Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêngava 15‘ê Tebaxê dara zuha bibû ji nû ve şîn kir’

14/08/2024
in ROJEV
A A
‘Pêngava 15‘ê Tebaxê dara zuha bibû ji nû ve şîn kir’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Şahidê kêliyên dîrokî yê 15‘ê Tebaxê Ebdulkerîm Mijinî diyar kir ku beriya 15‘ê Tebaxê li Kurdistanê dara azadiyê zuha bibû, lê piştî wê erdhejeke mezin di mejiyê dagirkeran de pêk hat û dara ku zuha bibû ji nû ve şîn bû.

Pêngava 15 Tebaxa 1984’an ku bi giştî wekî destpêka şerê rizgariya Kurdistanê tê naskirin, 40 sal li pey xwe hişt. Di bin Fermandariya Egîd û Eliyê Berbiçavk ji 2 milan ve êriş li ser baregehên dijmin hatine kirin. Dewleta Tirk ya dagirker li hemberî wan çalakiyên şoreşgerên Kurdistanê matmayî ma û erşê desthilatdariya wê hat hejandin.

Derbarê pengava 15 Tebaxê roja vejîna gelê kurd, weltparêzê kurd ku bû şahidê wan kêliyên dîrokî  Ebdulkerîm Mijinî ji rojnameya me re axivî.

Derketina Rêber Apo û Pêngava 15‘ê Tebaxê Vejîn e

Ebdulkerîm Mijinî da xuyakirin ku pengava 15‘ê Tebaxê gelê razayî ji xewa giran ya bindestiyê şiyar kir û wiha got: “Gelê Kurd li Rojhilata Navîn, gelê herî kevnar e. Pir caran serhildanên gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê çêbûn, lê ji ber armanc ne armancek birdozî û polîtîk bû, ew serhildan dihatin têkbirin. Sedema bingehîn jî qelsbûyîna pêşengiyê bû. Gelê Kurd di dîroka xwe ya hezarê salan de ji zordarî û zextê xilas nebûye. Hertim bi tunebûnê û qirkirinê re rû bû rû mane. Lê piştî derketina Rêber Apo her tişt hat guhertin. Ji ber ku ew xwedî raman û bîrdoziya rizgariya gelê kurd e. Derketina Rêber Apo li hemberî dagirkeran û Dehaqên wê demê, wekî derketina Kawayê Hemdem bû. Rêber Apo, gelê Kurd beriya Tevgera Azadîyê derbikeve holê wek ‘Darê zuha’ pênase kir. Derketina Rêber Apo avakirina Tevgera Azadîyê bû. Pêngava 15‘ê Tebaxê jî dengekî nû da cîhanê. Ne tenê ji bona gelê Kurd, ji bona gelê bindest yê cihanê  bû fîşeka xêlasbûyin û rizgarkirina ji koletiyê.”

Fîşeka yekemîn ku tenê li Dihê û Şemzînanê teqiya, deng da hemû cîhanê

Ebdulkerîm Mijinî da xuyakirin ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji bona gelê Kurdistanê derfeteke mezin û bêhempa bû û wiha domand: “Pêngava 15‘ê Tebaxê û destpikirina şerê çekdarî, kurdên ji 7 salî heya 70’ê salî ji xew şiyar kir û kelecaneke mezin avakir, 15‘ê Tebaxê jiyanek nû bû. Berê jî gelê Kurd yê Botan, Behdînan di çiyayan de jiyan dikir û çekdarîbûn hebû, lê li benda pêşengekî û birdoziyekê bûn. Bandora PDK’ê li herêmê hebû. Lê ew ne tevgerek birdozî û xwedî felsefe bû. Bi teqandina fîşeka yekemîn di bin fermandariya Fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) de li derdorê Tevgera Azadiyê kombûyîn ava bû. Pir tevger û serhildanên kurd yên beriya Tevgera Azadiyê de encam hat derxistin. Li ser wê bingehê di dîroka 15‘ê Tebaxa 1984‘an de di Bakurê Kurdistanê bajarê Sêrtê ya navçeya Dihê û Colemergê navçeya Şemzînanê hemdemî çalakî li ser qereqolên dewleta Tirk ya dagirker hat kirin. Çalakiya Dihê bin fermandarîya Egîd (Mahsûm Korkmaz), Şemzînan jî bin fermandariya Elî Berbiçavk (Abdullah Ekincî) de hat rêvebirin. Ev heman demê de rê ji bona damezirandina HRK (Hêzên Rizgariya Kurdistan) vekir.”

‘15‘ê Tebaxê ji bona gelê Kurd dihat wateya yêkiti yê’

Ebdulkerîm Mijinî wisa berdewam kir: “15’ê Tebaxê gelê kurd gihande lûtkeya serkeftinê. Êdî ti kes nikare bêje em ê Kurdan xilas bikin. Ev nêzî 3 salin Herêmên Parastina Medya şerekî pir dijwar diqewime. Ev ne tenê artêşa Tirk ya dagirker e, NATO bi giştî li hemberî şervanên Tevgera Azadiyê şer dike. Ev rihê 15’ê Tebaxê Fermandar Egîdan e. Ger ku xiyaneta PDK’ê nebe, wê artêşa Tirk demildest têk çûba. Ev encama xebatên Rêber Apo û ramanên wî pêk hatin. Beriya 15’ê Tebaxê jî tevgera PDK‘ê hebû, lê ji bona berjewendiyê gel ti kar nedikir, tenê eşîr û malbata xwe bingeh digirt. Niha jî di rêzê pêşî de cih digire û ji dagirkeran re rê vedike. Ev nikarin yêkitiyekê netewî di nav kurdan de bidin avakirin. Tenê malbat eşîra Berzanî difikirin. 15’ê Tebaxê ne tenê ji bona gelê Kurd, ji bona gelên Rojhilata Navîn de jiyan dikin bû hêviyeke mezin. Ji bona aloziyên Rojhilata Navîn tenê çareseriyek heye, ev jî Tevgera Azadiyê ye. Rêber Apo û şehîdên şoreşa Kurdistanê hêviya wan ji me hemûyan yêkitiyê me daxwaz dikin. Pêwiste em daxwaza wan pêk bînin û salvegera vejînê de xebatê xwe zede bikin. Pêwîste em rêxistina xwe pêş bixin. Em civakê perwerde bikin. Hêzên xwe  yên leşkerî û çekdarî xurt bikin, tevlîbûnan li ser wê bingehê ava bikin. Ji bona em bikarin deskeftiyên xwe yên her 4 beşên Kurdistanê jî biparêzin.”

‘Tevgera Azadiyê, tevgereke zanistî ye’

Ebdulkerîm Mijinî bi boneya 15’ê Tebaxê di serî de Fermandar Egîd û hemû şehîdên şorêşê bibîranî û axivtina xwe wisa qedand: “Derketina 15’ê Tebaxê ji bona gelên bindest dihat wateya ji nûve dayik bûnê. Bangawaziya min ji bona gelê Başûrê Kurdistanê û Pêşmergeyên welat parêze bila nebin hevkarê xiyaneta PDK û mala Barzanî. Em derdorê pêngava 15‘ê Tebaxê bibin xelekek agir. Em rê nedin dagirkeriyê bi hestên me yên welatparêzî bê pêş xistin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.