Navenda Nûçeyan
Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 315 roj e ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin. Herî dawî di 29’ê Tîrmehê de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî.
Edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêşxabûr re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karî hevdîtinê pê re bikin. Silêman Ehmed 315 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê ragirtin.
Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.
Herî dawî di bin zextên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navneteweyî de, roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Dihokê hevdîtinê pê re bikin.
Di 29’ê Tîrmehê de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî.
Têkildarî madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen wiha gotibû: “Ew madeya ku muwekîlê me Silêman Ehmed pê tê darizandin, madeya yek a yasaya hejmar 21’an a sala 2003’yan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku taybet e bi têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê.”
Hêjayê bibîrxistinê ye, ji ber kiryarên hêzên PDK’ê û nebûna azadiya karê rojnamegerî û tengkirina azadiyan a li Başûrê Kurdistanê, roj bi roj binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêdetir dibe. Rojane ji aliyê hêzên PDK’ê ve binpêkirinên wek, desteserkirina kelûpelên rojnamegerî, lêdan, astengî û revandina rojnamegeran, pêk tê.
Li gor amarên rêxistinên parastina mafên rojnamegeran, roj li pey rojê azadiya rojnamegerî li Başûrê Kurdistanê xirabtir dibe û ew ji bo karê rojnamegeriyê ne qadek bi ewleye. Ji ber ku gelek caran rojnameger ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê rûbirûyê gef, lêdan, kuştin û girtinê tên. Li gorî sazî û rêxistinên parastina mafê rojnemevana bi sedan binpêkirin li beramberî rojnameger û xebatkarên çapemeniyê tên kirin.
Rêxistina Peyamnêran a ji bo Parastina Maf û Pêşxistinê jî, rapora şeş mehan a binpêkirinên ku li Başûrê Kurdistanê li beramberî rojnamevanan pêkhatine di meha Cotmehê de belav kir.Di raporê de hat diyarkirin ku li beramberî 145 rojnamevanan binpêkirinên mafan pêkhatine û herî zêde jî li parêzgeha Hewlêrê binpêkirin çêbûne. Di raporê de hatiye diyarkirin ku li Başûrê Kurdistanê roj bi roj binpêkirinên li beramberî rojnamevanan zêdetir dibin.
Li gorî Raporên rêxistinên sivîl, tenê di di sala 2020’ê de, nêzîkî 100 rojnamevan û çalakvanên sivîl li Behdînanê ji aliyê PDK’ê ve hatin desteserkirin û her yek ji wan bi awayekî cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin. Lê hêj hejmarek ji wan di girtîgehên PDK’ê de li benda bidawîbûna hukmê xwe ne.






