Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ciwan Siko: Bi hevgirtinê em ê êrîşan vala derxînin’

13/08/2024
in ROJEV
A A
‘Ciwan Siko: Bi hevgirtinê em ê êrîşan vala derxînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Jîn Hisên/ Qamişlo

Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye Ciwan Siko diyar kir ku bi êrîşên ser Dêrazorê û gundewarên wê tê eşkerekirin ku hikumeta  Şamê bi feraseta beriya 2011`an tevdigre û dixwaze wiha berdewam bike.

Di demên dawî de hêzên çekdar yên girêdayî hikûmeta Şamê êrîşî ser gundewarên rojhilatê kantona Dêrazorê kirin û ragihandina hikûmeta Şamê ev yek berovajî da xuyakirin got ku ev şer di navbera êlên herêmê û QSD’ê de ye. Di encama êrişan de hejmarek zarok û jin jî di nav de 11 sivîl şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.

Derbarê êrişên li ser gundewarên rojhilatê kantona Dêrazorê, sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê Ciwan Siko ji rojnameya me re axivî.

‘ Hêzên çekdar yên girêdayî hikûmeta Şamê û Îranê hewil didin DAIŞ‘ê li herêmê zindî bikin’

Ciwan Siko diyar kir ku ji dema rizgarkirina Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê, bi riya dewleta Tirk, hêzên çekdar yên girêdayî hikûmeta Şamê û Îranê dixwazin di navbera pêkhateyên herêmê de tevliheviyê derxînin û wiha domand: “Êrişên ku di van rojên dawî de li Dêrazorê diqewime, ne êrişa yekemîn e. Di sala 2023`an de jî hewildaneke wiha derket lê bi hevgirtina pêkhateyan ev armanc vala hate derxistin. Bi destwerdana dewletan di kar û barên Sûriyê de wê DAIŞ ji nû ve zindî bibe û êdî ev yek wê xeteriyekê mezin ser herêmê bîne. ”

‘Dibe gelên herêmê li derdore QSD‘ê kom bibin’

Ciwan Siko wiha li gotinên xwe zêde kir: “Divê hemû pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekrêziya xwe raghinîn û piştgiriya xwe ji QSD re nîşan bidin, tenê hevgirtinê teqez  em karibin van fitneya vala derxînin û van pirsgirêk û astengiyan derbas bikin. Divê gelê herêmê bi QSD bawer be ji ber ku berî niha jî herêm parastiyê û aramî li herêmê belav kiriye, wê hîn jî berdewam bike. Her çiqas em karibin yekîtiya xwe ava bikin ewqasî em ê karibin li pêşiya van êrîşan bisekinin.”

‘Armanca wan têkbirina aramiya herêmê ye’

Ciwan Siko tekez kir ku bi van êrîşan hate xuyanî kirin ku dewleta Tirk û hêzên çekdar yên girêdayi hikûmeta Şamê deskeftiyên ku bi encama keda gelan hatiye bidestxistin naxwaze bibîne û wiha berdewam kir:” Demokrasî xeteriyeke ser pergala wan ya diktator. Ev ne mijareke eşîrên ereb ye weke ku hin alî propaganda dikin, ev yek di daxuyaniyên serokên eşîran derket û piştgiriya xwe ji bo QSD nîşan dan û destnîşan kirin ku ev çete girêdayî Îran, Tirkî û hêzên çekdar yên girêdayi hikûmeta Şamêne, armanca wan têkbirina aramiya herêmê ye.”

‘Hikûmeta Şamê hewil dide Sûriyê vegerîna di sala 2011‘an’

Ciwan Siko bal kişand ser riyên çareseriya kirîza Sûriyê û destnîşan kir ku di dema destpêkirina şoreşê we ti hewildan di aliyê hikûmeta Şamê nehatiye dîtin û wiha domand:” Hikûmeta Şamê hîn mîna hişmendîya berî  di salên 2011`an difikire û dixwaze wiha berdewam bike. Guhertina Feraseta şaş pêwîste da ku çareserî bê dayîn. Ji ber ku li ser vê xakê guhertinên siyasî çêbûne û divê hikûmeta Şamê deriyê guftugoyê veke. Çareseriya aloziya Sûriyê di guftugo ya Sûrî-Sûrî pêkane, em jî ji guftugo yê re amade û vekirîne. Pêwîste kongreyekê di bingeha Sûrî- Sûrî bê li dar xistin, ji ber ku tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bibin. Herî giring ew e ku biryara Neteweyên Yekbûyî  (NY) gorî madeya 2245 pêk bê ji ber ku guhertinên siyasî di di naveroka wê peymanê pêk tê, bikarin wê derfetê bidin ku gelê Sûriyê hemû pêkhate hevra jiyan bikin. Kîjan biryara ku derkeve derbarê aloziya Sûriyê de MSD û Rêveberiya Xweser cih negire, ev biryar di aliyê gelên herêmê jî nayê pejirandin û kêmanî di nav de hebin.”

‘Em Deskeftiyên xwe pêwiste biparêzin’

Ciwan Siko axiftina xwe wiha dawî kir:” Qûnaxa niha em tê de derbas dibin pir zehmete, ji me hemûyan tê xwestin ku bi erkê xwe rabin û bi yekrêzî û hevgirtinê nêz bibin, jibona em serkeftinê mîsoger bikin. Em bibin zêrevan ji bo parastina van destkeftiyan ku bi saya bi hezaran şehîdên wi gelî pêk hatiye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.