Hemza Sêvo/ Qamişlo
Piştî ragehandina dagirkeriya Tirk ji destpêkirina danûstendinan bi hikumeta Şamê re, li aliyekî gelên Sûriyê li dijî vê yekê rabûn ser piyan, li aliyê din jî çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk xwe difiroşin bi dolaran û li gorî berjewndiyên wê tevdigerin.
Vekirina deriyên sînorî; destpêka lihevkirina Essed û Erdogan
Di 26’ê Tebaxê de deriyê sînorî yê Ebû Elzindîn yê girêdayî Babê, hat vekirin. Ev yek di hemwextdariya gengeşe û diyaloga lihevkirina navbera hikumeta Şamê û Tirkiyê de pêk hat. Ji xwe xwesteka dewleta Tirk a dagirker ji danûstandina bi Essed re, ji demeke mêj ve dihatin xuyakirin. Dîrok şahid e dema ku dewleta Tirk a dagirker roja 24’ê Tebaxê hilbijart da ku êriş bakurê Sûriyeyê bike û herêma di navbera Cerbalus heta Ezaz dagir bike. 24’ê Tebaxê ji bo Tirkan wekî roja serkeftinê ye, ku di 8`ê Tebaxa 1516’an şerê Merc Dabiq dest pê kir û piştî şerên giran sultanê osmanî Selîmê yekemîn fermandarê Memalîk Qansiwa El Xewrî di 24’ê Tebaxa heman salê de li herêma Dabiq têk bir. Tişta ku di rabirdûyê de pêk hat, îro dîsa di tebaxê de dubare dibe. Dewleta Tirk ji Peymana Lozanê ve ya ku di sala 1923’an de hat lidarxistin, dixwaze hîn bêhtir sînorên xwe berfirehtir bike, Mîsaqa Millî bide meşandin, Heleb û Mûsilê bixe bin serweriya xwe. Vekirina deriyê sînorî yê Ebû Elzindîn metirsiyê li cem gelek sîsatmedaran ava dike ku ev yek destpêkek be ji bo vekirina riyeke aborî ber bi Helebê ve û pê re jî Helebê bixe bin dagirkeriya xwe. Pirsa mezin ya ku di serê hemû kesên ku rewşa Sûriyê dişopînin ew e ku wê piştî vekirina deriyê Ebû Elzindîn wê çi bibe?!
Serhildanên gel li hemberî lihevkirinan, li dijî gel jî binpêkirin
Dema ku hewldanên lihevkirinê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker xurt bûn, di meha Tîrmehê de nerazîbûna gelên sûrî li deverên dagirkirî li hember danûstandinan çêbû. Êdî bi sedan ji welatiyên Efrîn, Ezaz, Bab û hwd… li dijî dewleta Tirk a dagirker û kiryarên dagirkeriyê rabûn pêşandanan. Li gorî Rewangeha Sûrî, 12 xwepêşandan di nava rojên 5 ,6 ,7 ,9 , 10, 12, 16, 17, 19, 20, 23’ê Tîrmehê de çêbûn. Di xweopêşandanan de gelek kiryarên tundwarî pêkhat, ya herî berçav di 5ê Tîrmehê de bû, li navçeya Binîş li gundewarê bakurê Idlibê, di dema xwepêşandaneke de. Gelê Biniş yên ku daxwaza bidawîkirina komên çete û vekişandina dagikeriya Tirkiyê ji axa Sûriyê dikir, di encamê de 3 kes hatin girtin, di nav wan de dengbêjek şoreşger ku ji bajarê Humsê bû. Li aliyekî din jinan daxwaza berdana girtiyên di zindanan de, hem jî hesabkirina serokê Heîet Tehrîr Elşam, Elcolanî û kiryarên komên çete, kir. Di bersiva daxwazên gel û jinan de, endamên Heîet Tehrîr Elşam êrişî xwepêşanderên jin kirin. Di 17ê Tîrmehê de, endamên Heyet Tehrîr Elşam êrişî xwepêşandaneke li bajarê Idlibê kirin, girseya xwepêşanderan bi darê zorê belav kirin, û xwepêşanderan di nav kolanên bajêr de şopandin. Nerazîbûna gel li van deveran ji bo danûstanên tirkî-sûrî û vekirina deriyê sînorî yê Ebû Elzindîn her di rojevê de ye. Herwiha gel derdikeve xwepêşa
Bikaranîna komên çete li herêmê ji bo pereyan
Piştî destpêkirina şerê Lîbiya, Evxanistan destpêkir di sala borî de, êdî dewleta Tirk ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe komên çete yên girêdayî xwe, di wan şeran de bi kar anî. Bi dirêjahiya şer û pevçûnên ku li ser asta cîhanê tên çêdibin, di destpêka sala 2024’an de alozî li Nêjer derket. Dewleta Tirk a dagirker bi heman armancê dîsa tevlî şerî bû û pê re jî komên çete di vî şerî de bi kar anî. Wekî tê zanîn her çeteyekî ku li bakurê Sûrî, Efrîn, Serêkaniyê û tevahiya deverên dagirkirî di bin serweriya dagirkeriya Tirkî de dimîne, 100 dolaran werdigire. Lê eger komên çete beşdarî şerên herêmî bibin ew ê dewleta Tirk û bervaniya wê mûçeyeke bilindtir bidin çeteyan û fonên wan bibe hezar dolar, nemaze şerê Nêjer. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, dewleta Tirk a dagirker komên çete yên weke Emşat, Hemzat û hwd… li herêmên dagirkirî perwerde kirin. Cihê ku komên çete lê hatin perwerdekirin navçeya Şiyê ya Efrînê bû. Li gorî rêxistinê hat eşkerekirin ku 800 çete ji bo şerê Nêjer li Şiyê li ser destê artêşa dagirkeriya Tirk hatin perwerdekirin. Li gorî heman çavkaniyan jî hat zanîn ku dewleta Tirk sûdê ji ciwanên welatiyên herêmên dagirkirî, bi taybet nifşên ciwan werdigire. Herwiha ji ber rewşa abûrî ya zehmet dewleta Tirk ciwanan neçarî beşdarbûna şerê derveyîn dikin. Di Adara derbasbûyî de bi fonê 1000 dolaran komên çete ji bo şerê Nêjer di xizmetkariya Tikiyê de hatin şandin. Piştî bikaranîna komên çete di şerê Nêjer de, dewleta Tirk a faşist-mêtinger bi pilaneke qirêjtir komên çete ji bo şerê li hember Gerîlayên azadiyê amade kirin. Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan zêdetirî 550 çeteyên koma Hemza û Siltan Silêman Şah ji bo şerê Gerîla hatin amadekirin. Armanc ji xwe qirkirina gelê kurd e û pêkanîna Mîsaqa Millî ya Tikiyê ye. Li gorî rewangehê, cara destpêkê ku çete tevî şerê li dijî Gerîla bûn, di 22’ê Tîrmehê de bû. Dewleta Tirk a dagirker bi fonê nêzî 3 hezar û 500 dolarên emerîkî weke mercê amadekirina şer li pêşiya komên çete dest nîşan kir. Li gorî heman çavkaniyê, komên çete di êrişên li ser Gerîla de berdewam dike, gelek komên çete derbên giran ji Gerîla dîtine, hejmarek ji wan birîndar bûne û hin ji wan jî dîlgirtî ne.