Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di salvegera 10’an ya plana bêbext de pêş dîtinek

11/08/2024
in ROJEV
A A
Di salvegera 10’an ya plana bêbext de pêş dîtinek
Share on FacebookShare on Twitter

Dizgûnê Dewrêş

Rojek serê sibê ku “leşkerên mirinê” berê xwe dan vê axa tijî nalîn, mirin bû deriyê tekane. Ji ser 3’ê Tebaxa 2014’an 10 sal  derbasbû jî, ji êşa xwe tiştek winda nekir. Belê “Dem dermanê her tiştî ye” pir gotineke klasîk be jî rastiyeke din li kêleka vê gotinê ye ku êş li ser kîjan rih û mêjî bi çi mezinahî, ango giranî rûniştiye dive em zanibin.

Şengal, bi 1000’an zarok ji wan hestên derûnî hê pêsîra xwe rizgar nekirine; dibe ku beşek ji wan, heya dawiya temenê xwe jî jê rizgar nebin. Yanê ev êşa giran, heya mirinê mixabin ji wan dûr nekeve jî. Beşek ji van bi şewazek din bikar bîne û ser vê êşê bigire, ji bîr kirinê bikar bîne; lê ev tenê ji derve wûsa xuya be. Beşek jî her temen mezin bû bi êş û tamên din van bîranînan re siviktir bike û jiyanê bi vî awayî bipejirîne. Eger bîne bîra xwe dehsal berê van rojan dinyayek wiha hebû: Bi 10 Hezaran kesên kinc reş, di destê wan de çek û derfetên artêşên fermî û li vê herêmê talan û mirin ji xwe re kiribûn al, kevana zêrîn dabûn ber “şûr”ên xwe yên jengarî (zinger bûyî). Li hêla din dinyayeke kezeb şewitî(!) li çokê xwe dida digot: “Hey wax ! Ev barbarî li vê herêmê serê herkesî bitewîne û bikûje”

Bi 10 hezaran Kurdên Êzîdî ji van hovan re hiştin ku bi gorên komî werin “xelat” kirin! Plansazên wan rojan, herhal di nava xwe de van komkujiyana bi vî awayî nav dikirin. Kî dizane dakû li mal şaş nekin peyv û têgehên nixûmandî bikar dianîn; da ku zarok û endamên din yên malbatê ji van dek û dolabên bêbext agahdar nebin. Pê nehsin ku dayik û bavên wan cêwiyên rûhistinê serdemê ne.

Beyî armanceke maddî tu şer rû nadin. Komkujiya ku ji wê rojê virve li dora me sistematîk  tê bicîh kirin jî bêyî vî aliyê maddî nirxandin xapîn e. DAIŞ, tenê amûreke sereke ya vê armancê bû. Wê demê zêde, lê îro jî li gor pêwîstiyan tê bikaranîn. Ya gûheriye tenê rêbaz û hincetên din niha li meydanê tên rêz kirin yanê cûreyî  hecetan zêde bûne. Di armancê de tu guhertin tune ye.

Plana 9’ê Cotmehê, navnîşana teqînên Siba, Şêx Xidir û Til Îzerê ne jî. Ji ber ku, encamên herduyan jî mirinên komî ne. 3’ê Tebaxê tenê ji bo temam kirina vê erkê ye. Di salvegera 10’mîn ya 3’ê Tebaxê de çav, guh û rihê me pêşketin û planên Rojava serdestan pir baş analîz neke û li gorî wê tevnegere nabe. Di her zemînê de ji her kesî re bête nîşandan ku ez bi mirini li pêy daxwazê xwe me. Eger ev bi vî awayî nebe,  ji te bistînin. Siyasetê de beşa laweyan tune, guftûgo hene lê, bazar û dîplomasî bi vê beşê destpê nayê kirin. Ev rêbaz hem rêbaza herî nezanî, hem rêbaza here xisardar û hem jî rêbaza here lahnetî ya winda kirinê ye. Bazara rast pêşî garantî kirine beşa here mezin ya xwestekên tên kirin in ku li ser vana bazar nayê kirin. Guftugo, tenê vê teqezîyê fermî dike. Beşa 2’yem de de çi taktîkî û çi jî wekî berdêla vê statuyê tê girtin an jî tê berdan tê guftugo kirin. Şengal, piştî vê karesata plan kirî, êdî îspat û delîl a herî xurt ya destê me ye ku li ser bazar nayê kirin e. Eger aliyên peywendîdar mijara Şengalê, ji mijara stratejîk ya dahatuyê wekî

-Av

– Neft û gaz

– Cewher û mineralên stratejîk

– Rê û ragihandin

– Çandinî

– Guhertina demografîyê

Nêrînên ji van xalan dûr, wê bibe xeletiyeke pir mezin. Şerê ku qet li vê herêmê ne sekinîye, me wekî zindiyekî birîndar tenê bi xwe re mijûl dike ku em  berê xwe nedin ser mijar, merhalê û rêyek cûda din da bi hêz nebe.

ŞOPA TILIYÊN KOMKUJIYÊ:

Encama qirkirina 3’ê Tebaxa 2014’an pêşiya hertiştî şopa tiliya hêzên zilhêz yên cîhanî û hêzên herêmî di serê civaka me de bi asteke bilind zelal bû.Hewildanên “şîlo” kirinê ya vê bêbextiyê digel hemû derfetên medyatîk û dorpêça birdozî jî biser neket. Gelê me, berpirsiyaran jî nas dike û berpirsiyariyên xwe çine jî her roj zêdetir dihese. Siyasetên ku li herêmê armanc dikirin ku Êzîdiyan bi teviz nadinê ji hole rakin bi vê bêbextiya sosyo-anestezik, şiyarbûneke tund re rû bi rû ma.

Di dawî de kampên ku ew lê dihatin girtin niha derî tên dadan û ew vedigerin ser axa xwe. Yên koçberê welatên din bûyî xisarek bê sînor bihêle jî vegerek, nûve êşê hindik be jî, sivik dike. Gelê me, ji vê komkujiyê encamek mayînde derxistine, yan dernexistinê bi pratîka xwe ya nû nîşan bide. Îsbata vê ne mayîna li Şengalê ye tenê; di heman demê de dahatuyeke çawa re xwe amade dike ev jî girîng e. Ji bo vê, rê û organize bûneke xurt bo meşandina siyasî;  rê û organize bûneke pêşketî bo aboriyekê ku li wir, di Şengalê de  diafirîne, hildibirîne de bi hers û biryar be. Ev hem dibe sedema kar û debara ku asta jiyanê bilindtir bike û hem jî rêya hişbirina tevizandinê siyaseta “birinc-ard-rûn- şekir” re derî bigir e.

Di bin vê atmosferê de gelek tiştên hêja qewimîn û van kiryarên xêrab civaka me ya Êzîdî hejand. Hejandina komkujiyên berê piranî du encam derkevin pêşîyame, ew jî xurt kirina xwe parastinê û hewldana peydakirina derdorên bêalî yan jî muttefîqên nû. Lê vê care herî kêm çar encam derxistin hole. Li gel van herdû encamên ku ji bav û kalan mayî; fêm kirina girîngiya stratejiyek mayînê li jiyanê û  tevgerîna stratejik.

Mirov, berhemdariya mêjiyî ya piştî vê komkujiyê, di vê çarçovê de bibîne. Eşkereye ku komkujiya 3’ê Tebaxê re gelê me yê veceniqî demek pişt re xwe ji vê şokê derxistiye û şiyar mayîn ji xwe re kiriye encamek xurt. Encamên vê şiyarmayînêye ku li ser hemû sazîyên civakî bîrmendî û afrînerî zêde dibe. Ji nifşên serdema komkujiyê ku zarok û ciwan bûn  her roj hunermend, helbestvan, werzişvan, nivîskar û hwd radibin. Eva danasînekê  pir erenî ye. Civakek wekî civaka Êzîdî ku hiyerarşiya civakî hê xurt e dikarî bû, zêdetir û leztir vêna pêk bîne. Lê ji ber pirsgirekên nava vê hiyerarşiyê nehatiye çareser kirin, loma jî sînerjiya ku tê hêvî kirin dernakeve holê.

Taybetî serdanên Qûbeyan û vegorîna Pêriyan de li dîwana dengbêjan,  ji helbest û wêje yê re jî cîhek bê dayîn eve  dilxwezi (motîvasyon) yeke zêde re rê vebike. Rêveberiya Xweser û dezgeyên civakî, qadên xwe zêdetir ji ciwanên afrîner re vekin.

Tişta ku bazarê dike bazar hilbirîn û pêdivî ne; lê tişta ku hibirînê geş dike jî bazara peyde kirina wan e. Serdîwanên van rûniştinan zêdetir ji vî nifşî re rê vebikin, berhemdarên vî nifşî jî zêdetir derkevin ser zemînên wiha li ber çavên raya giştî û xwe nîşan bidin.  Sazî û dezgeyên Çand û Hunerê çiqasî hişmendiya li pişt berxwedanê xurttir bixwaze dive vê deriyê hûnerê xwedî bike, geş bike û rol bidê. Serkeftinên civakî, ger bi berhemdariya mêjiyê hate pesend kirin civak, ber bi pêşketin û rindî ve diçe. Fermana 3’ê Tebaxê bi vê derfetê ku hate têk birin hesabên tarî wê bixitimin.  Ev derfet ji heye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.