Birûc Resûl Qamişlo
Rêvberiya Desteya Jin ya Kantona Cizîrê Mûna Yûsif diyar kir ku di kongireya 2`mîn a Meclisa Jinên Sûrî de gelek komîte hatin avakirin; yek ji wan jî komîteya xwebirêxistinkirin, komîteya aborî, komîteya kampeyan û hevkariyê, her wiha di demên pêş de wê Kongireya Aşîtiyê li hemû herêmên Sûriyê were li darxistin.
Meclîsa Jinên Sûriyê ya ku di 8’ê Îlona 2017’an de hatiya avakirin bi hişmendiya ku doza jinê cîhanî ye karê xwe ber bi Rojhilata Navîn ve berfireh kir. Armanca Meclîsa Jinên Sûriyê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina civakek exlaqî, demokratîk e û jin beşdarî guherîna makazagona nû ya welat bibin ku mafê wan tê de misoger bibe, her wiha ji bo jin hişyar bibin û xwedî biryarbin û hemû mafên xwe nasbikin hewil dide zemînek çandî ava bike.
Derbarê kar û xebatan, di heman demê de encamên Kongira Mecilisa Jinên Suriya yê û pirojeyên demên pêş, rêvberiya Desteya Jin ya Kantona Cizîrê Mûna Yusif ji Rojnameya me re axivî.
‘Jin di her qadê de bûye hêz’
Mûne Yûsif diyar kir ku koletiya li ser jinan neye bidawîkirin, wê koletiya li sr civakê jî bidawî nebe û wiha got: “Di rastiyê de dîroka Jin di dema xwe de sûdekî mezin da mirovahiyê û bû mînaka Jina xwedawend, jin bû berdewamiya kevneşopiya Zenûbiya, jinê gelek serdemên bi destkeftiyan dagirtî bi destê xwe ava kirin. Lê belê bi rasthatina desthilatdariyê jin bi derbeyek bêbext rastî kolekirinekî mezin hat, di vê qonaxê de, jin bê îrade hate hiştin. Ji xwe dema ku em li civaka beriya desthiladariyê meyze bikin, jin wekî berdevka yekem hatiye hilbijartin, lê piştî ku rastî desthiladariyê jî hat, jin rastî înkarê hat. Ji bo têkiliyên baviksalarî hêzê bi dest bixe, mirov nikare bi çavekî nêçariyê lê binêre, mirov nikare wekî pêwîstiya derketineke zagonî ya zelal bigire dest. Ji ber ku zilam xwe li ser rasteqîna hêza zêde, kiriye berdevkê civakê û wiha xwe li ser civak û jinê serwer dike. Ji bo wê pêwîst e em vê mijarê ji pêvajoya herî nêz ve rave bikin ku zilam di encama hêza xwe ya fizkî de kariye xwe wekî kesê îstîsmarkar pênase bike. Li ser vî bingehî jin wekî zayindek, wekî mirovekî ji civaka xwezayî ye dikare werê fikirîn, lê bi demê re hêza xwe ya bingehîn ji dest dide û dibe mirova herî kêm a civakê ku mehkûmî koledariyekî herî berfireh tê kirin. Bêguman hemû koledariyên din jî bi koledariya jinan re girêdayî pêş dikeve. Her wiha ger koledariya li ser şexsê jinan neyê rakirin, koledariyên din jî nayên bidawîkirin.”
‘Jina îro ne wekî Jina beriya şoreşê ye’
Mûna di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî şoreşê êdî jin di her qadekî de rengê xwe derdixe, di qada leşkerî û hem jî di qada siyasî de û di heman demê de di veguhertina destûrê de jî rengê jin jî heye. Ev pêkanîn jî li ser bingeha qezenckirina hemû jinên Rojhilata Navîn bû, ji lewra pêwîstiyeke gelek cidî bû ku em gavekê bi vî awayî bavêjin û mecilisan ava bikin da ku Jin bikeve ferqa hêza xwe. Her wiha me xwest bi vê gavê Suriyekî demokratîk ku ji hemû rengan pêk tê ava bikin. Ev meclis ji gelek komên Jinan pêk tê û di heman demê de gelek komeleyên Jin tevlî dibin, gava yekem me li herêma Minbicê avêt û zêdetirî 200 Jinên ku ji hemû pêkhatiyan tevlî bûn. Bi vê gave re Jin karî bibe xwedî mafê axaftinê û di derbarê xwe de biçe biryaran, ji ber vê yekê pêwîst e di her dera jiyanê de cihê xwe bigrin û tekoşîna xwe bilind bikin. Jina îro ne wekî Jina beriya şoreşê ye, jina îro bûye mînaka tevahî jinên ku dilê wan ji bona azadiyê lêdide. Di heman wextî de jin tevlî qada parestinê bû, tê zanîn yek ji gavên sereke yên têkoşînê ew e ku Jin bikaribe parastina xwe û ya hewîrdora xwe bike.”
Lecineyên ku hatine avakirin
Mûne Yûsif balkişand ser kongreya 2`mîn a Mecilisa Jinên Suriyê yê ku hat lidarxistin û wiha got: “Em dibînin ku aloziya Surî demek dirêj li ber xwe da, ji bona vê yekê em vê mijarê bi horgulî nîqaş dikin da ku em bighin çareseriyekî û bi encam be. Di heman wextî de me xwest ku em kongreya Jin ya 2`mîn li dar bixin lê ji ber hin sedemên ku têne zanîn me da seknandin. Bêguman me wisa guncav dît ku em plana damezrandineke kongreya 2`mîn li herêma Helebê li dar bixin, her wiha hijmarek ji hemû pêkhatiyên Jin tevilî bûn û gelek sûdmend bû. Ji ber me careke din xwest ku hemû xebatên jinê ji nûve berçav re derbas bikin. Di vê wateyê de gelek deste hatin avakirin yek ji wan jî desteya xwe birêxistinkirin, desteya maliye, desteya kampeyan û desteya hevkariyê. Ji xwe desteya kampeyan salên dirêjin xebatên xwe didine meşandin lê belê wekî desteya resmî hate dîtin û bi vî awayî cihê xwe di fermiyetê de girt, ji xwe desteya kampeyan her dem ji avabûna xwe heya roja îro xebatê xwe bi awayekî sîstematîk bi rêve dibe, di aliyê menewî de jî gelek sûd dide. Her wiha desteya kampeyan her serê hefteyê semînerek bi sernavekê cuda pêşkêş dike, bi taybet li ser avakirina hêza jinan gelek semîner hatin dayîn û di astek gelek bilinde jî ancamek di cih de hate girtin.”
‘Kongireya Aşîtiyê’
Rêvberiya Desteya jin ya Kantona Cizîrê Mûne Yûsif di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bêguman di hundirê kampan de gelek jin bi fikirên çeteyan mezin bûne, ji bona derbaskirina van mijaran saziya me ya jin gelek hewldan kirin û gelek jin jî ji bandoriya vê yekê derxistin. Mijareke din ku me di kongrayê de bal kişand ser hemû jin tevlî xebatên saziyên zanînê wekî xwe perwerdekirinê bibin. Di vî alî de em bi îsrarin û di heman demê de xwedî biryarin ku xwe bighînin tevahî jinan yên di hundirê suriyê û derveyî suriyê ji bo tevlîbûna xebatên jin bibin. Her wiha di civîna salê de jî ku ji 60 jinan pêktê, biryar hat girtin ku kongreya Aşîtiyê li hemû herêmên Sûriya yê were lidarxistin, ji ber kurihê aşîtiyê û demokratiytê di nava dilê her mirovekî de were çandin.”