Navenda Nûçeyan
Hertim çand û zimanê gelê Kurd bûye hedefa dewleta Tirk a dagirker ku hewla tunekirin û şêwedanê dide. Şîrîn Ednan got: “Bingeha çand û hunera her welatekê li ser zimanê wê hatiye danîn. Her wiha em dikarin bi rêya perwerde û fêrkirinê zarokan fêrî parastina çanda xwe bikin.”
Ziman, çand û kevneşopî yek ji prensîbên sereke yên naskirina hemû neteweyên cîhanê, naskirina urf û adetên neteweyên herêmê tê dîtin. Gelê Kurd jî ji wan netewên ku xwedî dîrok û çandek kevnare. Di warê çandî de xwedî dewlemendiyek mezine, lê ji ber bandora çanda biyaniyan û hewldanên welatên dagirker di bin metirsiya windabûnê deye.
Herî dawî li Bakurê Kurdistanê bi awayekî eşkere û vekirî, dewleta Tirk a dagirker gelek ciwanên ku govenda Kurdî gerandîn, li gelek bajaran hatin binçavkirin. Her wiha nivîsên Kurdî yên li ser cade û kolanan heyî hatin reşkirin yan jî rakirin. Vê yekê bertekek mezin di pey xwe de anî. Di derbarê parastin û berdewamkirina çand û zimanê resen yê Kurdî de, Çalakvan û xwendevana beşa zimanê Kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê Şîrîn Ednan ji Rojnews’ê re axivî.
‘Rolek giring a jinan di fêrkirina giringiya çand û hunera Kurdî heye’
Şîrîn Ednan di destpêka axaftina xwe de qala giringî û parastina çand û folklora neteweyî kir û wiha got: “Bingeha çand û hunera her netewekê zimanê wê ye ku tê de bîr û bawerî, têgihîştin, cil û kevneşopiyên bi wî neteweyê ve girêdayî ye. Jin dayikin û erkê wan perwerdekirine. Lewma di perwerdekirina zarokên xwe û naskirina çanda neteweya xwe de roleke girîng dilîzin û wan bi reftarên Kurdî perwerde dikin û wan fêrî zimanê Kurdî dikin. Jin di parastina çand û nasnameya me ya Kurdî de rola xwe dilîzin. Vê yekê jî taybet bi lixwekirina cil û bergên Kurdî re dikin. Cihê keyfxweşiyê ye ku hîna jinên ku cil û bergên Kurdî yên resen li xwe dikin û zindî dihêlin, hene.”
‘Bi rêya perwerdekirinê, em dikarin zarokan fêrî parastina çanda Kurdî bikin’
Xwendevana beşa zimanê Kurdî ya li Zanîngeha Silêmaniyê Şîrîn Ednan wiha axaftina xwe domand: “Gelê Kurd di warê ziman de xwedî çandeke dewlemende. Her wiha gelek peyv, zarava û cil û bergên taybet hene. Lewma divê em vê yekê ji bîr nekin. Em dikarin zarokên xwe fêrî parastina vê çand û kevneşopiyên Kurdî bikin. Roleke girîng ya jinan di parastina çand û zimanê me de heye. Ji ber ku em dema ji dayîk dibin em ne xwediyê ti ziman û çandêne. Divê bi me bidin fêrkirin. Erkê saziyên perwerdeyê yên hikûmetê ye ku hewl bidin çanda me ya netewî biparêzin û rê li ber tunekirina wê bi rêya saziyên perwerdehiya zarok û ciwanan a dewletî û nehikûmî bigrin. Da ku nifşên me yên pêşerojê bi ziman, çand û hunera Kurdî ji zarokatiyê ve jî bên naskirin.”
‘Zimanê dayîkê beşek ji dîrok û nasnameya mirov e’
Çalakvana Silêmaniyê Şîrîn Ednan qala bandora ziman û çanda biyanî li ser çanda Kurdî kir û wiha pê de çû: “Mixabin piraniya dê û bavan zarokên xwe dişînin dibistanên taybet da ku bi zimanekî din biaxivin. Ev yek jî zimanê Kurdî yê zarokê lawaz dike. Divê berî her tiştî her zarok fêrî zimanê xwe yê dayikê bibe û ji zimanê xwe hez bike. Zimanê me yê dayîkê jî Kurdiye. Piştre em dikarin hewl bidin ku zarokê xwe fêrî zimanê duyemîn bikin. Ji ber ku zimanê dayîkê di rêza yekem de beşek ji nasname û dîroka me ye. Xwedî rolek giringe ku bi wê yekê dîroka netewa mirov tê nasîn.”
Şîrîn Ednan da zanîn ku gerdûnîbûn bandorek mezin li ser tinebûn û wêrankirina çanda her neteweyekê dike, ku bandorek mezin çêkiriye û wiha got: “Yek ji wan bandoran jî ragihandine ku dikare şûna van fîlm û bernameyan bigire. Divê berhemên Kurdî yên ku karakter û mohra Kurdî li xwe digrin biweşînin û giringiyê bidin berhemên nivîskar û helbestvanan. Her wiha divê di bikaranîna medya dijîtal de zêdetir giringiyê bidin bikaranîna peyvên Kurdî.