Jîn Hisên
Roja Cîhanî ya Jîngehê yek ji çalakiyên herî girîng ên cîhanî ye ku armanc dike hişyariyê li ser girîngiya parastina jîngehê û parastina çavkaniyên wê zêde bike. Neteweyên Yekbûyî ev roj wekî derfetek da destpêkirin da ku rola mirovan di parastina gerstêrka Erdê û xebata ji bo baştirkirina jîngehê, bi bîr bîne.
Roja Cîhanî ya Jîngehê ji zêdetirî 50’î sal berê tê pîrozkirin. Roja Cîhanî ya Jîngehê ji 5’ê Hezîrana 1973’an ve bi awayekî cîhanê di vê rojê de tê pîrozkirin. Sala 1973’an xala guherînê bû di pêşxistin û nûjenkirina polîtîkayên jîngehê de li her çar aliyên cîhanê.
Ev bone platforma herî mezin a cîhanê ye ji bo hişyariya jîngehê, tê de bi milyonan kes li çaraliyê cîhanê beşdar dibin. Her sal, bajarekî cuda li cîhanê çalakiyên fermî ji bo vê rojê li dar dixe.
Jîngeha me îro bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ye, ji guherîna avhewayê û çolbûnê bigire heya bandorên şer û pevçûnan, birîna daristanan û qirêjiya av û hewayê, li hemû cîhanê nemaze li Sûriyê û li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, ku ji ber hedefgirtina bi zanebûn a binesaziya jîngehê gelek zirar dîtine.
Bandorên bermahiyên şer li ser jîngeha Sûriyê û herêmê
Di dema rêjîma berê ya Sûriyê de, çekên qedexekirî dihatin bikaranîn, raporên belgekirî yên vê yekê jî hene, Rêxistinên Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) karanîna mezin a gaza sarîn û klorê ji hêla rejîma Baas’ê ve di salên 2013, 2015 û 2018’an de li gelek deveran piştrast kirin.
Herwiha raporên belgekirî hene ku komên kirêt van çekan li deverên bakur-rojhilatê Sûriyeyê bikar tînin. Van koman çek çêkirin û bi taybetî sivîlan hedef girtin. Mînakî, gaza xerdelê di sala 2015an de li Kobaniyê ji hêla kirêdarên DAIŞê ve hat bikaranîn.
Di heman demê de hin raporên belegirî bikaranîna hin komên çeteyan ev çekên qedexekirî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bikar anîbûn, ku ji hêla wan dihat çêkirin û bi taybetî sivîl dikirin hedef, mînaka vê yekê li Kobanê sala 2025’an gaza Xerdel ji hêla çeteyên DAIŞ’ê hat bikaranîn.
Bermahiyên şer û qirêjkerên wê yên kîmyewî gefek mezin û pir caran bi awayekî bêdeng li ser jîngehê çêdikin. Dê bandorên wê di pêşerojê de li ser jîngehê hebin, ne tenê bandorê li ax û daran bike, lê di heman demê de, eger neyê dermankirin, perçeyên ku dikarin zirarê bidin mirovan û bibin sedema gelek nexweşiyan, bi taybetî jî penceşêrê, berdin.
Qirkirina jîngehê li Rojava
Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qirkirina ekolojîk û jîngehê ya birêxistinkirî û sîstematîk di seranserî şerê bi dehê salana pêk anî. Li bajarê Efrîn bi sedan dar birîn. Bê guman, birîna daran herêmê ber bi çolbûnê ve dibe. Di heman demê de qutkirina ava çemê Firatê bi salan wekî amûrekî şer li dijî gelê herêmê bikar anî, di encamê de gelek zirarên giran da jîngeh, çandinî û erdnîgariya herêmê. Herwiha qutkirina ava Elokê ku bû sedema bêparbûna bi hezaran ji şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê ji avê û bi salan bê av mane, ev hemû kiryar rasterast bandor li ekolojiya cîhanê dikin. Di heman demê de ji ber qutkirina elktrîkê hişt ku niştecihên herêmê berê xwe bidin jernetoran, ku dibe sedema gelek nexweşî û gefên mezin li avhewaya û jîngeha herêmê dike, bikar anîn.
Bandora şerên cîhanê li ser jîngehê
Her ku pevçûna di navbera Dewletên Yekbûyî- Îsraîlê li dijî û Îranê ve berfireh dibe, tirsên ji bandorên ku ji qadên şer wêdetir dibin zêde dibin. Şerên nûjen ne tenê şopa xwe li ser bajar û binesaziyê dihêlin, lê di heman demê de li hewa, av û axê jî dirêj dibin, zirara jîngehê li dû xwe dihêlin, dibe ku ji bo gelek salan tenduristiya mirovan tehdît bike.
Bandorên pevçûnê li herêmê êdî ne tenê bi windahiyên leşkerî û aborî ve sînordar in, lê belê xwe di şekilê kirîzên jîngehî ku bi bilindbûna asta qirêjiyê û firehbûna xetereyên tenduristiyê yên têkildar re jî destpê kiriye.
Şerê Ukrayna
Li Ukraynayê, ku yek ji girîngtirîn herêmên hilberîna genim ên cîhanê ye, operasyonên leşkerî bi salan berdewam kirine û zirarên mezin dane jîngehê.
Pisporên avhewayê texmîn dikin ku operasyonên leşkerî, teqîn û ji nû ve avakirina binesaziyê zêdetirî 150 mîlyon ton karbondîoksîtê berdane atmosferê, hejmarek ku bi qasî belavbûna salane ya tevahiya welatên pîşesazîkirî ye.
Top û teqemeniyên giran bûne sedema rijandina madenên jehrîn ên wekî kurm û kadmiyûmê di nav axa çandiniyê ya berhemdar de, ku gefê li wê yekê dixwe ku deverên mezin ên erdê ji bo gelek salan ji hilberîna çandiniyê bêpar bimîne.
Xezayê
Li Xezayê, bombebarana dijwar û wêrankirina binesaziyê bûye sedema krîzeke giran a jîngehê. Rêxistinên jîngehê texmîn dikin ji sedî 97 ji ava binerdê nema tê vexwarin, ji ber qirêjibûna wê bi ava kanalîzasyon û qirêjiyên cûrbecûr. Herwiha operasyonên leşkerî bi milyonan ton kavilên ku bi madeyên xeternak ên wekî Asbest û bermayiyên teqemeniyê re tevlihev bûne li pey xwe hiştine, ku ev yek ji bo tenduristiya giştî û jîngehê gefek demdirêj e.
Şerê Îranê
Li gorî raporek ku ji hêla malpera Spanî “Aeroactipo” ve hatiye weşandin, yek ji xetereyên herî berbiçav rijandina petrolê ye, ku ji ber hedefgirtina tankerên petrolê û benderên girîng ên li Kendavê çêdibe, ev yek dibe ku bibe sedema zirarên demdirêj li jîngeha deryayî, gefê li masîgiriyê û zeviyên deryayî yên ku bazarên Ewropî ji bo hawirdekirina xwarinê pê ve girêdayî ne, bike.
Li gorî pisporan, teqînên leşkerî rêjeya qirêjiyê di hewayê de zêde dikin, gefên tenduristiyê li ser niştecihên herêmî zêde dikin û rêjeyên qirêjiya hewayê bi awayekî mezin zêde dikin.
Pisporên jîngehê dibînin ku şerê li dijî Îranê du tehdîdan çêdike: Bandorek rasterast li ser jîngeha herêmî ya Kendavê û bandorên nerasterast li ser hewldanên cîhanî yên ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewayê. Herwiha tekez dikin ku pêwîst e alternatîfên enerjiya paqij û çavdêriya jîngehê werin pêşxistin da ku zirara muhtemel ji vê krîzê were kêmkirin.
Hişyariyê pisporan ji rijandina petrolê
Pisporên jîngehê hişyarî didin ku her rijandina petrolê ya di asta mezin de li van deveran dikare zirarên cidî bide ekosîstemên deryayî, herwiha gefê li çavkaniyên ava bêxwê yên ku welatên Kendavê pê ve girêdayî ne bixe.
Pisporên jîngehê tekez dikin ku lêçûna çareserkirina vê zirarê dibe ku pir mezin be. Texmînên destpêkê destnîşan dikin ku ji bo sererastkirina deverên ku jîngehê tê de wêran bûne, dibe ku di dehsalên pêş de ji 500 mîlyar dolarî zêdetir hewce bike. Ev yek asta dijwariya ku civaka navneteweyî pê re rû bi rû ye di çareserkirina tiştê ku hin rapor wekî “Qirkrina jîngehê” ya ji ber şerê nûjen pênase dikin, nîşan dide.
Azerbaycan wê mazuvaniya roja cîhanî ya 2026’an bike
Roja Cîhanî ya Jîngehê a sala 2026’an bi drûşmeya “Bangek gerdûnî ji bo çalakiya avhewayê” ye, balê dikişîne ser guherîna avhewayê herwiha li ser îşaretên lezgîn ên ku gerstêrka Erdê dişîne û îşaretên ku em hildibijêrin ku bişînin û bersivê bidin.
Azerbaycan mazûvaniya bîranîna vê roja cîhanî wê bike, di heman demê de rêzeçalakî, kampanya û çalakiyên afirîner dê li seranserê parzemînan, li ser ekranan, li kolanan û li her deverê pêk werin.
Parastina jîngehê
Pêdiviya jîngehê bi parastin û lênêrînê ji aliyê mirovan ve heye, ji ber ku muameleya xirab dikare bibe sedema bandorên karîsatbar ji bo jiyana li ser gerstêrka Erdê.
Qirêjiya jîngehê wekî yek ji mezintirîn gefên li ser mirovahiyê tê hesibandin, ji ber ku bandorek wêranker li ser hewa, av, ax û jiyana kovî dike. Lêbelê, tedbîrên pêşîlêgirtin û sererastkirinê dikarin roleke girîng di parastin û nûjenkirina jîngehê de bilîzin.
Mirov dikarin bi kêmkirina karanîna plastîkan û bi şêwazên jiyanê yên domdar, wek ji nû ve bikar anîn û bikaranîna enerjiya nûjenkirî, beşdarî parastina jîngehê bibin.
Herwiha, hikûmet, rêxistinên navneteweyî û civakên herêmî dikarin beşdarî bicîhanîna tedbîrên jîngehê û pêşxistina polîtîkayên bi armanca parastina jîngehê bibin.
Ji bilî parastina jîngehê, divê em ji bo sererastkirin û nûjenkirina jîngeha zirardar jî bixebitin. Ev dikare bi rêya sererastkirina deverên qirêj an girêdana qadên kesk bi deverên bajarî ve were kirin, ku ev yek cihêrengiya biyolojîk pêş dixe û beşdarî tenduristiya jîngehê dibe.
Parastina jîngehê erke dikeve li ser mile her kesekî, herwiha mafê her zindiyekî ye ku bikaribin di jîngeheke paqij de bi ewlehî bijî. Her ku jîngeha me saxlemtir, paqijtir û ewletir be, jiyana me jî ewqas rehettir dibe.






