Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdogan pêşengê suîkastcî û kujera ye

07/08/2024
in ROJEV
A A
Krîz Ukrayna û Konferansa Mûnîhê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Erdogan bi mûdexeleyên ku li Lîbya û Qerebax’a Ermenîstanê kiribûn, Îsraîl tehdit kir. Wek tê zanîn ku Erdogan çeteyên ku ji Sûryeyê biribûn û daxilî şerê Lîbya yê navxweyî kiribû, her wiha rê li ber kûrkirin û dirêjkirina şer vekiribû. Dîsa li dijî Qerebaxê ku bê parastin bû, bi SÎHA’yên di destê xwe êriş kiribû, hiştibû ku Azerbaycan wan herêman bi dest bixe. Erdogan’ê ku wêrekiya xwe ji xeyalên Osmaniyan yên berbelavbûnê digire, Îsraîl tehdît kir. Gava ku Îsraîl’ê bersiv da,  ragihandina Erdogan û bêarên li derdora wî dest bi birbire kirin.

Gelo bi rastî Erdogan wê Îsraîlê tehdîd bike? Qet nabe. Ev axaftin û tehrîkên wî bi tevahî li ser raya giştî ya navxweyî ne. Erdogan dijminê Cihûyan e û xwedî armancên berbelavbûnê ye. Bi avahiya zihniyet û kesayeta xwe ya zalim, ji kirina her cure xerabiyê re vekirî ye. Tişta ku li Kurdan kirin ji ya ku li Filistîniyan hat kirin ne kêmtir e. Wî artêşa xwe şandiye ser axa Iraq û Sûriyeyê û mijûlî dagîrkirin û îlheqkirina wan e. Hemû armanca wê di serî de koçberkirin, çewisandin û qirkirina Kurdan e. Helbet ne pêbawer e ku Tirkiyeya xwediyê projeya qirkirinê ye ku bi dengekî bilind rexne li Îsraîliyan bike û tehdîd bike.

Erdogan hilbijartinê 31’ê Adarê winda kir. Di polîtîkayên derve û di berbelavbûnê de xetimî. Hêza xwe dît. Ji bo vê jî hewl da ku hemû welatên Ereban, Îsraîl jî di nav de, xwe xweş bike û têkiliyên wan baş bike. Di warê aborî de jî Tirkiye ber bi tunebûnê ve bir. Armanca herikîna pereyan jî hebû. Di siyaseta Erdogan de heq û edalet nîn e. Bi tevahî li ser hêz û berjewendiyê ye. Ji ber vê yekê jî gotinên wan ên weke ku li aliyê bindestan in bi bikaranîna pirsgirêka Filistînê bi tevahî demagojî û lîstina li ser siyaseta navxweyî ye.

Muxalefata Tirkiye’yê lewaz e. Rexmê ku CHP’ê di hilbijartinê de weke partiya yekemîn derket jî, lê nikarê xwe ji bûyîna duvikê Erdogan rizgar bike. Ozgûr Ozel di polîtîkaya derve de dibêje “em partiya Tirkiyeyê ne.” An go mîna ku tîma futbolê destek bike, Erdogan destek dike, li kêleka polîtîkayên paşverû û dagirkeriyê disekine. Ji ber ku Tirkî li Sûryeyê kişand çalê, Erdogan rexne dikin. Lê bele tişta ku bû sedema vê yekê ku dijminahiya Erdogan a li dijî Kurda, tiştekî nû nabêjin.

Ranagihînin ku ew artêşa xwe ji Sûryeyê bikşînin. Ajotina artêşa Tirk a Iraqê û dijminahiya Kurdan rexne nakin.

Artêşa Tirk wê çend salên din li Iraqê bimîne? Napirsin bê ka berdêla vê dagirkeriyê çi ye û rexnenakin. Napirsin çima em bi Kurdan re aştiyê nakin, na pirsin û nabêjin ev dijminatiya li dijî Kurdan heya kengêye. Erdogan ji ber ku  vê rewşa muxalefetê dibîne û dizane, ji bo ku bala gel ji siyaseta navxweyî û têkçûnên xwe dûr bixîne, balê dikişîne ser dijminahiya Kurdan û pirsgirêka Filistînê.

Erdogan nikare Îsraîl’ê tehdît bike. Dizane ku Îsraîl tenê ne Îsraîl e. Îsraîl tê wateya DYA û Ewropa. Ev hêz bi temamî li aliyê Îsraîlê ne. Erdogan wê Îsraîl bi çi tehdîd bike? Wê bi ÎHA û SÎHA di destê xwe de? Mirov dikare bi vê ya bikenê. Ev çek li hemberî parastina hewayî û alavên teknîkî yên mîna Îsraîlê bê wate ne. Her wiha balefirên di destê Tirkiyeyê de û hwd hemû malên DYA û Ewropayê ne.  Her wisa, çima Erdogan bi vî rengî tevdigere? Wê tevbigere ji ber ku dijminatî û dijberiya bi Îsraîlê re  li ser neteweperest û olperestan bi bandor e.  Dixwaze bingeha netewperest û olperest di destê xwe de bigre û bi rêya olê jî bikşîne aliyê xwe. Em her tim dibêjin Erdogan rêgez, exlaq û qanûnan nas nake. Em vê yekê bi dîtin û tecrûbeya salên dirêj yên desthilatdariyê dibêjin.

Sûriye wêran kir. Kargehên bajarên mîna Helebê hilweşandin û birin Tirkiyeyê. Berhemên dîrokî talan kirin. Bi DAIŞ’ê re bazirganiya petrolê dikirin. Li dijî Kurdan qirkirina etnîkî pêk anîn. Qirkirin jî tê de ti sûc nemaye nekirine . Niha jî mîna ku tiştek nebûbe, ji Beşar Esad re dibêje: “Were em hev bibînin, em aştiyê bikin.” Çima ew ê aştiyê bike? Ji ber ku bi ser neket, nekarî Esad hilweşîne, nekarî bi temamî Kurdan ji holê rake. Dema ku planên wî bi ser neketin, ew dixwaze bi Esad re hevkariyê bike da ku Kurdan tune bike û Sûriyê bikşîne nav belayên nû.

Divê li Tirkiyeyê, Sûriye û Rojhilata Navîn ti gel û misilman ji hêzên nîjadperest û dagirker ên mîna Erdogan û Bahçelî bawer nekin û nekevin derewên wan. Ev gurên ku xwe xistine postên pez in.  Çawa ku Îsraîl bi suîkastan dixwaze  bi kuştina pêşengên Hamasê wan belav bike, Erdogan vê yekê hîn bêhtir li dijî tevgera Kurd dike.Li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê bi balafirên bêmirov û kujerên xwe nêçîra kurdan dikin û li pey hev qetil dikin. Ji yên ku xwedî li mezlûm û şervanên azadiyê derdikevin, kujer dernakevin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.