimanê Kurdî” sala 2015,’an
3- Strana (Stêrkên li Ezmanan) sala 2015’an
4- Strana Pakrewan sala 2021’an
5- Strana Newroz sala 2022’an
6- Strana Gulîzer sala 2023’an
Di sala 2023’an de, wê straneke gelêrî (Ehmedê Mala Mûsa) ya Seîd Axa tomar kiriye.
Heya roja me ya îro jî karê xwe yê hunerî didomîne û çend stranên wê ji awazên wê hene ku vê dawiyê çêkirine û di studyoyan de têne tomarkirin…
Her wiha wê gelek stranên kevin û folklorî bi dengê xwe tomar û nûjen kirine, armanca wê jî nûkirina wan stranan ew e ji bo ku werin parastin ji windabûnê, da ku nifşê nû guhdarî mîrata me ya guranbiha û resen bike.
Wê bi eşq, bi gewriya xwe ya zêrîn û bi hestên xwe yên bilind, stranên herî xweş gotine û wê bi kelecan bi tiliyên xwe yên hevrîşim awazên herî xweş lêxistine, Stranên wê ji nêz ve bi jiyana civaka Kurdewarî ve girêdayî ne, wê di destanên xwe yên hêja de ji bo Kurdistan û şoreşê strandiye, herwiha ji bo evîn, prensîb, nirx û azadiyê jî stran gotine. wê şêwazek ya hunera bilind pêşkêş kir, û dengê wê yê ferîşteyî bi diyardeyên helbestê û awazên şîrîn ên tiliyên wê yên zêrîn re hate yek kirin.
Piştgir û teşwîqkarê sereke yê hunermend Yara di karê wê yê hunerî de, piştî malbata wê, hunermendê qedirbuha Cemal Tîrêj bû, ku dengê wê yê xweş û afirîneriya wê ya hunerî eşkere kir, di tomarkirina stranên wê de alîkariya wê kir û rê şanî wê da û ew teşwîq kir ku berdewam be di stranbêjîya bi şêwaza folklorîk û mewalên kevin ên ku dema borî têklî ya îroyîn dike û nûjenbûnê ( modernîtî) tevlî ya kevnartiyê dike û nûvekirin têkil resentiyê dike û kilasîk tevlî şêwazek nûjen a balkêş dike ku bav û kalên me di dîrokê de heta îro ji me re hiştine, ku xwe dispêre çandek dîrokî, çandî û mirovahî yê ku bûye mîrateya şaristaniya mirovahiyê û gel tînbûna xwe ji kaniyên wê yê diherikin avdidin.
Dema ku giyan (ruh) bi muzîkê re têkil dibe, hunermend Yara Ehmed jê dayik dibe, di karê wê yê hunerî de serkeftin û pêşkeftin û afirîneriya zêdetir dixwazim û hêvîdarim ku bibe stêrikek geş di ezmanê strana gelêrî, huner û muzîka kurdî de .