Dizgûnê Dewrêsh
Di 23’yê Tebaxa 2024’an de, li Başûrê Kurdistanê navçeya Seysadiqê balafirên bêmirov yên Komara dagirker ya Tirk li erbeya rojnamevanan da. Di vê êrîşê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatin şehîdxistin û nêzî 6 kesan jî birîndar bûn.
Armanc kirina seyara rojnamevanên jin sûcekî cîhaniye ku ew, bi xwe mirovên sîvîl in. Binpêkirina hemû rê û rêbazên hiqûqa navdewletiye. Lê “cîhan kiye” careke din hêjayê pirsê ye. Lewra hiqûqa cîhanî bi vî awayî dibe hiqûqa xwezayê ku “kê keys anî û yê din ji holê rabike” yê. Zilhêzên cîhanî vê yekê bizanebûn razî dibin ku di encamê de ev qanûnên ku îro wan jî tengav dike bi vî awayî were rizandin daku rê ji wan re jî vebe. Bêdengiya li hemberê vê bûyerê jî di navê de; li hemberê hemû êrîşên dewleta tirk li ser axa me, vê rastiyê nîşan dide. Kevirên girêdayî îşareta serberdana “kûçik” an e.
Ji hêla din ve jî, rola şerê wekaletê ku bi dewletên heremî yên hevkar re didin meşandin heye. Ev dewletên li herêmê jî vê armanca bêbext ya zilhêzan, bi bêbextiyên xwe tacîser dikin. Bi vê keysê û hevkariya tarî bindestî û mûxalîfên xwe ji holê radikin. Komara tirk, jî bi tecrûba sedan salan ya dîplomasiyê hemû amûrên destê xwe, li hemberê me bikar tîne.
Tevahiya bazarên xwe, hemû çûyîn – hatinên xwe ya nav dewletî de bi stratejiya “Ezê çawa Kurdan bê nefes bihêlim, ji holê rakim” tev digere. Eva ji xwe re kiriye zagona esasî.
Bêhna Kurd û kurdî ji çi bê dijminê wê ye. Kes nebêje “bi hindek hêz û rêxistinan re hevkarî dike” yan jî “Dewleta tirk ji ber gotin û samîmiyeta me nerm dibe” Ev bawerî ji binî ve şaşe. Dagirkerên Kurdistanê, nexasim tirk, tu car bi tu dezgeyek Kurd re îtîfaqê nake û nekiriye jî. Armanca, wan tenê heta biserxistina karê xwe ye yanê demî ye. Ku karê xwe qediya ji piştê ve xençerê dixe nava dil û dikûje. Lê ev rastî, her ku nifş diguherî zêdetir şîlo dibe, loma jî gel vê rastiyê çiqasî dibîne mijara serî êşandinê ye.
Medya herêmê, mixabin êdî zimanê dijminane ya Komara tirk di rihê xwe de normalîze kiriye. Têgeh û gotinên wan êdî eşkere bikar tînin. Li ser media digital bi rêxistinên sîxûrî yên dijmin re heman şerê psychological warfare yanê “şerê derûnî” dikin. Tam wekî troll. Bi hezaran ji vana dest bi “kar” kirine, her roj bi mejiyê mirovan dilîzin. Ji ber ku bersiv ji van keftaran re kêm tê dayîn her roj zêdetir û bê exlaqîtir zimandirêjî dikin, heqaretan li nirxên vê civakê, dikin. Van bêbextana vê wêrekî û rû ji helwesta rêveberiyên herêmê digirin. Vana bi hêza ceza kirinê, ku ji dijmin û hevkarên wan girtine çavê mirovan ditirsînin; ev tirs ji xwe re kirine mertal. Bi vê parastin û pişta tarî ye ku bê bersiv dimînin. Kuştin û girtina rojanmevanan li ku derê dibe bila bibe îşareta sergirtina rastiyê ye. Pakrewan Gûlîstan û Hêro qurbaniyên vê armancê ne.
Li pişt peymanên di navbera Êraq – Tirkiyê pêkhatine hebûna hêzên zilhêz çiye çiqas e û armanc çiye niha ne zelal be jî, tê zanîn ku hin tişt hene bingeheke fêrbûnî di nava mejiyê mirov de bicîh dikin û kengê rewşeke nêzîkî vê bingehê xwe da hîs kirin ew fêrbûn, dibe bingeheke nû. Lozan û ceato /cento /meto an jî “Pakta Bexda” yê yek ji vanaye ku di nava mejiyê dagirkerên Kurdistanê de rûniştiye. Herçiqas kevn bûye û kaduk buye jî vê rastiyê ji holê ranake. Serkêşê vê jî – bi hevkariya DYE yê re – Brîtanya ye. Ji ser re tenê DYE xûya bike jî, navenda wê ya li ser nefta herêmê didome û tifaqên herêmê hîna jî li ser hîmên wê dûrneketin e. Lê pir mezin kirina vê tifaqê, jî ne di cîhde ye. Bi vê şêwe fikirîn tenê bêhîvîtiyê li pêş dixîne. Ji lewra ev tifaqa navbera Îran – Iraq – Tirkiye – Pakîstanê, li gor parve kirina cewherên stratejîk yên îndûstriya wê demê ye û formeke polîtîk yê bo wê serdemê ye. Îro bersivê nade pêdiviya “choreography ya polîtîk” a cîhanî yên vê gavê.
Na ! her kes û her dewlet li gorî fermannameyên Tirkiyê tevnagere. Belê berjenwendiyên xwe difikirin. Lê eger ew berjewendî, di garantiyê de nebin ango vê zelaliyê nebînin, li pişt vê peyman û li hevkirinan nemînin, berê xwe biguherin cîhekî din. Lewra her tişt her dem û li her deverê sûdê nade. Sermiyanî jî sûdê dixwaze. Ji ber vê nezelalî kes, her dem li pişt komara tirk namîne û wê nemînin jî. Di dinyaya kapîtalîst de gotinek sereke heye ku wekî ayetek pîroz tê qebûl kiri. “Dem pere ye” . Mînakên şênber yên werin dayîn gelek in. Mesela Tirkiye, di nava şertên hundurîn de ava çemên Firat û Dîcleyê heya kengê bi çêkirina bendavan bernede bibire li ser Suriyê û Iraqê şantajan bike?
Sermayedarên ku dixwazin zûtir ax û dewlemendiya Bakûr û Başûrê Kurdsitanê ji wan re bi atmosfereke bê şer û pevçûn bê pêşkêş kirin li ser çend salan li hev kirin e? Tirkiye bi çend salan wan bi vê bendewariyê ji xwe re bike pişt? Ma ne ew bû ku digotin di pîrozbahîyên sedsalîya komarê li ser cendegê PKK’ê pîroz bikin. Kanê çi bû? Salek jî ser wê bendewarî re derbas bû. Kelên DIMDIMê zêdebûne. Belê şerekî giran heye û bêdengiyeke muazzam ji vê xwînxwariyê re li “Girava Dek û Dolaban” hatiye plan kirin. Lê rika Kurdî vê lîstika muazzem bişkîne û fîrmayên cîhanî xewna “kredîbîlteya bê dawî” ji holê rakin. Yên xwestin trajediya me ji Kobanê bidin destpê kirin çawa reviyan kûçeyên xwe, vêcarê jî encam bi heman rengî be.
Ji vê jî wêdetir, hemû îqtîdarên îro temsîl û nûneriya hin sektorên sermayedarî dikin. Sermayedarên ku ne di nava vê tifaqêde ne jî li dijî wan bin, dinya ji van rêvebiran her û her nehewîne. Reqabeta navbera wan firsendên din ji me re bîne, keysên din werin. Ya herî girîng jî dinya, tenê ji rûhê îro yê durû pêknehatiye. Têkoşerî û qêrîna vî gelî ya bo azadî, hêrsa vî gelî, dek û dolaban deşîfre dike wê bê bihîstin. Lîstik xera bibe û hesabên şaş hilweşin.
Salên nodî ji bîra we neçûne. Dema 4 hezar gund li bakûr ji holê radikirin. Dîsa ev bêdengî û nixûmandina rastiyan dihate armanc kirin. Loma rojnamevanên Kurd dihatin kuştin, ên biyanî dihatin dersînor kirin. Plan dîsa heman plan bû “Kuştina di nava bêdengiyê de” ya gelê me; me Kurdan bû. Lê tişta ku hesabên vê bêdengî têk bir dîsa ev “Rika Kurd” bû. Ew hesaba bi vê rikê hate têk birin. Destûra terora sîgnalî ku diavêtina ser weşana Kurdî, cezayên dijminane ya madî, êrîşên ser sazî û dezgeyên li derveyê welat, betal kirina lîsansa weşanê; tev ji adresa terora dewleta tirk û hevkariya hin zilhêzên cîhanî derdiketin. Lê dawî de -.tam dev jê bernedane jî li hemberî vê rikê sist kirin. Paşerojê wê dîsa dibe ku dest biavêjin vê bikar bînin. Lê bi demdirêjî bo wan ne kiryareke rentabl e.
Di vira de xala girîng ne tenê hebûna têkoşîna gel e; senkronizasiyona vê têkoşînê li hemû perçe û dezgeyên netewî ye. Kilîta bi sir û efsûnî ev e. Qada dîgîtal ya medya Kurd divê vê rolê bigire ser xwe. Zimanê heqaretê, dijminatiya nav mediyayê rê li pêşiya gîhştina rastiyê digire dixitimîne. Ji xwe ev rêbazana ne sudewar in jî. Tenê dijminê gelê me ji vê sûd werdigirin. Siyasetmedar kîjan zimanî bikar tînin ew li gor pêdiviyên hundurîn tesbît dikin û dibêjin rast an jî şaşe. Lê medya, me nakeve vê atmosferê û nabe şûrê perçekirina civaka netewî. Rexneyên bi îsbat û delîl rêbaza sereke etîka hîmî be. Pirsa Berfîn Hêzîl “kûve diçin, kûve diçin ? Çima vî gelî naparêzin ! zimanê herî sûdewar û rast ya medyayê ye. Hewldana gîhandina rastiyan ji gel re astengiyan bi destê xwe çênekin. Heqaret û nebaşiyên heyî çiqasî bi zimanekî pak bîne zimên di nava gel de ewqas bibe sedem ku gel hevkariyeke rast bihevre bike û di meşa azadiya xwe de gavên serkeftî biavêje.
Dem ya xwe rizgar kirina ji bindestiya dagirkeran e, ji bo vê, pîvanên herî nizm yên li hev kirina nav xweyî ji pîvanên bindestî hezar carê çêtir in. Vê rikê em nîşan bidin û eniya perçekirina me têk bibin. Xurtbûn û yekîtiya me, dostiya gelan (ji ne biratiyê) re çi xeteriyê tîne? Ku ev dostanî îro tune dêmek ne ji me ye. Ku piştî me xirab dibe dêmek ev dostanî ji bo daqûrtandina me bûye! Eger dostiyeke rast û durist pêwîst be wê demê ev, ji b er nebûna me têk çûye, ne ji xwedî nasnamebûna me wê têk here.
Dewletên heyî ku ji vê rewşa me sûd werdigirin û oldarên heyî vî fikrê bêbextî derpêş dikin tev hevkarên plana esareta me ne û me bi vê dixapînin. Mînakek ji xwezayê: Li tu derê jiyana kulîlkên herêmê, bi hatina cûreyeke din kulîlkekî jiyana wan ya xwezayî neketiye xeterê, berovajî dewlemendtir û delaltir bûye.






