Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêngava 15’ê Tebaxê, serdema hebûnê ye

15/08/2024
in ROJEV
A A
Pêngava 15’ê Tebaxê, serdema hebûnê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Evîn Efrîn

15’ê Tebaxê ji bo gelê kurd roja xwe naskirinê ye. Roja bilindkirina berxwedan û têkoşîna azadiyê ye, roja hebûna gelê kurd e, roja naskirna rastiya dijmin e, roja dadgehkirina dijminê gelan e, roja ronîkirina tevahî rastiyan e, roja dengvedana heqîqetê ye.

Wek em dizanin ku roja 15’ê Tebaxê bê wate bû, lê bi pêşengtiya rêheval Egîd (Mahsûm Korkmaz) de wateyekî mezin li roja 15’ê Tebaxê hate barkirin. Her sal ji bo bilindkirina berxwedana pêngava 15’ê Tebaxê şahî li tevahî Kurdistanê tên li darxestin. Pêngava 15’ ê Tebaxê di demekê ku dewleta Tirk siyaseta pişaftinê di hemû aliyan de li ser gelê kurd dida meşandin, êdî gelê kurd ji rastiya xwe dûr diket û gel ji xwe û ji çand û zimanê xwe xerîb bibû,hat destpêkirin. Lê kurdên ku ji xwe ne bawerbûn bi dijmin re bûn yek û li hemberî gelê xwe şer kirin, kurdên xwedî têkoşîn û welatparêz jî heya dawiyê li hemberî dijminê xwînvexwar şer kirin û gelê xwe parastin, ev bi sedê salane ku gelê kurd di nava şerekî pir dijwar de ye. Ji aliyê gelê kurd ve gelek şoreş rabûn, lê dijmin nedihêşt ku ev şoreş dewam bikin. Di dawiya sedsala bîst û yekemîn de bi pêşengtiya Rêber Apo şoreşa azadiyê hate destpêkirin û ev nêzî pêncî sale hewil dide ku di nava van pênçî saliya xwe de gelek bedelê giran biha hatin dayîn û heya roja îro jî hîna tên dayîn û gelek destkeftiyên mezin hatin bi bidestxistin. Tevgera Azadiyê ji destpêka xwe de tevgerek bîrdozî û siyasî bû, lê dijmin bi awayekê hovane bi ser tevgerê de hat.

Tevgera azadiyê ji bo hebûna xwe biparêze hêza xwe ya leşkerî ava kir. Ev yek dide diyarkirin ku gelê kurd dikare ji hemû aliyan ve hêza xwe bi rêxestin bike. Di demek ku dijmin bi awayekî hovane êrîşî Tevgera Azadiyê û gelê kurd dikir û di wê demê de biryar hate girtin ku Tevgera Azadiyê dest bi têkoşîna leşkerî bike. Têkoşîna azadiyê bi pêşngtiya rêheval Egîd (Mahsûm Korkmaz) di 15’ê Tebaxê sala 1984’an de li Eroh  û Şemzînanê yekmîn gule li hemberî dewlata faşîst a Tirk hate teqadin. Ev pêngava ku hate pêşxistin tirsek mezin xiste dilê dijmin û di heman demê de cesereteke mezin da gelê kurd û ew tirsa ku bi salan di dilê wan de hatibû çandin veguhert hêzeke herî mezin, ew bêbaweriya ku di keseyata kurd de dabûn avakirin bi xwe re hêviyeke herî xurt pêşxist. Pêngava 15’ê Tebaxê carek din kurd zindî kirin û bi bîr û bawariyek xurt têkoşîna azadiyê dane meşandin. Carek din gelê kurd û jina kurd bi felsefa Rêber Apo re xwe naskirin û têkoşîna azadiya tevahî jinan ji xwe re kir bingeha rêxistin û ji nû ve vejîn bûnê, tevgera jina azad bû îlhama tevahî jinên cîhanê, ji ber vê yekê dijmin ji hêza kurdê azad ditirse ji ber rastiya kurdê azad di nava têkoşîna ku Rêber Apo pêşngtiya wê dikê de ye der ket holê.

Ji ber vê yekê dewlata Tirk bi hemû hêza xwe û bi hêza navnetewî xwest pêşî li têkoşîna azadiyê bigire û heya ku bikaribe nahêle pêşkeve û astengiyan jê re ava dike. Ji ber vê yekê di sala 1999’an bi pêlanekî navnetwî Rêber Apo ji Kînya revandin û radestî dewleta Tirk kirin. Ev 26 salin Rêber Apo di girtîgerha Îmralî de tê ragirtin, tecrîd li ser tecrîdê û nizîkatiyeke derveyî pivanên mirovahiyê li ser Rêber Apo tên meşandin. Herwiha êrîşên bê navber li ser Rojavayê Kurdistanê tên kirin û ji bo êrîşî Herêmên Parastina Medya bike, Receb Teyîb Erdogan xwe davê ber lingê her kesî. Bi salane ku têkliya dewleta Tirk bi hukumeta Şamê û welat din re ne bû, lê ji bo ku bikaribe pêşiya felsafeya Rêber Apo bigre û nehêle pêşbikeve astengiya ava bike û ji bo ku piroja Netewa Demokratîk bi sernekeve keteye nava tevgereke bê sînor. Bi hevkariya Barzanî bi hukumeta Êraq û SûrIyê re li ser hinek xala  li hevkirine û bi hemû hêza navnetewî bê navber êrîşî herêma parastina Medya dike, çekên ku li tevahî Cîhanê qedexekirî û hemû corê çekên pêşketî li hemberî hêza gerîla tê bikar anîn. Lê hêza gerîla bi çekên ku di destê xwe de û bi vîna xwe şerekî destanwarî dide meşandin û bi awayekî qehremanî li ser şopa rêheval Egîd di asta her jor da têkoşîna xwe didomînin. Lê weke em dibînin ku dewlata Tirkiyê li hember têkoşîna tevgera azadiyê bê çare maye. Roj bi roj derbeyên herî giran ji gerîlayên azadiyê duxe. Di nava qada Parastina Medya de her gerîla destana berxwedaniyê jiyanê dike. Ji ber vê jî, ji pêngava 15’ ê Tebaxê heyanî 15’ê Şibatê bi tekoşîna aştî û demokratîk wê serkeftina piroja netewa demokratîk bi azadbûna Rêber Apo ji aliyê fizîkî de wê misoger bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.