Diyana Mistefa/Reqa
Bi amadebûna saziyên Rêveberiya Xweser, tevger, partî û glên herêmê, 6’emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ii Reqayê hate pîrozkirin.
Pîrozbahî li ber avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kantona Reqayê hate lidarxistin, tê de endamên deste, nivîsgeh û meclîsên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Serkirdayetiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şêx û rûspiyên eşîran, Kombûna Jinan a Zenûbiya, partiyên siyasî û rêveberên hêzên Sûriyeya Demokratîk, nûnerên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Meclîsa Kesk a Idlibê û bi dehan şêniyên kantona Reqayê amade bûn.
Pîrozbahî bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir, piştre hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd axivî û got:“Gavên mezin bi pêngavên dîrokî dest pê dike ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gaveke girîng bû.”
Her wiha Avîn Siwêd kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Em gelekî kêfxweş in ku ber bi pêkanîna hêvî û hêviyên Sûriyan ve diçin û me xwest ku têkiliyeke xurt di navbera şêniyên herêmê û rêveberiya ku beriya niha bi salan hatibû ragihandin.”
Swêd amaje bi wê yekê kir ku hebûn û berdewamiya şoreşê di van 12 salên dawî de bi saya fedekariya bi hezaran şehîd û birîndarên şer û hewldana hemû pêkhateyên civakê ji Ereb, Kurd, Ermenî, Asûrî, Suryan, Çerkez, Tirkmen û Çeçen, li gel piştgiriya Kurdistaniyan û gelên cîhanê.”
Hevserokatiya Rêveberiya Xweser di dawiya axaftina xwe de got, “Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare ji bo tevahiya Sûriyê bibe modeleke guncaw ji bo çareseriyê û ji vê platformê em bangawaziya xwe dubare dikin. Hemû hêz û aliyên Sûriyê li ser maseya diyalogê rûnin û çareseriya aştiyane ji krîza Sûriyê re pêş bixin.”
Di heman çarçoveyê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fatima Behbûh ve hat kirin û wiha got: “Berî her tiştî em Bi rêz û hurmet li ber giyanê şehîdên me yên ku canê xwe feda kirin û bi xwîna xwe ya pak axa vê xakê bêhn kirin.”
Fatima Behbûh jî wiha got: “Em îro jî wek her sal şeşemîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şanazî û serbilindiyeke mezin bi bîr tînin Ji bo avakirina projeyeke demokratîk a bi hêz û yekgirtî avabûna Rêveberiya Xweser bû qereqolek girîng li ser rêya têkoşîna gelê me, ji bo vegerandina mafên xwe yên rewa yên neteweyî, careke din gelê xwe û hêzên xwe yên leşkerî pîroz dikin ev helkefta mezin e û tekezî li ser pêşketina rêya şehîdan dikin.”
Li ser navê hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Leyla Qereman axivî wiha got: “Em şeşemîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li we pîroz dikin. Herêma bakur û rojhilatê Sûriyê bi saya fedekariya şehîdan û tevî hemû zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye û ev projeya “Demoqrat” hat avakirin.
Leyla Qereman wiha pê de çû: “Birêzên rêzdar, wek hûn jî dizanin, ev rêveberî di şert û mercên pir aloz ên siyasî û cîhanî de hatiye damezrandin, ku gelê me bi cudakirina baweriya xwe ya bi hêz, kariye gelek astengiyan derbas bike, biratiya gelan, sivîl biparêze û aşitî û jiyana hevbeş, û ji bo gihandina armancên xwe yên rewa û dadmendiya civakî, modelekê pêşkêşî Sûriyê bikin.
Li ser navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mehmûd Kobanî jî axivî û wiha got: “Em îro salrojeke mezin pîroz dikin ku salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev rêveberiya ku li ser şopa şehîdên weke Feysel Ebû Leyla, Mahîr Heleb û rêheval Ednan ên ji bajarê Reqayê ne.”
Mehmûd Kobanî got jî: “Hevalan, daxwazên we mezin in, lê bi saya şehîdên me û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi saya hevgirtina gelên herêmê, me karî van xeyalan rawestînin û em Sûriyeya Demokratîk li ber xwe bidin Hêz amade ne ku her êrîşeke navxweyî û derve bişkînin û em ê li ser şopa şehîdên xwe yên bi rûmet ku ji bo vê herêmê canê xwe feda kirine, bimeşin”.






