Argêş Gewda/Qamişlo
Tê zanîn ku PDK’ê li çar parçeyên Kurdistanê xwe rêxistin kir, dîroka wan jî ji nokerîyê destpê dike, destê wan jî di şahadeta gelek şoreşgerên Tevgera Azadiyê de heye. Yêk jî wan şoreşgeran şoreşgerê enternesyonalîst Heqî Karer bû. Heqî Karer di sala 18‘ê Gulana 1977‘an li Dîlokê bi destê rêxistina Stêrka Sor ya girêdayî PDK’Ê‘ê hat şehîd xistin.
Dîroka Xiyaneta PDK’Ê-Bakur
112 Kiryarên PDK’Ê li dijî PKK di salên 1977 û 1978’an beriya derketina PKK li Bakur, hinek rêxistinên siyasî mîna; PDK’Ê-T, DDKD, KUK , Riya Azadî, Stêrka Sor, Pênc Beşan, UDG û Rêxistina “Têkoşîn” ku bi agahdariya MÎT hatibûn damezrandin, Biryargeha Demkî piştî damezrandina PKK û belavbûna wê, wan rêxistinan bi agahdariya MÎT’ê di eniyekî de kom kir ji bo pêşîgirtin ji belavbûna PKK li Bakur. Destpêkê li bajarê Dîlokê Heqî Qarer şehîd xistin ku pişt re ji bo rêzgirtina ji rihê wî re PKK hat damezrandin. Pişt re diruşmeya wan ev bû ku “Eger PKK werê Mêrdîn û Botan, em ê lingê wan bişkînin.” Lewma êrişên xwe li ser endam, alîgir û dostên PKK zêde kirin, zêdetir ji sed kes jî ji wana qetil kirin û bi sedan kesê din jî girtin û radestî dijmin kirin. Ev nêzîkatî ji aliyê sekreterya PDK’Ê-T, Serac Bîlgîn li pêşiya Rêber Apo di Îlona 1996’an de jê mukir hat. Ji aliyê din ve Rêber Apo ji bo kêmkirina aloziyên bi PDK’Ê û vekirina herêma Botan ji hêzên Gerîla re, peymanekî ji 11 xalî bi Îdrîs Barzanî re imze kir, lê piştî gavê 15 tebaxa 1984 û destpêkirina şerê çekdarî li dijî dewleta Tirk, PDK’Ê di pratîkê de girêdayê peymanê nema û ji bo hêzên PKK li herêma Biradost pirsgirêk çê dikir. Peymana Di Navbera PDK’Ê û PKK de li sala 1983 bi vî awayî bû;
-Ji bo dijberîkirina emperyalîzm û bi taybetî DYA û dîtina KUK(Têkoşîna Rizgariya Netewî ya Kurdistan) wek hêzekî li dijî wê û berfirehkirina vê têkoşînê, hewildanekî xurt dest pê bike, li hem Komeleyên Çandî ên Şoreşgerên Rojhilat (DDKD) Rizgariya Neteweya Kurdistan (KUK) Hêzên Demokratîk a Netewî (UDG) ber têgeh û meylên ku dixwazin bi emperyalîzmê rê têkiliyên cûrbicûr daynin bê sekinandin, wan bên şermizarkirin û ji aliyê hêzên şoreşger ve bên îzolekirin û li dijî proje û pîlangeriya emperyalîzm li herêmê têkoşîn bê kirin.
-KUK wek beşek ji hêzên şoreşgera dinya û tevgerên rizgarî û çîna karker bê dîtin û çêkirina têkiliyên û peymanên guncav bi vê re. Xwediyê erd yê ji Bûcakan îşaret bi maleke xwe kir, “Çima hûn wa malê ji xwe re weke ofîs û cihê lidarxistina civînan nagirin? Ez ê raxim û sarincekê (daynimê da ku hevdîtinên xwe bikin hem jî tiştekî sar vexwin. Hûn ê civînên xwe li wir li dar bixin. Qet pêwîst nake ku hûn bi meşan riyan bigirin. Bi taybet di rojeke wekê vê germ de. Tenê hûn hev bibînin û agahiyê bidin min eger pêwîstiya malê bi tiştekî din hebe.” Bi wê gotinê re erebeya xwe ajot û dûr çû. Xwepêşandêran dest ji meşa xwe berda û pêşniyara Bûcakan pejirandin. KUK ku di sala 1979‘an de ji baskê Marksîstî yê PDK’Ê-T hat damezirandin, bi tundî li dijî PKK‘ê bûn.
PDK’Ê-Bakûr nakokiyên xwe hewildan Bakûrê Kurdistanê bikişe xeta xiyanetê
Piştî salên 1961’an li Başûre Kurdistanê serhildana kurdî careke din destpê kir. Piştî ku di sala 1958’an de hinek mafên Kurdan hatin qebûl kirin, di sala 1961’an de navbera Kurd û hûkimeta Iraqê têk çû. Dema ku navbera wan xirab bû, şer destpê kir. Bandora vî şerî li ser beşên din yê Kurdistanê jî hebû, li Bakûrê Kurdistanê jî hewildanên wê çêbûbûn. Li ser vê bingehê di sala 1965‘an de PDK’Ê-Tirkiye tê avakirin. Di damezerindina de Faîk Bucak cih digire. Wê demê eşîra Bucak û Faîk Bucak welatparêzin.
Dewletê vê kiryarê qebul nake û hewil dide bi nakokiyên eşîrî pirsgrêken ava bike, li ser van bingehan Faîk Bucak tê kûştin. Ev dibe sedem ku di navbera eşîra Bucakan de xeta welatpareziyê lawaz bibe, xeta nokerî û xiyanetê pêş bikeve. Jixwe di dîroka Tevgera Azadiyê da jî eşîra Bucak pir cara hemberî me şer kirye.
Şerê desthiladariyê bi dawî nabe
Piştî ku Faîk Bucak tê kuştin, Seîd Elçî dibe serokê PDK’Ê-Bakûr, ew partî piştî wê bûyerê dibin du beş. Beşek rastgir in, û beşek jî çepgir in. Beşa rastgir girêdayî Seîd Elçî û beşa çepgir jî girêdayî Seîd Kirmizitoprak (Doxtor Şivan) e. Heya sala 1970‘î Seîd Kirmizitoprak zîndanê derdikeve. Di wê serdemê de hevdîtinên di navbera PDK’Ê û hûkimeta Iraqê de hene, Iraq, serweriya Kurdan qebul dike. Di sala 1972’an de jî dixwaze xwe tevger bike, da ku Bakûr tevgereke çekdarî pêş bixîne. Seîd Elçî jî dema zîndanê derdikeve dixwaze nakokiyên xwe yên berê gel Doxtor Şivan çareser bike, diçe Zaxo. Wê demê Seîd Elçî jî piştra jî Doxtor Şivan jî bi şêwazeke biguman di alîyê Hêzên PDK’Ê ya Başûr ve tên kuştin. Hin jî nayê zanîn kê ev kuştin pêk anîne, lê tenê dibejin şerê desthilatariyê yên navbera endamên PDK’Ê‘ê dene.
Şahadeta şoreşgerê mezin Heqî Karer bi destê rexistina ixanetê Stêrka Sor
Stêrka Sor di 4‘ê Adara 1935‘an de hat avakirin. Ev rêxistine bermahîya PDK’Ê-T bû. Ev rêxistina xayin û hevkar bi destên hin mirovên nûker ê çekdar jibona xeta xiyanetê li Bakûre Kurdistanê jî pêş bixin, gelek şoreşgerên Kurd hatin armanc kirin. Yek jî wana şoreşgerê bi eslê xwe Tirk şoreşgerê mezin Heqî Karer bû. Şoreşgerê mezin Heqî Karer 18‘ê Gulana 1977’an li Dîlokê bi destê Stêrka Sor ya bi qaşo pênc beşê Kurdistanê avakirin parastin, hat şehîd xistin. Ev şahadeta bû sedem ku PKK’ê bê damezrandin.
Kûrmê darê bi nokerî û xiyanetên xwe domand
Pîlangeriyên Salên 80’yan ê PDK’Ê Li Dijî PKK şehîd xwistina Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn di 2’yê Gulanê sala 1983’de ku bi mabesta navbeynkariya hêzên Başûr û dane seknandina şerê hindirîn çûbûn cem wan hêzan, bi pîlanê PDK’Ê tê zanîn. Pîlana PDK’Ê li vir ev bû ku lijneya PKK biçe navçeya YNK û li wir şehîd bibin û bi vê awayî xwîna wan bikeve ser mile YNK. Bi vê rengî her du heval bi destê çekdarên YNK şehîd dibin û ew du hevalê din jî ku bi wan re bûn, dîl dikevin destê YNK ê. YNK jî wan hevalan bi zanebûn şehîd dixe, ji ber ku haya wî ji hatina wan hebû û li gorî hisabê xwe digot “xwîna wan dikeve ser stûya PDK’Êê. Ji ber ku ji aliyê PDK’Ê hatibûn û dikarîbûn wan neşînin. PKK jî dibêjin ji ber ku ji aliyê PDK’Ê ve hatibûn, YNK bê tawan e, em dikevin eniya YNK û li dijî PDK’Ê dikevin şer. Pîlangeriyên PDK’Ê bi van kiryaran ve nasekine û di salên pişt re jî berdewam dike. Yek ji wan ev bû ku PDK’Ê dixwest PKK û PARTÎYA KOMÎNİST-IRAQÊ bîne hember hevdû. Rêber APO di sala 1985 de hevalê Egîd bi hinek perspektîf ve ji bo destêwerdan dişîne welat. PDK’Ê dizanî hevalê Egîd tê û perspektîfên nû pê re ye; ev jî dizanî ku hevalê Egîd partî li dijî PDK’Ê diparêze. Lewre dixwestin bi pîlanek hevalê Egîd bikujin û wan perspektîfan bi dest bixînin. PDK’Ê dixwest li zivistanê derbeyek li PKK bixe, lê PKK pîlanê wan vala derxistin. Di wê demê de PDK’Ê kemînek bi Partîya Komînist-I danabû û wan dabû pêş heya şerê PKK bikin; bi vê pîlanê jî dixwest tevahî sosyalîstan li dijî PKK raperînin û a din jî ji ber ku PARTÎYA KOMÎNİST-IRAQÊ di bindestê PDK’Ê û di herêmê wan de bû, eger şerek derketibaye digot “ha binêrin li PARTÎYA KOMÎNİST-IRAQÊ dide” û bi vê mahne ve êrişê PKK bike. Di sala 1987 de civîneke NATO li Elmanya bi rê ve çû ku Turkiye tê de gotibû “em li hember dijminek (PKK) şer dikin, lêbelê hûn li Ewrupa cîh didinê û ew jî li wir xwe bi rêxistin dike, hêz digre û dişîne welat û li dijî me bi kar tîne.” Piştî vê civînê pîlaneke giştî ji aliyê welatên endamê NATO li ser PKK hat meşandin ku Elmanya li derveyî welat; dewleta tirk jî bi 116 hêzê lêşkerî û hevkariya hêzên PDK’Ê li Botan ketin tevgerê. Elmanya ji bo meseleya Huseyîn Yildirim û meseleya PDK’Ê û Turkiyê bi pîlanekî li dijî PKK rêk bixînin, dadgeha Dusseldorf ve kirin. Di bihara sala 1988’de careke din hêzên PDK’ê’ê li gel dewleta tirk êrişekî berfireh dikin ser PKK û dixwest li ba dewleta tirk tohmet li ser xwe ra bike. Ev di rewşekî de bû ku di wê demê de şerê Îran-Iraq hebû û eger PDK’Ê û YNK li dijî Sedam şer kiribana, dikaribûn Kurdistan hemû rizgar bikin. Di wê demê li welat, hinek pêşmergeyên PDK’Ê ku têkiliya PKK bi wan re hebû, bi veşartî hatin ba PKK û gotibûn “PDK’ê û Turkiye li ser we li hev kirine, haydar bin, li dijî we dê operasyon bikin, dewleta tirk jî li Mûşê me bicîh dike.” PKK guman dikir ku bi hevbeşî êriş bikin ser wan, lê ji meseleya Mûşê fêm nakin. Piştî demekî PKK dît ku Turkiye û PDK’êbi hevbeşî li navçeyên Şemzînan, Çelê û Qileban erîşê wan kirin. PKK nedixwset şer bike û heta hinek pêşmergeyên naskirî nêzê PKK hebûn ku ji wan re gotibûn birevin û derbas bin, biçin. Bi vê awayî şer derneket. PDK’ê bi wan êrişan dixwest hem derbe li PKK bide, hem li cem dewleta Tirk ya dagirker cihekî ji xwe re ve bike. Pişt re Talibanî li enstîtuya kurdî li Parîs di gotinên xwe de bi eşkere got ku “di wê demê de Frense û sosyalîstên vê welatê ji me re gotin bi Sedam re şer nekin. Ji ber ku eger Sedam bikeve, sîstem û hevsengiya navçeyê têk diçe. Di dawiyê de jî Îran û Iraq li hev kirin û agirbest ragihandin. Piştî ragihandina agirbest hatin ser PDK’Ê û YNK û her du jî revîn. PDK’Ê haya wî ji vê meselê hebû, lewma amadekariya xwe dikir dixwest li Turkiye cihekî ji xwe re dabîn bike. Ew dem PKK fêm kir meseleya Mûşê çi ye. Trajediya Sala 1988 û Rola PDK’Ê li Awarebûna Gelê Başûr Dîroka PKK di heman demê de dîroka îxanetkariya hêzên kurd û bi taybet îxaneta PDK’Ê û netenê li dijî PKK belkî li hember giştî gelê kurd eşkere dike û cudahiya navbera xeta ku piştê 117 xwe daye vîna gel û xeta ku îradeya wan li destê dewletên dagirker e, radixe ber çavan. Di bihara sala 1988 de ku hejmareke zêde ji gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistan bi sedema dagirkeriya rejîma BEÊS aware bibûn, divê rola teslîmiyetkar a PDK’Ê baş were dîtin. Dema grubek gerîla di sala 1988 de derbasê Başûr dibin, li gundan dibînin ku gel ji ber gotinên pêşmergeyên PDK’Ê direvin û ji cihê xwe aware dibin. Di rastiyê de hêzê Sedam bê şer û teqe gihîştibû navçeyên ku pêşmerge jî pir lê hebûn. Bê tirs her cihêkî digrin û mangeyên xwe lê bi cîh dikin, kes jî tunebû li hember wan derbikeve û şerê wan bike. Gundiyên wê navçeyê digotin hêzên PDK’Ê hemû hatine û radestî Tirkiyê bûn






