Zekî Bedran
Li Sûriyê demek nêz de hilbijartinên parlementoyê çêbûn. Ev hilbijartin ji çavdêriyê saziyên Navnetewî re vekirî nîn bûn. Hilbijartin çawa çêbûn, rêjeya gel ya ku çûne li ser sandoqan kes nizane. Pir eşkereye ku ev hilbijartin ne zelal bûn û di vê hilbijartinê de hevrikeyekê demokratîk nebû. Armanca bingehîn ya vê hilbijartinê rewakirina desthilatdariya otorîter ya Baasê ye. Di vê hilbijartinê de rêxistinên cûda di şert û mercên wekhev de armanc û bernameyên xwe pêşkêşî gel nekirin û pêşbirkeke wekhev nebû. Lê belê di Sûriyê de hemû ragihandin û çapemenî di destê desthilatdariyê de ye û yê ku li ser hemû derfetên dewletê xwediyê mafe, yek partî ye.
Di welatekî wek Sûriyê de azadî xeyalkirin, bi hêvî pêşerojê nêrîn û jîyaneke ku were jiyîn avakirin gelek dûrê jiyana mirova ye. Dewlet wek sazûman ku bikeve di bin xizmeta gel derdikeve û dizîvire sazûmanekî çors ya ku gel di bin xizmeta wê de ye û girêdayê wê ye. Dewlemendiyên welat dê çawa were bi karanîn, gel dê çawa bijî û perwerdeyeke çawa bibîne ên ku dewletê bi rêve dibin biryara vê didin. Ên ku dewletê rêve dibin jî gelemperî beşeke teng û olîgarşîk in. Ji ber vê yekê gel ketîye di bin xizmeta beşeke teng ya olîgarşîk û em dikarin bibêjin ku wek xulamên modern di bin pergala dewletê de kar dikin. Li vê derê armanc û xwesteka gel ya xwe rêvebirinê, vîna gel, û li ser biryaran bandora wê nîne. Welatê Sûriyê hilweşiyaye û ji bo ku ji vê rewşê derkeve û birînên xwe bipêçe teqez guhartina hişmendiya wê pêkan e. Ger ku ronakbîrî û demokratîkbuyînek nebe, ne misogere ku gelên Sûri wekhev û azad bijîn û bibin xwediyê îradeyê. Dixwazin gel bikaranîna ol ve an jî gurkirina netewperestîyê û nakokiyên çînî ve, bi derewan ve ango demogojiyê ve, neheqî û dizîyên berhemên welat veşêrin û hikûmeta girêdayê derewan ava bikin.
2011’an vir ve di pêşengtiya dewletên wek Tirkiyê Sûriyê kişandine aloziyek bi xwîn. Tevlîhevîyeke bêhempa hate jîyankirin. Ji nîv milyonê zêdetir mirov hatin kuştin. Tê gotin ku nêzî 10 milyon însan jî ji cihên xwe derbeder bûn, di nav welat û derveyê welat de ketin rewşa koçberiyê. Welat bi dîtbarî buye çar perçe. Xeteriya herî mezin jî li Tirkiyê tê. Tirkiye dixwaze cihê ku dagir kiriye berfireh bike. Bi vê ve jî sînordar namîne, bi demografîya wê ve jî dilîze. Taybet cihên Kurd lê mişext kirine Ereban, çeteyên devşirme û malbatên wan dixwaze bi cîh bike û bi vê awayê dixwaze Rojava bi tevahî ji holê rake.
Divê hikûmeta Şamê di serî de Kurdan û bi rengekî taybet gelên ku li herêmê jiyan dike hembêz bike, yekîtiya xwe ava bike û bi vê awayê ji bo dawîanîna dagirkeriya Tirk xebatan bike. Lê wisa nabe. berûvajî, ew jî ji holê rakirina heremên xweser, dawîkirina mafên Kurdan ên demokratîk û çandî dixwaze û bi vê awayê deshilatdariyeke teqez armanc dike. Ango wek encam bişaftina Kurdan pêk bîne û komkujîyê re derbas bike. Di vê bingehê de armanca dewleta Tirk û hikûmeta Şamê ya holê rakirin û tinekirina Kurdan ji dîrokê ve derdikeve holê.
Ji ber vê divê hemû gelên Sûri û bi taybet gelê Kurd jî vê rastiyê bizanibe û ji bo wê têkoşîna xwe ya hebûnê bi awayekî berfireh û bi hêz bimeşîne. Taybet divê gelên cîhanê herdem agahdar bike û di bin gefên çawa de ye bide fêmkirin. Dewleta Tirk lihevkirinê bi Kurdan re naxwaze. Ji xwe di Sûri de Kurdan bi Tirkiyê re tu şerek jî îlan nekirî ye û herêmeke wan jî dagir nekirî ye. Li dijî DAIŞ’ê bi Koalîsyonê re jî hevkarî kirî ye, Bakûr û Rojhilatê Sûri azad kirî ye, xwe rêxistin kirî ye û ewlekariya xwe pêk anî ye. Îro hem ji bo Sûri hem jî ji bo Rojhilata Navîn pirçandinî, pirzimanî û hikûmeta gelan ya wekhev û azad derxistiye holê. Cihê ku vêya biparêze û berfirehtir bike zêdetir Dewleta Tirk dixwaze bi israr gelê Kurd biperçiqîne, ji holê rake û li ser ruyê erdê biqedîne. Bi heman awayê hikûmeta Şamê jî vê modêla demokratîk ji bo xwe wek pergalekê ne baş û xeterîyekê dibîne.
Hikumeta xweser li ser bingeha yekîtiya Sûrî de ji bo ku bi hikumeta Şamê re li hev bike û Sûriya demokratîk ava bike bi israr lêgerînên xwe ên çareserîyê didomîne. Lê heta roja îro jî gav avêtineke hikûmeta Şamê ya erênî çênebûye. Şagirtên ku li Herêmên xweser perwerde dibînin, dîplomayên wan ji alîyê hukumeta Sûri ve nayê pejirandin. Ango sedhezaran zarok wek perwerde nedîtine tên pejirandin. Lê ev hemwelatiyên Sûrî ne û di Sûrî de jiyan dikin. Ji bo pejirandina şehadên wan guhartineke qanûnî jî pêwîst nake. Parvekirina nivîsekî fermî ya wezareta eleqedar bese. Lê belê Hikûmeta Sûrî naxwaze hebûna Kurdan, fermî kirina ziman û çanda wan nas bike. Di cewhera xwe de înkar û bişaftin heye. Pirsgirêk nakokîya Herêmên Xweser an jî xwestekên zêde yên gelê Kurd nîne. berovajî wê, mafên wan ên herî xwezayî ji aliyê hukumetê ve nayê pejirandin. Sûriyê di sala 2011’an de çawa dihate rêvebirin dîsa li pey lêgerîn û avakirina wê ne. Di vê bingehê de gel, ronakbîr, ên ku tekoşîna demokrasiyê didin li dijî hêzên mêtinger û dagirker divê yekîtiya xwe xurt bikin.






