Lîloz Hisên/ Qamişlo
Komîteya têkiliyên Diplomatîk ya TEV-DEM`ê bi hevkariya Komîta Têkiliyên Dermansazên kantona Cizîrê, li bajarê Qamişlo li baxçeyê Xwendinê semînerek derbarê giringiya kar û xebatên diplomasî di pêşxistina beşê tenduristî û Dermansazan de lidarxist.
Da ku bal bê kişandin ser rola diplomasiyê, bi taybet di vê dema hestyar de ku dorpêçek li ser herêmê heye, her wiha ji bo girêdana gel û civakê li ser bingehê biratiya gelan, çand û dîroka gelên ku di Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dijîn, ji bo xizmet û yekîtiya gelan û ji bona ku ev têkiliyê diplomasî bikevin xizmeta civakê de.
Di semînerê de Dermansaz û bijîşk û kesayetên bi karê diplomasiyê ve mijûl dibin hazir bûn, wekî din semîner ji hêla bijîşk kamîran El-Bêk ve hate dayîn.
Semîner bi xoleyekê rêzgirtinê destpêkir û piştî wê bijêşk Kamîran El-Bêk bal kişand ser têgeha Diplomasî ku peyveke yûnanî ye û wiha got: Ev peyv tê wateya belgeyeke fermî ji Diploma hatiye, her wiha ew huner û zanisteke ji bo parastina têkiliyên aştiyane di navbera netew, dewlet an jî têkiliyên di malbatê de û di navebra kesan. Diplomasî cûreyek ji cûreyên hêza nerim e, hinek dewlet hene tişatan bi hêzê bidest dixin, lê di heman demê de hin dewlet bi hêzê bidest dixin lê bi şêwazê nerim.
Bijîşk Kamîran El- Bêk got; divê ew di nava Yekîtiya Dermansazan de kar û xebata Diplomasiyê xurt bikin û çawaniya pêşxistina têkiliyên wan bi hemû alî û rêxistinan.
Di semînerê de tekez hate kirin ser têkiliyên Dermansazan bi rêxistinên navdewletî re da ku projeyên derbarê mijarên tenduristiyê de bêne kirin. Her wiha hate diyar kirin ku Yekîtiya Dermansazan belgeyeke alîkariyê bi gelek rêxistinan re di Rojava de îmze kirine da ku projeyan pêk bînin.
Di dawiya semînerê de derfet hate dayîn da ku beşdarên semînerê nêrîn û pirsên xwe bînin ziman. Nirxandinên ku di semînerê de hatin pêşxistin piranî girêdayî bûhabûna dermanan, muayeneya bijîşkan û nexweşxaneyan û pêwistiya çavdêriya van mijaran bê kirin. CUdahiya bûhabûna di navbera dermansazan de.
Di dawiya semînerê de bijşîk Kamîran El-Bêk bersiva pirsên beşdaran da û tekez kir ser avakirina projeyên mîna klînkên gel da ku xizmeta gel bike.






