Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
in ROJEV
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Leyla Amûdê

Weke ku tê zanîn dîroka destdirêjî, talan, tundî û kuştinê ji demeke pir, dirêjde hatiye destpê kirin û zêdetirî 30 hezar salîye ku wan komên; qatilên kastîk qede û bela xwe di kilanên li derûdora jinan, dane û bi rêbazê çavtirsandinê hewildane ku mirovan bikin kole. Ji xwe Rêber Apo divê mijarê de dibêje: Mirov ji tirsan re dibin kole û nexasim jî ku diwê serdemê de, zilamên nîçîrvan çeken ji maden peyda kirine û fêrî textîkên nîçîrê jî bûne û wan textîkên; ku li ser sewalan pêktanîn û ezmûnên wan çêdibûn û vê carê jî wan textîkan, li ser mirovan jî pêktînin û têye gotin ku gaye mezin Gilgamiş di serî de li ser jina xwedawend; Îştar pêktîne û di şexsê wê de jî li ser hemû kilanê dide pêkanîn.

Û wiha zilam xwe serwer dike û li şuna ku jin û zarokên kilanên jinan, bikujin wan dibin û dinava zeviyan de didin xebitandin û di şexsê jinê de civak têye; kole kirin û wiha serdema koledariyê têye destpê kirin û tovê, yekem li welatê Sumeran têye çandin û serdema koledariyê li her deverê weke; çandekê têye destpê kirin û li şuna dayika xwedawend zilam, dibe xweda û ji wê serdemê de û heyanî roja îro her ew koledarî berdewam dike. Wê koma tundrew û qatilê kastîk her zordariya xwe li ser, jin û civakê da berdewam kirin û roj bi roj weke ku xwe avabike û her çû; xwe weke guloka berfê herikan serjêr ve û xwe mezin kir heyanî ku, weke şapeke berfa giran gelek cih û war dibinde hiştin û bi milyonan mirov qirkirin.

Ji xwe wan rahibên Sumeran dinava Ziguratan de fikir û tewriyên xwe, dewlemend kirin ji bo ku pergala xwe serwer bikin û weke ku wan haziriyê çandekê dikir; weke Îskenderê Makadonî ku dibêje ezê çanda Heleniyan li hemû Cîhanê serwer bikim. Û weke ku têye zanîn Îskender hedefa ku dixwest negihiştê û dinêvî de ma, lê rahiben Sumeran çanda xwe serwer kirin û hîna jî mirovahî; li ser wê çandê dimeşe û xwe mecbûrê wê dibine. Û wan rahib û şamanan pergala xwe wiha saxlem çêkirin ku zêdetirî 30 hezar salan, berdewam bike û hîna jî desthilatdar bi civakê didin qinyat kirin ku gerek ew hişmendiya; dewleta bav berdewam bike û ger ku ew nebe wê mirov bibin gurê mirov û wê jiyan were talan kirin.

Û dibin navê xwe parastina rewade dewletên dirinde her deverê, talan dikin û kuştina mirovan jî bi şerê xwe yê taybet zagonî dikin û mirovan fêrî; şer û qirkirinê dikin. Ji xwe dema ku mirov xwe berdide nava qelîştokên civaka xwzayî û lêkolîn dike, wê demê mirov hîn baştir haj li heqîqeta hezar salan ya ku; dibin xirbik û kavilan de mayî dibe û ji dilê mirov têye ku hemû hêza xwe bide lêkolîna li ser wê heqîqeta wendayî û bi encam bike. Bêguman gelek arkolokan li ser wê heqîqetê lêkolîn kirine û berhemeke, pir xurt derketiye holê ji bo ku mirov xwe diwan de kûr bike û rastiya wê deyne holê. Ji xwe Rêberê gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan jî divan mijaran de, bûye xwedî kedeke pir mezin û qedir bilind ji bo ku em jî li ser wê berhemê; serê xwe bêşînin û lêkolîn bikin.

Ji xwe dema ku em çend sedsalan bipaşde vedigerin em wan meydanên, şer û kelehên ku ji serê mirovan hatine çêkirin dibinin û li wan manzerên; susret matmayî dimînin. Ji xwe qala 8 ecêbên dunyayê tene kirin û ew jî hemû bi deste mirovên, kedê û kolên fikir û ramanê hatine çêkirin. Xwediyên wê hişmendiya kujerên kastîk xwestine, ku xwe bikin xwedayê mezin, Sargon, Nemrud, Ferûn, Ra, Reb, Kahîn û Împarator heyanî Wezîr û Serok. Ew mirovê ku her xwe kêm dîtiye û li pey giyahê jiyanê geriyaye, qefle bi qefle mirov ji hişmendiya xwe re kirine qurban û her li pey serweriya xwe bûye. Û wê demê jî wê hişmendiya koma nêçîrvan û kujerên kastîk xwe her dinava qelîştokên, dîrokê de veşarta û dûmdar kiriba.

Ji bo ku xwe di şexsê jinê de li ser hemû civakê serwer kiriba û pergala, koledariyê belavî tevahî cîhanê kiriba û wiha garantiya dûmdar kirina hişmendiya xwe pêkbaniya. Ger ku pergala desthilatdar xwe di hafîza civakê de serwer kir, wê ewqasî jî dûmdar bibaya û wê xwe cîhanî kiribaya û niha jî dema ku em; li ser mijara desthilatdarî û dewleta netewî lêhurbûn dikin wê demê, em hîn baştir xeteriya wê dibinin û haj li jehra wê ya kujer dibin. Dema ku em niha li Rêber Apo guhdarî dikin em dibinin ku, çawa dewleta netewe xwe li hişmendiya rayedarên dewleta Tirk, pêçaye û nexasim jî hişmendiya desthilatdar ku her dinava; hewildana serweriya xwe ya tenêtiyê de îsrar dike. Rayedarên dewleta Tirk her qala hebûna xwe dikin û dibêjin: Beqa û beqa yanî hişmendiya wan a desthilatdar hebûna, wan li ser tûne buna gelê Kurd diçe hesabê.

Ji xwe dema ku ez niha qala wê dikim jî ez gelekî hêrs dibim û wiha, li min dibe ku çavê min ji serê min derkeve ji ber ku em di sedsala 21 amn de jiyan dikin; lê diyar dibe ku rayedarên dewleta Tirk û nexasim jî Receb Teyip Erdogan, hîna di hişmendiya 30 hezar sal de jiyan dikin û ev jî hişmendiyeke kujer û xeternake. Tekez gerek gele Tirk jî li hemberî wê hişmendiyê guman bibe û helwesta xwe, deyne ji ber ku li ser wan jî xeterî heye. Gerek gelê Tirk jî haj li xwe hebe û bizane ku wê tenê, gelê Kurd neçe û qedera gelan bi hevd ve girêdayî ye. Ji xwe hêzên komploger her dinava hewildanan dene ku, her du gelan têkbibin û hemû bername û pirosên xwe di herêmê de; pêkbînin û li hemû Rojhilata Navîn serwer bibin. Rêber Apo ewqase, têkoşîn dike û rêya çareseriyê datîne holê jî lê hîna jî ew qala beqayê dikin.

Weke ku haya wan ji tu tiştekî nîne û di selametiyê de, jiyan dikin û ev jî mirov tengav dike lê cardin jî Rêbertî her dinava hewildanan deye; ji bo ku rêyên çareseriyê neyên xetimandin û her çareserî, herikbar bibe û ez ji bîr û bawerî dibêjim ku wê şer bi dawî bibe û wê gelê Kurd û hemû gelên; bindest bigihêjin mafê xwe û wê cardin jî serkeftin ji vîna gelan rebe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.