Roj Mehmûd/Qamişlo
Dijminên gelê Kurd li dijî dengê rastiyê û pênûsa azad êrişên xwe dewam dikin. Di encamê de, li ser rêya lêgerîna heqîqet û azadiyê gelek berdêlên giran tên dayîn. Rojnemevan û xebatkarên Ragihandina Azad di rêwîtiya xwe ya ronîkirinê û teyisandina rastiyê de, têkoşînekê bêhempa didin meşandin. Dengvedan,afirînerî û derxistina rastiyê bi hêsanî çênebûn. Tevî zext û êrişên dijmin jî berxwedaniyeke mezin tê raberkirin. Di oxira wê de jî, gelek pêşeng bi şehadeta xwe bûne meşaleyên ronîkirina civakê.
Rojnemevanên Ragihandina Azad di rêwîtiya xwe ya ronîkirinê û teyisandina rastiyan de, li Kurdistanê têkoşîneke mezin dane meşandin. Di encama vê têkoşîna ji bo derxistina dengê rasteyê de, gelek rojnemevan şehîd û birîndar bûne. Ji destpêka damezrandina Ragehandina Azad û heta niha êrişên dijmin li ser dewam dikin. Herî dawiyê di êrîşekî bombeyî ya ku dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn. Di êrîşê de berpirsê Medya Dijîtal yê Produksiyona Chatrê Rêbîn Bekir jî di nav de 6 kes birîndar bûn.
Derbarê Şehîdên qada ragehandinê û hedefgirtina wan ji aliyê dijminên gelê kurd de hevserokê Yekîtiya Raghanidina Azad Dilyar Cizîrê ji rojnameya me re axivî.
Cizîrî diyar kir ku di nava şoreşa Rojava de, di qada Raghandinê de pêşketineke balkêş hate dîtin, berovajî dema rêjîmê ku raghandineke nûneriya dengê civakê bike tune bû û wiha domand: “Tevî kêmbûna derfetên raghandinê lê xebat baş hate meşandin, ji ber ku pêwîstî hebû. Televizyona Roj TV dezgeheke raghandinê bû bi awayekî veşartî kar dikirin. Pêwistî hebû ku xebatên raghandinê zêdetir bê meşandin û ji bo nifşên nû perwerde bên dayîn û amadekirin li hemberî şerê taybet.”
Dilyar Cizîrê da zanîn ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve û heta niha 26 rojnemevan şehîd bûn û wiha got: “Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re bi dehan ciwan tevlî xebtên raghandinê bûn û ev qad berfirehtir bû, di heman demê de ji bo derxistina rastiyê gelek rojnamevan şehîd bûn. Ji destpêka şoreşa Rojava û heta niha 26 rojnameva ji bo gihandina dengê şoreşê ji raya giştî û cîhanê re gihaştin asta şehadetê.”
Pêwîste raghandinekê pêşeyî were pêşxistin
Dilyar Cizîrê diyar kir ku ji tevahiya xebatkarên ragehandinê tê xwestin ku rêya şehîdên xwe bişopînin û axaftina xwe wiha qedand: “Dijminê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşeke berfireh li dijî raghandina Azad û şoreşê dide meşandin, her dixwazin bi şerê taybet saziyên raghandinê, dezgeh û xebatkarên raghandinê reş bikin û biçûk bixin, ji bo vê jî ji me tê xwestin wek xebatkarên raghandinê ku em di oxira şehîdên xwe de ked û tekoşîna hevalên xwe em hewil bidin vê qadê berfireh bikin û li ser wê ava bikin, îro roj her endamek raghandina Azad bi hemû hêza xwe kar bikin, li dijî şerê taybet yê ku li ser herêmê tê meşandin bibin dengê civaka xwe û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, pêş bixin. Pêwîste raghandinekê pêşeyî were pêşxistin em di warê pêşeyî de gavan bavên û karibin nûnertiya dengê civakê bikin, ew jî bi tekoşîn û xwezanekirinê tê bidestxistin.”
Navên Şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cihê ku lê şehîd bûne wiha ye:
–Nûçegihana Ajansa Hawarê Dilşan Îbiş dema ku di 12’ê Cotmehê de hemleya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a rizgarkirina rojhilatê çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ’ê dişopand, şehîd bû.
–Rojnameger, nivîskar û şoreşger Seyîd Ifrane di 22’ê Îlonê de di encama kirîza dil de şehîd bû.
– Şîlan Botan (Rîm Xişman) endama çapemeniya YPG, YPJ’ê di 25`ê Nîsana 2017`an de, di encama bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser Çiyayê Qereçox şehîd bû.
– Xerîb Walat (Xerîb Reşo) rojnamevan û yek ji damezrînerên ragihandina YPG’ê
di 21’ê Nîsana 2017’an de, di dema şopandina Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê,şehîd bû.
– Îlon Nohlat (Ronahî Omer) endama çapemeniyê ya YPG, YPJ’ê di 20’ê Mijdara 2016’an de li herêmên Şehbayê di encama bombebarana artêşa Tirk a li ser herêmên Şehbayê de şehîd bû.
– Arîn Cûdî (Ahîn Ibrahîm), di 31’ê Çileya 2016’an de li herêma El-Hawlê ya bajarê Hesekê dema karê rojnamegeriyê dikir, di encama teqîna mayînekê de, şehîd bû.
– Agri Yilmaz (Meryem Mihemed), di 13’ê Nîsana 2015’an de dema ku li gundê Xan Mamed ê Kobaniyê rizgarkirina herêmên Kobanê dişopand, şehîd bû.
–Raywan Zagros (Kadar Xelef), di 21’ê Çileya 2014’an de li gundê Filistîn ê ser bi bajarokê Cezaa ve dema ku şerê YPG’ê li herêma Cezaa ya Girkê Legê dişopand, şehîd Bû.
–Mazlûm Bakok (Ehmed Saado) di 28’ê Îlona 2014’an de dema ku vekirina korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê de dişopand, şehîd bû.
–Rustem Gilo (Selah Sîdo) di 11’ê Mijdara 2016’an de di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li ser herêmên Şehbayê de şehîd bû.
–Aram Jan (Aram Ebdullah) di 2’ê Hezîrana 2016’an de li navçeya Ebû Qelqel di hemleya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê de, şehîd bû.
– Bahoz Houran di 1’ê Çileya 2015’an de dema ku şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di nava bajarê Kobanê de dişopand şehîd bû.
– Mistefa Şukrî di 13’ê Tîrmeha 2016’an de di hemleya rizgarkirina Menbicê de birîndar bû û di 19’ê Tîrmeha 2016’an de li Nexweşxaneya Qamişlo şehîd bû.
– Tolhadan Velat (Ocalan Ehmed) endamê Çapemeniya YPG’ê di 22’ê Çileya 2018’an de di encama êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêma Efrînê dişopand, şehîd bû.
–Mihemed Reşo, peyamnêrê kanala televîzyona ÇIRA TV, di 13’ê Cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê di encama bomberdûmana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
–Sead El-Ehmed, nûçegihanê Ajansa Hawarê ANHA yê, di 13’ê Cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê di encama bomberdûmana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
– Haqî Bagok (Haqî Hesen) endamê çapemeniya YPG’ê di 25’ê Nîsana 2017’an de di dema bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser Çiyayê Qerçoxê de şehîd bû.
-Ezîz Sînka di çapemeniya Azad dixebitî, di sala 2019’an de li herêma Til Temirê ji ber bomberdûmana dewleta Tirk şehîd bû
-Delovan Gever endama ragehandina YPJ’ê di 2019’an de şehîd bû.
-Fîras Dagh endamê ragehandina YPG’ê di 2017’an de şehîd bû.
– Rewan Kenco (Ehmed Hamo)endamê Çapemeniya YPG’ê di 25`ê Nîsana 2017`an de di dema bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser çiyayê Qereçoxê de şehîd bû.
– Îsam Ebdullah Nûçegihanê ANHA’yê di 20 Mijdara 2022`an de, di dema bombebarana Tirkiyê bi balafirên şer li ser gundê Teqilbeqlê yê girêdayî bajarê Dêrikê de şehîd bû.
– Dylan Olmaz di 13’ê Cotmeha 2019’an de li bajarê Girê Spî di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de şehîd bû .
–Widad Erdemcî derhênerê belgefîlm e, ku roja 10’ê Cotmeha 2019`an dema mala wî li bajarê Serêkaniyê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hat bombebarankirin, şehîd bû.
– Necmedîn Sînan, xebatkarê kanala JIN TV, di 23’ê Tebaxa 2023’an de li ser rêya Qamişlo-Amûdê di encama êrişa balafira bêmirov ya dagirkeriya Tir de şehîd bû.