Zekî Bedran
Dîsa ji herêma di bin kontrola rêveberiya Sûriyeyê de li dijî Dêrazorê êrîş pêk hatin. Berê jî li vê herêmê êrîş pêk hatibûn û gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Armancên wan veqetandina herêmê ji Rêveberiya Xweser, çêkirina nakokiya Ereb-Kurd û desteserkirina herêmên petrolê ye. Ger Dêrazorê were xistin, plan û hewldan hene ku herêmên din ên niştecihên Ereban li pey bên xistin hene. Di esas de beriya her tiştî planên derxistina gelê Ereb ji herêmên xweser da ku gelê Kurd bi tenê bimîne û were pelçiqandin di meriyetê de ne. Rêvebiriya Şamê ji rêderxistina rojevê û bi kar anîna neteweperestiya Ereb, dixwaze bi vê yekê ku gel ji bîr bike çi aniye serê wan, ji nû ve desthilatdariya xwe ava bike.
Pirsgirêk aliyên din jî hene ku ji rêveberiya Şamê wêdetir in. Kes li êş, xizanî û xisarên gel nafikire. Hemû hêz hewl didin qadên hêz û bandora xwe xurt bikin. Îran jî yek ji van hêzan e. Tê zanîn ku Sûriye bûye çi. Îran piştgirî da Beşar Esad ku li ser desthilatê bimîne. Her wiha Rûsya jî piştgirî da Şamê ku li herêmê bimîne. Esad ancex bi vê piştgirîyê dikaribû bijî. Kurdan bi Esad re jî şer nekir. Tevî hemû ferzkirinên Tirkiyeyê jî gelê Kurd li dijî DAIŞ’ê şer kir û tevlî tifaqa wan nebû. Ji ber vê yekê jî Tirkiye Kurdan kir hedef û wek dijmin û terorîst îlan kir. Heger Kurdan ferzkirinên Tirkiyê qebûl bikira û tevlî tifaqa wan bibûna, şensê Beşar Esad nedima ku li ser linga bimîne. Di vî warî de Esad, deyndarê Kurda ye ku li ser linga maye.
Rastî her tim tên veşartin û hewl tê dayin ku wan berovajî bikin. Tirkiye hewl dide wan û gelê herêmê li dijî QSD’ê tehrîk bike, da ku Şamê bigire aliyê xwe. Şerekî psîkolojîk ê bêhempa dimeşînin. Propagandaya dikin dibêjin ku eşîrên Ereb li dijî QSD’ê serî hildaye. Derdorên fermî yên Tirkiyê bang dikin ku petrola herêmê ji gelê Sûriyê re were dewrkirin û ji destê terorîstan bê derxistin. Zextê li hêzên DYA û koalîsyonê dike. Ji bo ku têkiliyên wan bi QSD’ê re qut bike, bazariyên ne maqûl dike. Li ku derê însiyatîfek li dijî QSD’ê an jî li dijî Kurdan hebe, dewleta Tirk xwe bi ser serkî diavêjiyê. Hemû xerabiyan difikire û bi rêxistin dike.
Her wiha Îran tenê bi alîkariya rêveberiya Sûriyeyê sînordar namîne, bi baweriya gelê herêmê jî dilîze. Ji bo pêşxistina Şiîtiyê di nava gel de xebateke giran dimeşîne. Sûriye ne di wê rewşê de ye ku li dijî vê yekê raweste. Her wiha pirsgirêk û nakokiyên Îranê yên bi DYA’yê re tên zanîn. DYA jî li herêmê ye. Îran, li dîjî Amerîkayê bi rêxistinkirin û seferberkirina gel ve mijûl e. Bi rêveberiya Şamê re QSD’ê weke hevkarê DYA’yê nîşan didin. Dixwazin QSD’ê jî têxin nava nakokiyên navbera xwe û DYA’yê. QSD naxwaze bibe amûrê pevçûnan. Tevî vê yekê jî Îran milîsên xwe yên ku birêxistin kiriye, li dijî Dêrazorê dide êrişkirin û bi çekên giran piştgiriya wan dike. Îran bi fermî nabêje ku ew di van êrîşan de cih girtiye. Lê her kes li herêmê dizane ku yên êrişan bi rêve dibin û beralî dikin berpirsên Îranê ne. Dibêjin eşîr li dijî QSD’ê ne, lê ev rokêt û fuze ne karê eşîran e.
Herêma Dêrazorê yek ji herêmên dawî ye ku ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin. Yek ji herêmên ewil e ku li dijî rêveberiya Şamê xwepêşandan û serhildan çêbûn. Gel bedelên pir giran dan. Niha li herêmê aramî û rêveberiyeke demokratîk heye. Di esas de xwe bi xwe rêve dibin. Ew bi awayekî têkiliyên xwe yên bazirganî bi aliyê din ê Firatê re, herêma ku di bin kontrola rejîmê de ye, didomînin. Ev jî tevkariya aboriya wî alî dike. Li gel vê jî hewldanên ku herêmê bikşînin nava rewşeke nakokî û kaotîk narawestin. Ev êrîş hem wêrankirina aborî bi xwe re tîne û hem jî ewlehiya jiyana gel dixe xeteriyê. Bêyî ku hewce bike gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Li vê erdnîgariyê zêde qîmeta jiyana mirovan nîn e. Ji ber vê yekê mirov bi hêsanî tên xerckirin, tên kuştin û dişînin mirinê. Ji ber ku gel ne xwende û rêxistinkirî ye, ne di wê pozîsyonê de ye ku xwe biparêze û aliyê xwe diyar bike. Tirkiye hinekan ji wan dişîne Lîbya, Qerebax û hwd û wan ji bo xwe dide şerkirin. Di dagirkirina Sûriyeyê de, wan derdixe pêş. Ji bo ku leşkerên Tirk nemirin wan di eniyên pêş de digre.
Îran û Şam cuda nêzîk nabin. Lê belê Rêveberiya Xweser û QSD’ê dixwazin bi hikûmeta Şamê re danûstandinan bikin û pirsgirêkên xwe di nava yekîtiya Sûriyeyê de bi rengekî aştiyane çareser bikin. Ev hêz tiştekî ji Şamê naxwazin. Tenê Sûriyeke demokratîk dixwazin. Şam, li şûna vebijêrka demokratîk,zexta navendîbûna hişk a rejîma yek partî ya beriya 2011’an dike. Tirkiye jî, ji bo tinekirina Kurdan serî li her şêwe nebaşiyan dide. Gelo Tirkiyê tu daxuyanî li ser naskirina ti maf û nasnameyekê ji Kurdên Sûriyê re dîtiye? Na… Ji bo tinekirina Kurdan û temamkirina qirkirinê zexta li Şamê dike û teklîfan dike.






