Ronaz Silêman/Qamişlo
hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Gulîstan Ismayîl diyar kir ku armanca sîstema xwendinê ya Rêveberiya Xweser ew e ku her xwendekarek bi tîp, hişmendî û zimanê xwe perwerdeyê bibîn e.
Desteya Perwerdeyê û Fêrkirinê her sala, ji bo sala xwendinê ya nû û pêşwazîkirina xwendekaran amedakariyên xwe dikin. Herwiha di 1`ê Îlona 2024`an de li seranserî gundewar û bajarên Kantona Cizîrê dibistan deriyên xwe ji bû pêşwazîkirina sala nû ya xwendinê vekirin. Bi vekirina dibistanan re, rêveberî û mamosteyên dibistanan di hefteya pêşî de ji aliyê belgekirinê, pêşwazîkirina xwendekaran û paqjkirina dibistana dewam dikin û li gorî wê kar û xebatên xwe yên sala xwendinê didin meşandin. Û di hefteya duyem ji vekirina dibistanan, xwendekar bi fermî derbasî dibistanan dibin. Di heman demê de îsal Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê di betlana havînî ya dibistanan de, dest bi çeksazkirina dibistanan kirin û li Kantona Cizîrê di dibstanan de kar û xebat ji bo kenalên avqirêjiyê, derî, pencere û hwd… hat kirin û heta niha jî ev pilan berdewa me, li hin dibistanan kar bidawî bûye, li hinan gerek di heftiya bê de bidawî bibe. Herwiha çeksaziyeke tam ji zêdî 15 dibistanan re hate kirin. Tevî van çeksaziyan jî hin dibistan hebû ji ber ku avahiyên wan kevinin bûn û ji demeke dûr ve hatine avakirin, çaksazîkirina wan zehmet bû. Ji xwe li seranserî Kantona Cizîrê hezar û 778 dibistan hene, di wan dibistanan de zêdeyî 200 hezar xwendekar ji aliyê 16 hezar mamosteyan ve fêrî xwendinê dibin û ev xwendekar ji hemû pêkhateyan e.
Derbarê sala xwendinê ya 2024 û 2025`an de, hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Gulîstan Ismayîl ji rojnameya me re axivî.
Gulîstan Ismayîl diyar kir ku di betlaneya havîn ya dibistanan de, amedekariyên wan ji bo sala xwendinê ya nû hat kirin û wiha got: “Di 1`ê Îlona 2024`an de li Kantona Cizîrê dibistan deriyên xwe ji bû pêşwazîkirina sala xwendinê ya nû vekirin. Herwiha me amedekariyên xwe ji bo sala xwendinê ya 2024-2025`an kirine, di destpêka salê de me bexçeyên zarokan amed kirin, mamoste jî li gorî wan bexçeyan ji aliyê komisyonên ku hatibûn hilbijartin hatin perwerdekirin, ji bo ku bikaribin zarokan li ser pîvanên civakê bidin perwerdekirin, di heman demê de pêdiviyên ji bo bexçeyên zarokan jî hatin dabînkirin û li tevahî bexçeyan hatin belavkirin. Li kêlek vê jî bo qonaxên dîtir sertayî, navîn û amedahî mamoste hatin perwerdekirin û perwerde li ser çend waneyên bingehîn hat dayîn, mîna Rêzknameya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê, felsefa perwerdê û fêrkirinê, Rêveberiya perwerdê û pilankirina perwerdê ji bo ku mamosteyên perwerdê bikaribin rêveberiya perwerdê, arşîf dibistanê ji aliyê tomarkirinê, nirxandinê bikin, sîstema nirxandinê jî niha amedekarî jêr tên kirin ku perwerde li ser bê dayîn, ev perwerde wê ji bo hemû rêveberên dibistanan bê dayîn û li gorî wê rêveberê dibistanan mamosteyan perwerde bikin.”
‘Di menahicê 4 refan de guhertina hatiye kirin’
Gulîstan Ismayîl eşkere kir ku di menahicê çend refan de guhertin hatiye kirin û wiha got: ” Guhertina îsal ya ku di minhacê dibistana de ji aliyê Saziya Menahic a girêdayî Desteya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye, di refa yek, 4, 7 û 10`an de, bi hemû biranşên xwe yên zimanê erbî û kurdî hin guhertin û sereraskirin hatin kirin, niha ew biranş jî di çapê de ne û di demê nêz de wê bên amedekirin û li şargirtan werin belavkirin. Herwiha di sala bûrî de, astengiyên ku li pêşiya Desteya Perwerdê ya kantona Cizîrê derketin, êrişên domdar yên dewleta Tirk a dagirker e, ew jî bû sedema ku li gelek bajar û gundewaran dibistan bên rawestandin, ev bi xwe jî bandoreke neyînî li ser rewşa xwendinê û xwendekaran kir, bi taybet li Til Temr û Zirganê zêdeyî 4 hezar xwendekar ji mafê xwe yê xwendinê bê parin, ji ber ku dibistanên wan hatine dagirkirin. Di heman demê de dibistanên li ser xeta êrişan xwendekar nikarin derbasî wan dibistanan bibin, ev bixwe jî sûcên mezin in. Her çiqas me wek Desteya Perwerdê hewl da ku di wan deran de cihan ji bo xwendinê bibînin, lê êrişên berdewan bandor li pêşiya me bû astengî.”
‘Xeyala gelê me bû ku fêrî zimanê xwe bibin’
Gulîstan Ismayîl da zanîn ku gelek malbatên me berê zarokên xwe didin dibistanên erebî bi hinceta ku pêşerojê ji zarokên xwe re didin avakirin û wiha got: “Di destpêka şoreşê de tenê fêrkirina tîpên kurdî derbasî dibistanan bû, hêdî hêdî gavên dîtir hatin avêtin û saziya menahic hat avakirin, desteya perwerdê berfireh bû, wê demê me karî minhacê xwe bi sê zimanê sereke yê ku niha di sîstema Rêveberiya Xweser de tê birin, zimanê erebî, kurdî û suryanî hat çêkirin. Herwiha hejmarek baş ji xwendekaran li zimanê xwe xwedî derdikevin, di eynî demê de astengiya ku tê pêşberî me, mihacê rêjîmê ye ku niha li Qamişlo û Hesekê û deverên dîtir dibistanê wan hene, lewra em bêjin nebêjin bandoreke neyînî li ser sîstema me ya perwerdê dike.
Herwiha beriya şoreşa Rojava ji gelê me re xeyal bû ku bi zimanê xwe biaxivin û zarokên wan fêrî zimanê dayikê bibe, ji ber her dem rêjîma Bais rê li pêşiya me digirt û me ji zimanê me bêpar dikir, lê dema ku ev derfet hatiye ber derî, zarokên xwe di dibistanên erebî de tomar dikin û li şûna ku pêşeroja wan ava bikin, pêşeroja wan winda dikin, ev derfet jî ne bi rengekî hêsan hatiye avakirin, gelek cangorî bûn feda, da ku zarokên civakê bi zimanê xwe bixwînin û fêr bibin. Em jî weke desteya perwerdê ji bo vê yekê gelek civîn ji malbat û xwendekaran re çêkirine, da ku rê li hemberî vê yekê bê girtin. Ew bi xwe jî li gorî zihniyeta malbatan dimîne, tenê dibêjin dibistanên Rêveberiya Xweser heya niha ji aliyê navnetewî ve nehatiye pijirandin, minhacê me jî li gorî minhacê gelek dewletan minhacekî pêşketî ye û dikare pêşerojeke zanistî ava bike, li ser vê bingehê jî hatiye erêkirin. Lê hîn jî her kes neghiştiye wê bawariyê. Tevî vê yekê peymangeh û zanîngehên me yên li Herêman Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, di zanîngehê de jî li ser asta master û diplomê perwerde tên dayîn, ev bi xwe jî gaveke stratîcîk e.”
‘Her zarokek bi zimanê xwe perwerdê dibîne’
Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê li Kantona CizîrêGulîstan Ismayîlaxaftina xwe wiha qedand: “Armanc sîstema xwendinê ya Rêveberiya Xweser ew e ku her gelek û her xwendekarek bi tîp, hişmendî û zimanê xwe perwerdeyê xwe bibînin, ev bi xwe jî şoreşeke û gaveke dîrokî ye ku li tu deverê cîhanê tuneye, yan din jî xwe dispêre fikrinên Netewa Demokratîk, di vî fikirî de nijadperestî qewmewî, olî, yan jî nijadperestiya ku civaka ji hev cûda bike tune ye û ya bingeh jî her zarokek zimanê xwe bi rehetî biaxive û xwe di pêşeroja xwe de bibîn e, ji ber ku ev ziman her tim qedexekirî bû, tenê zimanekî serwer hebû, hemû gel jî bi wî zimanî diaxivîn. Herwiha em weke Desteya Perwerdeyê di destpêka salê de, me pilanname daniye pêşiya xwe, encamnameyên me yê civînê hene, li gorî wan encamnameya tev bigerin û hewl bibin hemû pêdiviyên dibistanan pêk bînin. Em hêvîne sala xwendinê li xwendekar û mamosteyên me ronî be û serkeftinên mezin bidest bixin.”