Volqan Elî
Di roja me ya îro de, yanî çaryeka destpêkê ya sed sala bîst û yekemîn, êdî şer wekî berê nayên meşandin. Ruxmî ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di salên 1990’î de bi şerê Kendavê dest pê kiriye, niha mirov ji welatiyekî/e ji rêzê yê cîhanê bipirse, ew ê “bêje ti şerê cîhanê filan nayên meşandin”. dibe ku hêzên azadiya gelan bi xirabiya şer hesiyabin, heta wekî hêzên Şaristaniya Demokratîk ev şer wekî şerê cîhanê yê sêyemîn jî bi nav kiribin jî, hêzên hegemon ku şerê cîhanê yê sêyemîn dimeşînin di wê astê de bi ser keftî dixebitin, ji bilî hêzên azadiya gelan, hêzên xeta seyemîn ti kes ne di ferqa vî şerî xwînavî de ye. Mînak, ji Kurdistanê, Efxanîstan, Ûkrayna, Filistîn bigire heya bi welatên Afrîkayê di nava çend salan de bi sedan hezar kes hatiye kuştin. Armanca me ne ew e ku em bêjin ewqas kes hatine kuştin wê demê ev jî şerekî mezin ê cîhanî ye, na. Hedefa me ew e ku em taybetmendiya vî şerî nîşan bidin.
Niha eger xwendevanek bêje, “ma em ê taybetmendiya vî şerî zanibin yan jî nizanibin çi feydeya wê heye?”, mirov nikare heq nede vê pirsê jî. Lê rastiyeke wisa jî heye; dema em taybetmendiya vî şerî nizanibin, em ê ji van eniyan li cem yekê ciyê xwe diyar bikin. Herî kêm bi helwesta xwe ya fikrî. Lê roja wê tê fikir, dibe zikir û çalakî. Jixwe fikir ji bo çalakiyê ye. Ya ji van hemûyan girîngtir jî em ê çawa û çi bifikirin, çi bikin, kî dostê gelan e, kî dijminê gelan e bizanibin û li gorî wê helwest bigirin, li gorî wê bikevin tevgerê. Ma em ê hosiya Zerdeştê Kal ji bîr bikin? “Rast bifikire, rast bibêje, rast bike!”.
Niha, dema em li gorî vê li bûyeran nenêrin wêneyekî çawa derdikeve li ber çavên me? Em ê bêjin, “vaye, Îsraîl bi sûîqestê Haniye tasfiye kir. Hêza xwe nîşanî Îranê jî da”. Ew bi xwe dibêje “me derbeke mezin li hemû dijminên xwe dan”. Lê her tişt ne evqas safî û zelal e. Li gorî vê dîmenê, piştî Îranê û heta ji Îranê jî bêhtir, dilê Erdoxan û Bahçeli bi Haniye re ye. Lê wêneyê rast, bi îhtimaleke pir mezin ne wisa ye. Em ji ku dizanin? Yek, em dîrokê dixwînin. Dîrok çi ye? Şîroveya heqîqatê ye, şîroveya dema borî ye û diyarkirina pêşerojê ye. Ma di dîrokê de çi qewimîbû? Bi kurt û kurmancî ji beriya şerê cîhanê yê yekemîn, beşekî mezin ê welatê Eraban di bin destê Osmaniyên talanker de bû. Dema ku di sedsala 18-19. de girîngiya petrolê hate fêmkirin, Îngîltere berê xwe dabû Rojhilata Navîn û welatên Ereban. Lê ev herêm di bin dagirkeriya Osmanî de bû. Îngîlîzan girîngiya wê dizanîn ku xelkê Ereb li dijî Osmaniyan rakin, giregirên Eşîrên ereb wekî hevkarên xwe bi kar bînin. Bi kurtî di vê armanca xwe de bi ser ket û bi taybet jî ev bi peymanên şerê cîhanê yê yekemîn misoger kir. Gelê Ereb hema bêje hemû ji Osmanî qut kir û pergala Osmaniya şehitî. Tirkên faşîst wekî berpirsiyarê vê Ereban dibînin. “Împaratoriyeke qerase ji ber Ereban ji destê me çû”. Ew wisa difikirin.
ji ber vê yekê dewleta dagirker ê Tirk ê niha û Erdoğan, ji gelê Ereb, ji tevahiya Ereban wekî cinê wan bin hez nakin. Dixwaze bila Haniye be, dixwaze bila Mûrsî be yan jî Esad. Ma ne ti nemayibû Erdogan biçe li Şamê li mizgefta Emewî nimêja xwe bike! Dema dagirkeriya Tirk dibe mijar Kurd û Ereb û Fars ji bo faşîzma dewleta Tirk ne tiştek in. Yanî eger hêzên hegemon jê bixwazin Erdogan û Bahçelî dikarin her kesî bifiroşin. Niha ne ku pir Misilman in, bigire ji DAIŞ’ê hemû hêzên cîhadîst bi xwedî dikin, ji bo ku rojekê bifiroşin bi xwedî dikin. Ya duyemîn, em dizanin ku di vî şerê cîhanê yê sêyemîn de eniyên cemid ên klasîk tine. Yanî her hêz û dewlet li ser gelek benikan wekî sêhêrbaz dilîzin. Niha Tirkiye hem li ser benê Îslamiya radîqal e, hem li ser benê Pûtîn e û hem jî li ser benê Ewrûpa ye.
Di encam de ev şer, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi temamî şerekî şer e; yanî dekûdolab û komplo û lîstok taybetmendiya bingehîn a vî şerî ye. Kîjan hêz li cem kê ye, kengê wê hev bifiroşin, sûda wan ji hev çi ye tenê ew dizanin. Hêzên gel, hêzên ku di eniya azadiya gelan de cih digirin, ne hewce ye ku bizanin hêzên şer çi difikirin, çi dizanin, çi dikin. Lê bi şertûmerca ku taybetmendiya xapînok, tev dekûdolab û komplo ya vî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn were zanîn. Feydeya eniya azadiya gelan di wê de ye ku timî bide li pey berjewendiya gelên bindest, ji bo wê bifikire, ji
bo wê helwest bi pêş bixe. Ew jî yekîtiya gelan e, neteweya demokratîk e.