Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên hunera kurdî

07/08/2024
in Uncategorized
A A
Ji çiraxên hunera kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Hunermend Cemal Tîrêj Stûneke hunerî ya bilind û bejneke têkoşînê ya bêhempa.

Hunermend Cemal Tîrêj ku yek ji stûnên hunera Kurdî li Cizîrê  tê hesibandin, ji ber ku wî berhevokek mezin ji berhemên hunerî yên bedew û xweşik pêşkêş kiriye ji stranên şoreşgerî û welatparêzî û awazên bi coş ên hêja ku ji hêla stêrên hunerî yên Kurd ên mezin ve hatine gotin, di rêya wê de pişdarîkir di dewlemendkirina xezîneya hunerî ya neteweyî, û jê re bingehek berfireh ji heyran û hezkiriyên hunera xweş bi dest xist.

Hunermend Cemal Tîrêj bi awaz, dengê xwe û mîrateya xwe ya hunerî di navbera duh û îro de bilind radiweste û ya ku bêhna rabirdûyê bi henaseya îroyîn re dike yek.

Hunermendek ku ala huner û stranbêjiya kurdî hilgirtiye ser milê xwe , nifş li li ser hezkirina wî kom dibin û wî dişopînin û berhemên wî dinirxînin , dema  ku tu li dengê wî guhdar dikî tu dihesî ku mûzîk di tamarên wî de digere.

Dibe ku hûn helbestê ji wî nebihîzin dema ku ew li ser wê diaxive, lê hûn wê bi dengê wî yê  nazik de , di pêlpêlokên dengê wî yê xweş de û di destpêdanên tiliyên wî yên ku li ser têlên tembûrê direqisin,  hûnê bi xweşbûna afirînereke hunerî ya bêhempa pê bihesin .

Hunermend, stranbêj, muzîkjen û rojnamevanê kurd Cemal Tîrêj di 31.12.1957’an de li gundê Sekman El-Elî yê nêzî bajarê Tel Birakê, di nav eşîra Ereb ya Cebûrî de ji du dê û bavên Kurd (Nayîf Heso û Behiya) hatiye dinya yê ,ew kurê helbestvanê kurd ê nemir navdar Seydayê Tîrêj e.

Hunermend Cemal Tîrêj di nav malbateke neteweyî ya kurd ya oldar de mezin bûye ku kevneşopiyên civaka kurdî, nirxên wê yên neteweyî û mîrata gelêrî ya resen ên kurdî diparastin .

Tevî ku ew li gundekî Ereban dijiyan jî, dê û bavên wan ji bo parastina mîrata xwe ya çandî, dîrokî û netewî û ji bîrnekirina zimanê dayikê, ew neçar dikirin ku bi zimanê Kurdî biaxivin.

Dibistana seretayî li dibistana gundê Sekman El-Elî xwend û piştî wê di sala 1970’an de bi tena serê xwe koçî bajarê Hesekê dibe ji bo berdewamkirina

xwendina xwe ya amadehî û lîse bi dawî bîne û piştre malbata wî di sala 1973’an de li dû wî çû li bajarê Hesekê – Taxa El-Ezîziye niştecî bû.

Xwendina xwe ya amadehî û lîse li dibistanên bajarê Hesekê berdewam kir û li wir bêtir fêrî adet û kevneşopiyên civaka kurdî bû ,bi saya bavê xwe (Seydayê Tîrêj) wî gelek hunermendên kurd nas kirin, wek (Seîd Gabarî, Ebdulqadir Silêman, Faris bavê Fîras û gelek hunermendên din) ku ji bo guhdarîkirina helbest û awazên wî gelek caran mêvandariya bavê wî dikirin bi rengekî rojane.

Bavê wî gelek helbest ji peyv û awazên xwe pêşkêşî hunermendên Kurd kirine, ji wan hunermend Seîd Gabarî, wek (Strana “Bilbilê Dil Şadî”, “Stranek li ser şehîd Leyla Qasim û yek li ser Pêşmergeyan…”).

Meyla wî ya hunerî û muzîkê di temenê xwe yê biçûk de, di şeş saliya xwe de dest pê kir, dema ku ji ezgehên “radyoyên” kurdî yên (Êrîvan, Bexda, Qesr Şêrîn, Kirmaşan, Qahîre û hin din) stranên gelêrî yên resen ên kurdî dişopand û di rêya radyoya bavê xwe li stranên hunermendên kurd yên mîna (Kewîs Axa – Tahir Tewfîq – Seîd Hemo – Hesen Cezrawî, Elî Merdan, Hesen Zîrek û gelek hunermendên din guhdarî dikir) û herwiha li stranên erebî jî guhdarî dikir

Ew gelekî di bin bandora wan de ma û ji wê demê ve huner di damarên wî de diherike.

Di sala 1979’an de bi lêdana tembûrê û stranbêjiyê dest bi karê hunerî dike û di sala 1980’an de bi çend hevalên xwe re beşdarî damezrandina Koma Şoreş ya hunerî dibe û wan Newroza wê salê li çiyayê Kewkebê sê rojan li pey hev pîroz kirin, tevî zext û fişarên ewlekarî û nehiştina rejîma Sûriyê ku di wê demê de pîrozbahiyên netewî yên Kurdî bên pîrozkirin.

Di sala 1981’an de li gundê Gebezê yê navçeya Dirbêsiyê Newroz pîroz kirin.

Di sala 1982’an de li çiyayê Kewkebê Newroz pîroz kirin bi beşdariyeke berfireh a gel, di heman salê de ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Sûriyeyê ve li Hesekê hatin vexwendin ku bi navê koma Şoreş beşdarî festîvala hunerî bibin.

Di sala 1984’an de ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê, neçar ma ku bajarê xwe Hesekê biterikîne û biçe paytexta Sûriyê Şamê û li wir hunermendê nemir Kanîwar nas dike û bi wî re tevlî koma Azadî dibe û du salan tê de dimîne.

Di sala 1985’an de li ser vexwendina fermî ya Tevgera Rizgariya Kurdistanê diçe Lubnanê û li gel rêhevala şehîd Hozan Mezgîn û Serdar Dêrsim beşdarî pîrozbahiya Newrozê dibe.

Di sala 1986’an de ji aliyê Hunerkomê ve tê vexwendin ku tevlî Koma Berxwedan bibe, ji ber wê jî diçe Ewropayê û tevlî Koma Berxwedan dibe û li gel stêrkên mezin ên hunera Kurdî mîna (Xelîl Xemgîn, Hozan Mezgîn, Diyar Dêrsim, Xemgîn Bîrhat ,Zozan, Serdar , Şemdîn û h.w……) Li pirraniya welatên ewropî beşdarî çalakiyên hunerî û çandî dibe .

Wî li gel HUNERKOM li Ewropa yê bi dengê xwe yê zelal , bi awazên xwe yên xweş û bi stranên xwe yên hêja şahî û ahengên neteweyî û helkeftên niştimanî  heşt sal û nîvan li dar xistine, ew xwedî dîrokek bedewe bi hunermendên mezin re ên ji serdema  borî de.

Di sala 1994’an de dîsa vedigere Rojavayê Kurdistanê ji bo bikaranîna erkên xwe yên netewî, hunerî û pîşeyî di nav gelê xwe de di warê ragihandinê de ji bo vejandina mîrata netewî ya Kurdistanê bi cih bîne di yekemîn kanala kurdî ya satelîtê MED-TV de wek rojnamegerekî bi derhênerê şehîd Xelîl Dax re di bernameya “Kamera me li mala we ye”  dixebite ku şêst xelek jê hatin weşandin, xeleka yekem di 4/5/1995 de hate weşandin.

Ji xebat û berhemên wî yên hunerî û çandî, HUNERKOM du albûmên wî yên stranên şoreşgerî û welatparêzî li Ewropayê derxistine ku piraniya wan ji gotin û awazên wî bûn.

1-  Albûma Yekem bi navê Serîhildan di sala 1989’an de hatiye weşandin.

2- Albûma duyemîn bi navê “Sînor” di sala 1992’an de derketiye.

Di sala 1997’an de bi alîkariya hunermend Şiyar Agirî û hunermend Lazgîn Xalid albûma xwe ya sêyem ya bi navê “Destan” li Rojavayê Kurdistanê derxistiye.

Herwiha bi stran û awazên xwe ligel Koma Berxwedan di albûmên wê de, bi zêdetir ji panzdeh stranan beşdar bûye.

Ji stranên wî yên herî navdar:

– Here Em Bi Tere

-Silavê Dila

-Digerim Bo Vî Dilî

-Amad Paytexte

– Sînor

-Serhaldan

-Yarê.

Cemal Tîrêj kesayetiyek hunerî ya neteweyî û afirîner tê hesibandin , ew bi nivîs, awaz û stranên xwe di dewlemendkirina huner û çanda Kurdî de xwedî roleke berçav e û di warê ragihandina netewî de li ser kanalên satelaytên Kurdî de xwedî dîrokeke dirêj e.

Piştî ku ji sala 1994’an ve vegeriya Rojava, ew wekî çalakvanekî ragihandinê , peyamnêrê telvezyonê, amadekar û pêşkêşvanê bernameyên televîzyonê bênavber dixebite , ji kanala Med TV dest pê kir û pêre derbasî kanala Mediya TV, Mezopotamya, Roj TV, Ronahî TV û Rojava TV bûye, ji roja destpêka weşana têsta Ronahî TV heta roja me ya îro li ser ekranê  Ronahî TV dixebite û gelek bernameyên hunerî û çandî pêşkêş kiriye.

Ji yekemîn bernameyên wî yên hunerî û wêjeyî ku di Ronahî TV de pêşkêş kiriye “Bernameya Orkêş” bû û piştre jî Bernameya “Şevîn” û niha jî  Bernameya  “Stranên Welat”. Herwiha bernameya “Dengbêj”  jî li ser ekranên kanala Rojava TV pêşkêş dike,hemû jî bernameyên hunerî, wêjeyî û çandî ne, û armanca wan jî vejandina folklor û mîrata kurdî, ronîkirina jiyannameya hunermend û helbestvanên kurd ên nemir û teşwîqkirina nifşê nû û piştgiriya wan di karên hunerî û wêjeyî de ye.

Di nava Şoreşa Rojava de ji bilî xebatên xwe yên ragihandinê gelek stranên şoreşgerî li ser Hêzên Parastina Gel û Jin, Şoreş û Efrînê derxistine û belav kirine.

Dîroka wî ya têkoşane û şoreşgerî û xebata wî ya hunerî û niştimanperwerî pir dewlemend e, tiştê ku min li ser jiyanname  û çalakiyên wî yên hunerî nivîsandine , ew xalek ji deryaya wî ne , ji ber ku ew çavkaniyek tucarî kêm nabe , ew solîneke diherike qet zuha nabe û dîrokek tejî ye ji têkoşîna domdar û dayîna berdewam e…

Di karê wî yê hunerî de saxlemî, serketinên zêdetir, geşbûn û afirîneriyê dixwazim.

Post Views: 135
ShareTweetPin

Herî Dawî

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê
JIN

Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê

16/06/2025
Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.