Argêş Gewda/Qamişlo
Di dîroka metinger û desthiladaran de gelek caran ji bo ku rastî dernekeve holê, yên ku rastiyê dişopînin dibin armanca êrîş û zextên wan. Ji ber ku rastî şopandin heqîqet derxistina holê ye. Şopdarên rastiyê; endamên çapemenî û ragehandinê herdem rastî lîstokên xerab, tundî, işkence û zexta mitîngeran tên. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî, endamên Ragihandina Azad ji aliyê dagirkeran ve tên armancgirtin.
Yekem şehîdê ragehandina azad li Bakurê Kurdistanê; Cengîz Altûn
Yekemîn şehîdê Çapemeniya Azadiyê Cengîz Altûn di 9’ê Tîrmeha 1968’an de li navçeya Hîsar a Êlihê ji dayik bû. Cengîz piştî ku lîse li Êlihê qedand, di sala 1990’î de qeyda xwe li Beşa Makîneyê yaDibistana Pîşeyî ya Êlihê kir. Cengîz di sala 1991’ê de li Rojnameya Yenî Ulkeyê dest bi kar û xebatên rojnamevaniyê kir. Ji ber ku Cengîz weke welatparêzekî mezin bû, ji nêz ve bi Tevgera Azadiya Kurd re eleqedar bû. Bi rojnamegeriyê re mijûl dibû. Ew derketin û ronîbûna vê ceribandinê, ya wê derketinê teşwîq dikir. Rojnamegeriya Kurdî ya ku bi Rastiya Gel dest pê kir û bi Welatê Nû dom kir, hîn nû dest bi pêşketina xwe kiribû û ji ber vê rewşê dewletê gelek zext li ser dikir. Ji ber ku pergala wan di meriyetê de bû û dibe bi temamî hatiba bêdengkirin. Ji ber vê yekê Cengîz ji bona wan bû armanc. Cîhan hemû matmayî mabû. Di destpêka salên 1990’î de li herêmê êrîşên kontra dest pê kirin. Van çalakiyan bû sedema armancgirtina bajarê Êlihê. Cengîz ji vir çi diqewime ji rojnameyê re şand, li wê derê hem hat tomarkirin û hem jî ji aliyê cîhanê ve hat bihîstin. Berdêla rojnamegeriyeke wiha giran dibe, bi rastî jî ev sedem dibû metinger nekarin armancê xwe pêk bînin. Dewleta mêtinger û desthiladar wê demê bi vekirî û veşartî hemû gel û çapemeniya gelan bêdeng dikir. Lê Cengîz di şert û mercên dijwar ên cihan de rojnameger û paqijkera ruhê paqijiyê bû. Ji ber wê jî her roj li dijî wî gef dihatin xwarin. Her carê serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da. Ji ber hovîtiya herêmê Cengîz di sala 1991’an de dawî li jiyana xwe anî. Lê belê tam 3 meh piştî vê daxwaznameyê, Cengîz bû yekemîn şehîdê çapemeniya azad yê li Tirkiyeyê hate qetil kirin.
Şehîdên Çapemenîya Azad yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, dîrok û cihê şehadetê:
-Cengiz Altûn, Rojnameya Yeni Ülke, Êlih, 24’ê Sibat 1992.
-Hafız Akdemir, Rojnameya Özgür Gündem, Amed, 8 Hezîran 1992.
-Çetin Ababay, Kovara Özgür Halk, Êlih, 29 Tîrmeh 1992.
–Yahya Orhan, Rojnameya Özgür Gündem, Serêkaniyê/Riha, Gercuş, 9 Tebax 1992.
–Huseyin Deniz, Rojnameya Özgür Gündem, Serêkaniyê/Riha, 10 Tebax 1992.
–Musa Anter, Rojnameya Özgür Gündem, Amed, 20 Îlon 1992.
–Namık Tarancı, Kovara Gerçek, Amed, 20’ê Mijdara 1992.
–Orhan Karaağar, Nûçegihanê rojnameya Özgür Gündemê ya Wanê, Wan, 19 Çile 1993.
–Uğur Mumcu, Rojnameya Cumhuriyetê, Enqere, 24 Çile 1993.
-Kemal Kiliç, Rojnameya Özgür Gündem, Akçakale-Riha, 18 Sibat 1993.
–Mehmet Îhsan Karakuş, Rojnameya Farqînê, Sîlvan, 13 Adar 1993.
–Ferhat Tepe, Rojnameya Özgür Gündem, Bedlîs, 28 Tîrmeh 1993.
–Muzaffer Akkuş, Rojnameya Milliyet, Çewlik, 20 Îlon 1993.
–Nazim Babaoğlu, Rojnameya Özgür Gündem, Siwêrek-Riha, 12 Adar 1994.
-İsmail Ağay, Rojnameya Özgür Ülke, Êlih, 29 Gulan 1994.
–Ersin Yıldız, Rojnameya Özgür Ülke, Stenbol, 3 Kanûn 1994.
–Seyfettin Tepe, Rojnameya Yenîpolîtîkê, Bedlîs, 29.08.1995.
–Metin Göktepe, Rojnameya Evrensel, Stenbol, 08.01.1996.
–Hrant Dink, Rojnameya Agos, Stenbol, 19 Çile 2007.
–Engîn Çeber, Kovara Meş, Stenbol, 9ê Çiriya Pêşîn 2008.
–Metin Alataş, Rojnameya Azadiya Welat, Edene, 4 Nîsana 2010.
–Kadir Bağdu Rojnameya Azadiya Welat Adana 14 Cotmeh 2014.
–Rohat Aktaş Rojnameya Azadîya Welat 24 Sibat 2016 Cizîra Şirnex.
Şehîdên Çapemenîya Azad li Rojhilatê Kurdistan û Îranê
Ji sala 1979’an û pêde ku desthilata komara Îslamî hate ser kar rayedarên nûhatî zû cewherê xwe yê li dijî ‘azadiya raderbirîn an jî beyankirinê’ dane xûyakirin.
Li Rojhilata Navîn kîjan hikumet li ser desthilatiyê be an jî nû hatibe ser kar, ne girîng e; dîrok dide xûyakirin ku hindik hikumet hene ku bi “azadiya derbirînê” re hevaheng in û li dijîpênûsa azad in. Hikumet bi eşkerekirin, rexne û her tiştê ku hêza wan piçûk dike re mijûl dibin. Mînaka wan dewletan Îrana serdema Pehlewî û Xûmêynî, Baasîyên cinayetkar li Îraqê, Tunês û hwd in. Di vê navberê de nûçegehan û rojnameger ji hemû komên din zêdetir di bin gefên kuştin û girtinê de ne. Girtîgeh ji bo hikûmetan weke amrazekî tepeserkirinê û belavnebûna nûçeyên rast û durist riya herî hêsan e. Hinek xwedî desthilat vê tercîh hildibijêrin ku rexnegirên xwe bi tevahî ji holê rakin. Herî kêm ji 100 salên berê û şûnde di rêya agahdarkirinê de dehan rojnameger û rewşenbîrên naskirî li Îran û Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
Dema ku Riza Pehlewî hate ser kar kesên yekê ku ji ber helbestên xwe yên şoreşgerî hate teror kirin Mîrzadê Êşiqî Kurdistanî bû. Piştî wî jî gelek kesên din hatine kuştin û terorkirin ku yek jî dîronivîs Ehmed Kesrewî bû.
Bi hatina rejîma Xûmênî re re hêvî ew bûn ku dawî bi kuştina rojnamevan û rewşenbîran were, lê rejîma nûhatî zû da diyarkirin ku, li dijî ragihandina azad e.
Di dîroka Sibata sala 2017’an saziya ragihandina bêsinor eşkere kiribû ku 4 rojnamevan bi navê “Seîd Sultanpûr”, “Rehman Hatfîmonferd”, “Simon Ferzamî” û “Elî Esxer Emîranî” di salên 1980‘an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.
Simon Ferzamî rojnamevanekî hemwelatiyek Swîsrî û Îranî bû ku piştî şoreşê li Îranê karê xwe berdewam dikir. Ew berpirsê ofîsa “Agence France-Presse” li Îranê û sernivîserê “Journal de Tehran”ê bû ku di meha Gulana sala 1979`an de bi tawana sîxurî bo Amerîkayê ye hat girtin û piştre jî ew îdam kirin.
Di 10 salên derbasbûyi de, gelek rojnamevan di hundir û derveyî Îranê de hatine kuştin û revandin. Ew di di bin zextên giran de neçar kirin ku li dijî xwe îtirafê bikin. Wêblagnivîs Star Bêhiştî li pey girtinê di bin şikenceyên giran û hovane da hate kuştin. Rojnamevanên naskirî: Halê Sehabî di merasima şîna babê xwe de hate kuştin. Ruhilah Zem bi rêbazên xapandinê ji Parîsê kişandine Îraqê û li wira ew girtin û li Tehranê îdamkirin. Ew xwediyê ajnsa Amednews“ bû ku xwedî rolekî mezin di agehdarkirina civakê de hebû û bi belgeyên zindî sirrên veşartî yên rayedarên komara îslamî eşkere dikirin û milyonha şopînerên wî hebûn. Mesûd Mulevî yek ji kesên jîr di karê ragehandinê de bû ku bi armanca eşkerekirina navê kesên ku di fesada aborî a Îranê de xwedî rolekî mezinin, ji Îranê reviya û xwe gehande Stenbolê.
Sedema kuştina wî ku hingî 33 salî bû ew belgeyên dewletê bûn ku hinek ji wan di kanala xwe a telgramê de belav kiribûn. Dema ku ew hat Tirkiyê, di Nîsana 2017’an de kanala Telegramê ya bi navê “Black Box-Sinduqa Reş” vekir. Wî xwe wek “dengê gelê Îranê” û “medyaya eşkerekirina gendelî, tawanên veşartî û pişt perdeya rejîma Komara Îslamî” da zanîn. Bi vî awayî gelek belge, agahî, vîdeo û dengên derbarê dezgehên dadwerî, wezareta ragihandinê û rêxistina îstixbarata Spahê Pasdaran belav kirin ku bertekeke mezin di civak û ragehandina cihanê de hebû.
Ew berê di nava sîstema desthilatdar de xebitîbû û li rex Refsencanî û Xatemî jî wêneyên wî hene. Vîdeoyên Molawî hene û nîşan dide ku ew çendîn car di radiyo û televizyona Komara Îslamî ya Îranê de wek “bavê zanista nû ya hişa destçêkirî ya cîhanê” hatiye binavkirin.
Riza Hodasabir lêkolîner, çalakvanê olî-mezhebî ku karê rojnamevaniyê jî dikir, di roja 10’an a gireva birçîbûnê de dema ew ji nexweşxanê vedigerandin girtîgeha Êvîn, jiyana xwe ji dest da.
Salên piştre dîsa 6 rojnamevanên din hatine kuştin: Kuroş Aryameniş, Îbrahîm Zalzade, Zehra Kazimî ku hemwelatiya Kanada bû, Omîd Riza Mîrsiyafî, Yeqûb Mêhnihad û Elîriza Êftixarî.
Di van 10 salên dawî de li gorî agahiyan, 10 endamên Çapemenîya PJAK’ê şehîd bûn û nasnameya 6 wana hatin diyarkirin Balafirên şer ên Tirk roja 1’ê Gulana 2018’an bombe li Navenda Çapemeniyê ya PJAK’ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandibûn. Ji ber vê bomberdûmanê 6 kedkarên çapemeniyê şehîd bûbûn û navê wan wiha ye:
– Hêrîş Amed (Diyako Bextiyar(
– Argeş Bawer (Kardo Elyalî)
–Firat Çelê (Behcet Tekîn(
– Armanc Merîwan (Cemal Resulî)
– Wedat Amed
–Raman Cawîd (Rehîm Borna)






