Hemza Sêvo/ Qamişlo
Piştî dosyeya Sûriyê, dayîna dosyeya Iraqê jî nîşana ewlehiya Washingtonê ya ji bo Barrack e, êdî bi awayekî fermî ew bû şanderê rêveberiya Trum li Îraqê. Ji ber ku di siyaseta Barrack de dijatiya wî ji bo gelê Kurd derdikeve pêş, metirsî li ser siberoja Başûrê Kurdistanê di warê ewlehî û aborî, hem jî rûdana geşedanên xeternak çêdibe.
Tom Barrack kî ye?
Thomas Barrack di 28’ê Nîsana 1947’an de ji dayîk bû. Ew milyarder û karsazekî Dewletên Yekbûyî ye herwiha damezrîner, serokê Mecilsa Rêveberî û serokê cîbicîkar ê kargeha Colony NorthStar e. Di sala 1969’an de ew ji Zanîngeha Başûrê Kalîforniyayê bawernameya Lîsansê ya Wêjeyê wergirt û li wir di tîma rugbiyê ya zanîngehê de cihê xwe girt. Piştre ew beşdarî Dibistana Gold a Mafnasiyê li Kalîfornyayê bû, li wir edîtorê Southern California Law Review bû, berî ku di sala 1972’an de bawernameya xwe ya Juris Doctor ji Dibistana Hiqûqê ya Zanîngeha San Diego werbigire. Ew zêdetirî 40 salan e dost, şîrik û hevpeymanê siyasî yê Donald Trump e.
Barrack di kampanyaya hilbijartinê ya Trump a sala 2016’an de roleke girîng lîst û wek yek ji kesên ku Trump herî zêde pê bawer e, tê zanîn. Barrack ne ji kariyera dîplomasiyê, lê ji cîhana bazirganî hatiye. Avantaja wî ya herî mezin gihaştina rasterast a Trump û têkiliyên wî kesane ne ku bi rêber û rêveberên herêmê re ava kirine.
Rêveberiya Trump, li şûna kanalên klasîk ên dîplomatîk, di siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn de Barrack weke aktoreke sereke derxistiye pêş. Piştî dosyeya Sûriyê, dayîna dosyeya Iraqê jî nîşana ewlehiya Washingtonê ya ji bo Barrack e. Di 30’ê Gulana 2026’an de wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Marco Rubio ragihand ku dema wezîfeyê ya nûnerê Taybet ê Sûriyê Tom Barrack qediya.
Trump, Tom Barrack weke nûnerê xwe yê taybet yê Iraq û Sûriye diyar. Ev gav jî di 31’ê Gulanê de ji hêla Donald Trump ve hat avêtin. Trump ragihand ku Tom Barrack ku Konsilê Amerîka ye li Tirkiye weke nûnerê xwe yê taybet yê Iraq û Sûriye destnîşan kir. Serokê Amerîkayê Donald Trump peyamek li ser tevna civakî ya xwe parve kir û Tom Barrack weke nûnerê taybet yê xwe yê Iraq û Sûriyê destnîşan kir. Trump got, “Erkdarkirina Tom Barak wekî nûnerê taybet ê Iraq û Sûriyeyê di demekê de têku em hevkariya xwe ya stratejîk bi hikûmetên Sûriye û Iraqê re pêşve dixin.”
4 erkên Barrack li Îraqê hene
Washington niha 4 dosyayên sereke li Îraqê radestî Tom Barrack kirine ya yekem dosyaya komên çekdar weke Heşd Elşeibî û komên din û çekên wan e, ya duyem kêmkirina bandora Îranê di nav saziyên siyasî û aborî de ye û ya sêyem jî jinûveaktîvkirina têkiliya aborî û veberhênanê ye, nemaze di qada enerjî, gaz, elektrîk û bankan de. Dosya herî sereke û zehmet ji bo Amerîka û şanderê wê Barrak tunekirina baskên Îranê ye, çawa ku li Sûriyê hebûna Îranê hat tunekirin plana DYA’ê heye ku li Îraqê hêzên girêdayî Îranê ji holê rabin. Dosya çaran jî dosyaya Başûrê Kurdistanê ye, di nav de mijara şêwazê sîstema Başûr û Îraqê, hem jî mijara aborî û riyên bazirganiyê bi taybet rêya Vejandinê ya aborî ku ji Kendava Erebî tê Îraq da ku were Sûriyê û here Tirkiyê, di vê çarçoveyê de hikumeta Herêma Kurdistanê ji vê yekê bêpar dimîne. Ev rê hîna amade nebûye, lê piştî geşedanên ku li Rojava çêbûn, êdî derî li pêşiya hikumeta demkî vebû da ku bibe beşek ji vê plana Tirkiyê. Dewleta Tirk jî plana Amerîkayê ji nêz ve dişopîne û di gelek mijarên wekî qada aborî, ewlehî û wekî din de beşek ji van dosyayan e
Yekîtiya Kurdan li Başûr wê rê li ber planên Barrak bigire
Zêdetirî pêncsed roj ji hilbijartinên parlementoyê yên Herêma Kurdistanê derbas bûne û hikûmeta nû hîn jî di nav nakokiyên hizbî, şerê desthilatdariyê û danûstandinan de asê maye. Nêzî salekê soz, civîn û daxuyanî tên lidarxistin, di heman demê de welatî temaşe dikin ku heman dîmen dubare dibe mîna ku dem rawestiyabe û hîs dikin ku têkoşîna rayedaran ji bo meqamekî di nava hikumetê de an jî berjewendiyên wan ji siberoja bi mîlyonan kesan girîngtir e. Salên borî îspat kirine ku nakokiyên dubarekirî di navbera her du partiyên sereke de pir caran têkildarî dabeşkirina desthilatdariyê û meqamên rêvebirinê, hem jî rêveberina dosyayên ewlehî û aborî, têkiliya bi Bexdayê re û mekanîzmayên biryardanê di nav saziyên herêmê de dizîvirin. Di nav van berjewendiyên rayedar û partiyan de, berjewendiyên welatiyan winda dibin, hêza saziyan kêm dibe û baweriya gel roj bi roj têkdiçe. Berdewamiya vê rewşê ne tenê zirarê dide Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), lê zirarê dide rewşa tevahiya Kurdistanê jî. Herêma ku berê wekî modelek ji bo aramiya nisbî dihat pêşkêşkirin, niha bi pirsên zêde li ser şiyana wê ya derbaskirina krîzên navxweyî û birêvebirina siberoja xwe ya siyasî têne kirin û guman tên çêkirin .Piştî guhertina ku çêbû, ango erkdariya Tombarak weke şanderê serokatiya Trump êdî planên Amerîkayê li Îraqê hene, her tevgereke Amerîkayê bêyî planên girîng nayên. Niha hikumeta federal a Başûr jihevketî ye, ne xwedî helwest e, ev jî ji ber ku du hêzên sereke yên hikumetê li hemberî hev kar dikin. Amerîka, Îraq û Tirkiyê ji vê parçebûnê sûd werdigire, ev yek jî dê di siberojê bandoreke nebaş li Başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd bike. Lewma jî di vê hin gav li ser asta Başûrê Kurdistanê bên avêtin. Di serî de divê hikumetek nû demildest di demek diyarkirî û eşkere de were avakirin, ji ber ku valahiya siyasî saziyan qels dike, pêşketinê asteng dike û baweriya gel hîn bêtir têkdibe. Pêwîst e rewş ji belavkirina desthilatdariyê ber bi ya berpirsiyariya hevbeş ve biçe. Hiku0met ne diyariyeke û tişteke ku were belavkirin, lê belê sîstemeke û ji welatiyan re xizmetê dike û pirsgirêkên wan çareser dike. Lihêla din pêwîst e projeyeke neteweyî ya berfireh ji bo lihevhatina siyasî û civakî were destpêkirin da ku dawî li parçebûnê were, ev yek jî bi dehan salan e gelê Kurd hêrs kiriye. Riya çareseriyê yekrêziya gelê Kurd û partiyên siyasî ye, ev yek tenê dikare derî li ber planên Barrack û hêzên hegemon bigire.






