Ji destpêka avabûna PDK’ê ve û heta niha, ew li dijî hebûn û azadiya gelê kurd ji dijmin re bûye dûvik. Ji bo parastina berjewndiyên xwe wê tu carî dest ji xeta xiyanetê bernedaye û li dijî tevgerên kurd yên azadîxwaz şer kiriye.
Zana Roj/ Şehba
Di van demên dawiyê de careke din di berdewamkirina siyaseta hevkariya bi dagirkeriya Tirkiyê re, PDK ê di nava lihevkirinên nû bi faşîzma Tirkiyê re ye. di nava van lihevkirin û nêzîkatiyan de; hedefgirtina Tevgera Azadiyê di Çiyayên Kudistanê de ye. Têkildarî vê yekê endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’e li Kantona Efrîn û Şehbayê Sûreye Mistefa ji rojnameya me re axivî.
`Birêveirina Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK ê ve; şeklî ye`
Sûriye axaftina xwe wiha destpê kir: “Malbata Berezanî bi riya PDK’ê di hundir Başûrê Kurdistanê de weke hikumeteke şeklî li ser serweriya herêmê maye. Bi avakirina vê statutê re û heyanî niha ji bo serketina doza azadiya gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê tiştek pêş nexist, li hember wê hevkarî bi dijminê gelê Kurd yê sedsalî re dike. Berzanî di serweriya xwe de tenê malbatî fikirandin û parastina berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Kurd dide meşandin. Ev yek li hember tavahî gelê Kurd dibe xiyaneta herî mezin. Îro tavahî gelê Kurd di wê ferqê de ye ku PDK ê ji bo yekrêziya Kurdî û avakirina Kurdistaneke serbixwe tu gav neavêtin, jê xiraptir rê li hember perçekirin û destwerdanên faşîzma Tirkiyê ji bo Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedike.”
`Armanca PDK’ê hedefgirtina Gerîlayên Azadiyê ye`
Sûreye diyar kir ku hevkariya PDK ê bi dagirkeriya Tirkiyê re ji bo tunekirina Tevgera Azdiyê ye û wiha pê de çû: “PDK ê her çiqas li hember Tevgera Azadiya Kurdistan bi veşartî sekinî be û hedef girtiye. Lê tevgera Apoyî ya ku zêdetirî 50 salî ye têkoşîna azadiyê di çiyayên Kurdistanê de dide meşandin bi destê PDK ê niha tê hedefgirtin û pilanên mezin bi dagirkeriya Tirkiyê re dide rêzkirin. Hevkariya PDK ê ji dîrokê de bi dagirkeirya Tirkiyê re di asta yekemîn de ji bo tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistan û Gerîlayên wê di herêmên Parastinê yên Medyayê de ye. PDK ê tu carî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ya demokrasiyê, Gerîlayên Azadiyê û Pirojeya Netewa Demokratîk li ser rûyê erdê qebûl nekiriye. Ev neqebûlkirin armanca yekemîn ya PDK ê bi dagirkeriya Tirkiyê re misoger dike.
Di demên dawiyê de êrîşên gelek dijwar li ser Qadên Parastinê yên Medyayê tên kirin. Ev êrîş bi hevkariya PDK ê bi Tirkiyê re tên kirin. PDK ê di Başûrê Kurdistanê de rê li ber derbasbûn û rihetbûna êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Gerîlayan bi hemû teknîk û çekên qedexekirî pêk tîne; vedike”.
`Tevgera Azadiyê di xeta têkoşîna azadiyê de berdewam e`
Sûreye di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tevgera Azadiya Kurdistan di xeta xwe ya têkoşînê de gelek zelal e, PDK ê di nava dîrokê de her hewildaye şerê birakujiyê di navbera hêzên Kurdî de û bi tayebet bi Tevgera Azadiyê re bike. Lê Felsefeya ku ev tevger li ser hatiye avakirin û şer dike, rê li hember şerê birakujiyê venake û ev yek bi tu awayî nehatiye hilbijartin. Gerîla di Başûrê Kurdistanê de bi şerê ku dide meşandin, hewla li pêşiya mudexelekirina faşîzma Tirkiyê di Başûrê Kurdistanê de digire û ev yek li xweşiya PDK ê nayê. PDK ê di xetên xwe yên xiyanetê de di Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di herêmên dagirkirî û her wiha di siyaseta Başûr de ji bo parastina hebûn û berjewendiyên xwe pêşxistina şerê birakujiyê, destek û hevkarî bi faşîzma Tirkiyê re bi zelalî kiriye”.
`Wê tu armancên Partiyên sexte di Kurdistanê de pêk neyên`
Sûreye di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wê tu bilan û biryarên partiyên sexte di Kurdistanê de bi ser nekeve û wiha got: “Armanca partiyên sexte yên ku xwe li ser xwîna şehîdan di Kuridstanê de mayînde kirine, perçekirin û parastina berjewendiyên xwe ne. Lê biryara gelê Kurd ya ku di oxira têkoşînkirina di doza azadiya Kurdistanê de bi hezaran bedel dane; ew e ku tu pilan û siyasetên wan partiyan li ser gelê Kurd biser nekevin e. Di serdema heyî de û di nexşeya Rojhilata Navîn ya nû de wê gelê Kurd, Kurdê xwedî îrade, çand û zimanê xwe wê hebin û emê nebin peçeyek ji pilan û hesabên dagirkeran û van partiyan”.






