Rojnameya Ronahî

Li Tirkiyê krîz kûr dibe, karker ji kar tên derxistin

Li Tirkiyê krîza aborî kûr dibe û li fabrîkeyan karker ji kar tên derxistin.
Di vê krîza aborî de karkerên sektora tekstîlê ji kar tên derxistin.
Li gorî nûçeya rojnameya Bîrgunê li Dîlokê bi sedan karker ji kar tên derxistin. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku fabrîke jî tên girtin.
Li gorî nûçeya rojnameyê ew ê piştî cejnê bi girseyî karkeran ji kar derxînin.
Di van çend rojên dawiyê de bi sedan karker li Tirkiyê ji kar hatine avêtin.