Volqan Elî
Ji bo ku heqîqet were fêmkirin, ev xiyanet be jî, ji zimanê tehlîl û dahûrandinan cudatir jî rêyeke din dibe ku hebe. Ew jî serpêhatiyên dîrokî ne. Çiqasî tesaduf e nayê zanîn dîroka xiyanetê jî li ser erdên ku îro wekî Îraq tê bi navkirin dest pê kiriye. Destaneke Sumerên qedîm: Paşxaneya xiyaneta mala BarzanÎ ji me re wisa rawe dike.
Li gorî ku ji nivîsên Sumerî yên li ser tebletan hatiye fêmkirin bajar-dewletê şaristaniya Sumer ê destpêkê navê wê Uruq bûye. Navê qralê wê yê destpêkê Gilgameş bûye. Li gorî destan-efsaneya Gilgameş, Gilgameş piştî demekê ku dibe qral ji ser xwe ve diçe û dibe qralekî zordest. Ji ber vê yekê Xwedavend Înanna ji bo ku wî bikuje, Enkîdo, ji çiya û daristanên bakurê Sumer (diyar Kurdistan e) dişîne li ser Gilgameş. Şaristaniya dewletê Uruqê bi hezar fenûfîtan Enkîdo dixapîne. Di encamê de Enkîdo ji çiyayên wî tîne xwarê. Êdî Enkîdo li pey rehetî û zewqa şexsî dikeve û heta Uruqê (Sumer) tê. Ji jiyana daristan û çiya dest berdide.
Gava tê Uruq, derdikeve pêşberê Gilgameş. Heft roj û heft şevan şer dikin. Lê her du jî nikarin bi ser bikevin. Di dawiya dawî de Gilgameş zora Enkîdo dibe. Li gorî qural û qeîdeyên şer diviyabûya Gilgameş, Enkîdo bikuştaya. Lê nekuştiye. Hema xwe diavêje sukra Enkîdo û dibêje; “wey birako! Tu jî wekî min mêrxasek bûye. Min yekî wekî xwe peyda kir! Were em bibin bira.” Werhasil her du jî dibin destbirak di navbera wan re ba derbas nabe. Uruqê ji nû ve sererast dikin, sûrên dardora bajêr saxlemtir dikin, talana civakên derdorê radikin. Her diçe Uruq (bajarê destpêkê yê Sumer) mezin dibe. Avahî, qesr û qonaxên nû lê dikin. Ji ber vê yekê, divê gorî çîrokê li hev were, ji bo ku avayan ji wan re girş û stûn hewce dikin. Jixwe Uruqa ku em dibêjin jî niha kevnewarê wê li başûrê Îraqê ye, ne dar zilek jî li derdorê peyda nabe.
Waye di zimanê kevneşopiya çîrok-destanan de sir û razên xiyanetê piştî vê em ê fêm bikin. Çi dibe? Ma ew ê ji ku dar û girşan peyda bikin. Qralê wan Gilgameş be jî zehmet e. Heta ne mimkun e. Hema ji wir Enkîdo xwe diavêje ortê. Wekî ku xeberekî xweş bide wan; “ez dizanim em ê li ku peyda bikin van dar û girşên ku ji me re hewce ne”.
Ma wê li ku peyda bike? Li daristan û çiyan… Ew li ku ne? Kurdistan.
Ha liv ir, ha li wir, Gilgameş û destbirakê wî Enkîdo artêşekê didin li pey xwe û dikevin li ser rêya welatê dar û daristanan. Dema diçin jî, qira civakên li ser rêya xwe tînin, talan dikin.
Dawiya dawî artêşa dagirker a Gilgameş û Enkîdo tên li ber daristana qewmê çiyayan. Lê Enkîdo dizane çi dike. Bi lerz û tayê xiyanetê dikeve. Dizane, eger bikevin welatê daristan û çiyan ew ê bi xwediyê daristanê, xwediyê çiyan re şer bike, ew jî hemûyan nas dike, hemû derê dizane. Ji ber vê yekê, bi nexweşiya tayê dikeve, dev û dirên wî dikin giregir. Ji Gilgameş re dibêje; “em neçin, xwediyê daristanê Hûvbaba wê me bikuje. Ew dêwek e, yek lêva wî li azman e, yek li erdê ye”. Tirsa wî, nikare Gilgameş qenea bike. Dikevinê û dest pê dikin daran jê kin.
Hûvbaba derdikeve li pêş berê wan, bi wan re şer dike. Lê bi wan nikare. Di dawiyê de Gilgameş, Hûvbaba diqefilîne. Jixwe ev çîrok e, li gorî wê Hûvbaba dibêje “temam, hûn daran qut bikin jixwe we ez têk birim. Lê divê hûn jî min nekujin”.
Piştî vê kokê xiyanetê yê di dîrokê de em ji zimanê mîtolojîk-çîrokî baştir fêm dikin.
Gilgameş, yanî dagirker, naxwaze wî bikuje. Lê Enkîdo dizane çi yê were serê wî. Difikire ku “eger Hûvbaba nemire, ew ê biçe rastiya wî ji hemû civaka daristan û çiyan re bêje. Ku çawa ketiye li ber dagirkerekî û hatiye welat dide dagirkirin. Ji ber vê yekê, pir israr dike ku Gilgameş, Hûvbaba bikuje. Şexsê Hûvbaba temsîla civaka çiyayî (pêşiyên Kurdan) dike. Em ji vê destanê fêm dikin ku Enkîdo jî nokerî û xiyanetê temsîl dike.
Çi tesaduf e ku piştî bi hezarê salan heman çîrok û têkoşîn li ser heman erdan li Gare, Zap û Metîna didome. Tenê ferqeke biçûk heye: hêzên dagirker vê carê ji bakur hatin. Ya din jî hêzên xiyanetkar biqasî Enkîdo, ne xwediyê rûyê şermê ne ku ji şerm û tirsê bi nexweşiya ta bikevin.






