Ronaz Silêman/Qamişlo
Hesen Koçer diyar kir ku avakirina Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojilatê Sûriyeyê ji gelên herêmê û cîhanê re hêz, hêvî û azadiye û got; “Ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser û heta niha, hêzên hegemon dixwazin wê têk bibin, lê hevgirtina civakê û biratiya gelan pilanên van hêzan vala derdixe.”
Derbarê Salvegera 6`emîn a avakirina Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
1-Rêveberiya Xweser ji destpêka avabûna xwe ve û heya roja îro çi guhertin û veguhertin pêk aniye?
Ev nêzî 6 salan ku Rêveberiya Xweser hatiye damezrandin, bi boneya 6`emîn salvegera wê, di destpêkê de em şehîdên şoreşê yê ku kede û xebatekî mezin kirin, da ku ev rêveberî ji destpêka avakirina kantonan û heta niha ku rojane jî şehîdan tên dayîn, ji bo ku ev rêveberî bê avakirin û destkeftiyên xwe biparêze, di heman demê de, di şexsê şehîd Ferhad Dêrikê de, yê ku di avakirina kantonan û Rêveberiya Xweser de ked da û têkoşînekî pir mezin da, herwiha di şexsê Şehîd Xebat Dêrik de, ew şehîdê ku bingehê hêza leşkerî avêt û parastina Rojava tevahî hat kirin, di şexsên van şehîda tevhî de, em şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin.
Niha Rêveberiya Xweser çi guhertin çê kir, çê bi xwe re anî, çi pêş xist, derbarê vê yekê de merov kare gelek gavên dîrokî yên ku şoreşa Rojava û avakirin Rêveberiya Xweser pêk aniye wiha behsê bike. Di destpêkê de, bi çiroska şoreşa 19`ê Tîrmehê ev gav hat avêtin, piştî wê avakirina Kantonan, rêzgarkirina bajarên dîtir ji çeteyên DAIŞ`ê û heta em gihiştin avakirina Rêveberiya Xweser li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 6`ê Îlona 2018`an de. Ev gavana di rastiya xwe de guhertin û veguhertinekî pir mezin pêk anîn û di nava civakên navneteweyî û herêmî de bandor kir.
Heger em destpêka şoreşa 19`ê Tîrmehê, piştî wê avakirina kantonan, avakirina Rêveberiya Xweser ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û him hildana destiya şoreşa Sûriyê bi taybet li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava de şoreş şîrove bikin, hin istratîciya ku şoreşa me li ser rûnişt, di avakirina civaka demokratîk û azadiya jinê de, rolekî pir mezin bi hunandinekî mezin lîst û cara yekemîn li ser erdnîgaraiya Rojhilata Navîn, gelên dîtir tên gel hevdû, mîna gelên Ereb, Kurd û Sûriyan û bi kombûyîna van gelan sîstemeke demokratîk hat avakirin. Rûxmê ku kêm û kurtiyên xwe hebin, ji ber ku dewletnetewên din, bi zihniyeta netewperest û olperesta ku di nava civakê de dabûn çêkirin, ew civak berteref û tesviye kiribûn, ji bo vê zihniyetê em nabêjin ew bandora giştî pêk hatiye û ev hemû ji nava civakê rabûye, lê herî zêde ew bandor şikestiye. Bi vê şikenandinê em gihiştin zemînekî demokratîk ku li ser vê xakekê pekhateyên cûda, bi hevdû re jiyan bike. Herwiha guhertinên di Rêveberiya Xweser de hatiye çêkirin jî ev e, yek civak ew pêkhateyên di herêmê de hemû anîn gel hev, ya din jî azadiya jinê ji avakirin YPJ`ê heya Sîstema Hevserokatî di nav saziyên me de pêş ket û gihaşt astekî herî bilind. Ya dîtir jî Rêveberiya Xweser di aliyê xizmetguzarî de, rolekî pir mezin heta niha lîstiye.
Tevî ku bi şoreşa 19`ê Tîrmehê re û heta avakirina Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek zûr û zehmetî li pêşberî me derketin, mîna dorpêçê, êrişên dewleta Tirk a dagirker û êrişên Hikûmeta Şamê li ser Herêma me ku dixwestin tevliheviyê di nava gelan de bidin çêkirin, lê bi vê yekê bi ser neketin. Ji ber ku modêla Rêveberiya Xweser gihaştiye astekê ku gelê herêmê vê tevliheviyê qebol neke û xwe li ser bingeha civaka Demokratîk birêxistin bike. Lewra li dijî netewperestiyê û olperestiyê têkoşînekî pir dijwar hat kirin. Encamên civaka hevgirîtî jî ew e ku ruhê hevgirtinê û biratiya gelan di nava civakê de pêş xist. Ev bixwe jî serkeftinên mezin yê Rêveberiya Xweser e, ji ber ku li aliyekî de şer, parastin û li aliyekî din jî sîstem avakirin ne hesan e. Piştî rêzgarkirina bajarên di bin destê çeteyên DAIŞ`ê û avakirina 7 kantonan hewcedarî bi avakirina Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dîtin, da ku kar û xebat di aliyê siyasî, xizmetguzarî, parastin, civakî û hwd bên meşandin.
2-Rêveberiya Xweser di van salên derbasbûyî de karî bibe dengê hemû pêkhateyan û li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn çiqasî bandor kir?
Projeya Rêveberiya Xweser wek projeyekî demokratîk ku sîstemekî siyasî demokratîk di hundirê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêş ket, ev jî bandorekî erênî li ser herêmê tevahî kir. Her kes îro pê bandor dibe ku ev sîstem çawa çê bûye, li ser kîjan fikrî hatiye pêşxistin ev hemû derketine, ev ne tenê bala herêmê dikşîne, lê di heman demê de bala cîhanê jî dikşîne. Bi taybet bala herî zêde tê kişandin ew e ku Hêzên Sûriyeyê Demoratîk çawa li hemberî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da û hêzeke wiha tarî tesfiye kirin, ev alîkî wê ye, aliyê din jî Tevgera Azadiya Jin û pêşketina jin wek hêzên leşkerî derketin pêş, di heman demê de rola jin di sîstema siyasî û civakî de bal cîhanê kişand. Herwiha di Rojhilata Navîn de, modêla Rêveberiya Xweser wekî modêla demokratîk ya nû derket pêş. Ji ber di Rojhilata Navîn de piranî dewletnetewên navendî ne û li ser bingehê kolekirina civaka û netewperestî nêzî civaka dibin, êdî civakên Rojhilata Navîn ji vê bêzar bone, lewra lêgerîna wan ji bo projak nû hebû, ji bo vê dema projeya Rêveberiya Xweser derker pêş, bandorekî erênî li ser civakê herêmê û civakên cîhanê kir. Encamê wê jî tevlîbûna gelek enteresoyonalîst ku ji cîhanê hatin tevlî hêzên QSD`ê bûn û şer li dijî çeteyên DAIŞ`ê kirin û niha jî di nav sîstema me de, sîstemên entersyonalîst pêş dikevin.
Di roja îro de, gelek mirov cihê xwe di hundirê projeya Rêveberiya Xweser de dibînin, hêz, hêvî û azadiya xwe di nav de dibînin, bi vê armancê derbasî nav şoreşê bûn, da ku rola xwe di nav de bilîzin, ji ber ku projeyekî nû ye, belkî kêm û kurtî û pirsgirêkên wê derkevin, lê bandorek mezin li ser derdorê kir. Lewra hêzên derdor dixwazin vê pirojeya hîn tam pêş neketî û tam negihaştî astî bilind tesfiye bikin, ji bandora xwe li ser hêz û civakên navneteweyî heye, ku çawa civakek xwe birêve bibe, îrada xwe nas bike, ji komîn heta mecilsan, hemû rengên saziyê ku jiyana civakê birêve dibin, hatine avakirina bandor kiriye. Rêveberiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê êncamê vê berxwedana ku hatiye kirin, hate avakirin. Ji xwe armanca êrişên dewleta Tirk ji bajarê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û dagirkirina wan ew bû ku derbeyekê li şoreşa me bixin, lê tevî vê yekê armanca wan bi ser neketin, ji ber têkoşîna me ji bo azadî û dewmakirina berxwedên, ev yek vala derxist û em ê herêm û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.
3- Di dema niha de xeteriyên mezin li ser destkeftiyên Rojava, bi taybet li ser Rêveberiya Xweser hene, ev xeteriyên heyî wê çawa bên bêbandorkirin?
Herger em vala çend salên derbasbûyî hesab bikin, her tim metirsî li ser şoreşa Rojava hebû, xwestin bi gelek rengan jî vê metersiyê dewam bikin, ev metirsî jî bi destê çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên dîtir dikirin. Di heman demê de bi riya ragihandinê her tim dixwazin reşkirinekê ya Rêveberiya xweser di nava civakê de bidin avakirin û şerê taybet li hemberî Rêveberiya Xweser didin meşandin, da ku Rêveberiya Xweser tesfiye bikin, bê bawerî di nava civakê de pêş bixin û bi êrişên leşkerî jî gel koçber bibe. Herwiha metirsiya herî mezin jî armancgirtina dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov, li cihên me yê aborî, elektirîk, av û cihên dîdtir de, da ku jiyana civakê ji hev bixin û pêwîstiyên wan yên jiyanî nemînin.
Di dema niha jî de jî, dewleta Tirk dixwazin bi Hikûmeta Şamê re hevpeymanê bike, ji bo Rêveberiya Xweser tengav bikin, metersiyekî bi vî awayî jî heye. Dewleta Tirk dixwaze bi hemû diblomasiya xwe çawa bi Iraqê re kir û di Iraqê de 80`ê pargehên leşkerî yên dewleta Tirk hatine avakirin. Dewleta Iraqê bi îmzekirina vê hevpeymanê şaştiyekî herî dîrokî kir, êdî dewleta Tirk, Iraqê wek wîlayetekî xwe hesab bike, ne wek dewletekî xwedî serwerî û xak. Dewleta Tirk niha jî dixwaze bi vî awayî hevpeymanê li gel Hikûmeta Şamê bike, lê ev çiqasî wê serkeftî be heta niha ne diyare, Ji xwe diyametkirinên Rûsiya li ser Hikûmeta Şamê, dixwaze ev hevpeyman biçe serî, lê heger Hikûmeta Şamê vê yekê erê bike, bey ku dewleta Tirkiyê ji xaka Sûriyê vekişe, wê demê wê pirsgirêkên cidî derkevin, ev jî metirsiyeke pir mezin li Sûriyeyê tevahî ye, ji bo vê yekê divê amedekariyên me jî hebin, zanabûna parastinê di nav civakê de pêş bikeve. Û em têkoşîneke pir dijwar bidin û çareseriya siyasî di çarçoveya dewleta Sûriyê de pêk bînin, ji ber ku asta şer bilind dibe, di vê demê de em dixwazin bighêjin projeyekî wisa. Weke tê zanîn di sala 2023`an de me insyatîvekî siyasî dest pê kir, ev insiyatîv li ser bingehê hem pirsgirêka Sûrî-Sûrî çareser bikin û yekbûna xaka Sûriyeyê di armancê me de ye, lê heger Hikûmeta Şamê bi dewleta Tirk re hevpeymanê bike wê rewşa wê xerab bibe, lewra divê Hikûmeta Şamê vê rastiyê bibîne û bi Rêveberiya Xweser re bingeha çareseriyê bike, ji ber Rêveberiya Xweser hemwelatiyên Sûriyê ne û pirsgirêka Sûriyê di hundirê Sûriyê de tê çareserkirin ji derveyî Sûriyê nayê çareserkirin






