Rojnameya Ronahî

Bi DYA’yê re ne şer û ne jî hevdîtin

Serokê dînî yê Îranê Alî Xamaney diyar kir ku ew ê bi DYA’yê re ne hevdîtinan û ne jî şer bikin.
Serokê dînî yê Îranê Alî Xamaney li ser twîtterê bi Îngilîzî peyamek weşand. Xamaney diyar kir ku, “Rayedarên Amerîkayê demeke dirêj e, qala me dikin. Ji xeynî zextan qala şer û hevdîtinê dikin. Ka bihêlin ez tiştekî bibêjim: BI DYA’YÊ RE NE ŞER Û NE JÎ HEVDÎTİN EW Ê PÊK NEYÊ’
Piştî ku di meha Gulanê de DYA dev ji peymana nukleer a bi Îranê re berda, îxtîmala pêkhatina muzakereyan hatibû kirin.
Banga diyalogê ya ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp beriya 6’ê Tebaxê kiribû, ji aliyê Îranê ve hatibû redkirin.
Trûmp gotibû,”Hêvîdar im ji bo Îranê ew ê rewş baş be. A niha gelekî ditengijin. Bawer im piştî demeke kurt ew ê bi me re biaxivin. Belkî jî na, lê ev jî baş e.”