Argêş Gewda/Qamişlo
Li Bakûrê Kurdistanê zexta li ser çand û hûnera Kurdî zêde bûye. Li bajarên Bakûrê Kurdistanê stranbêj û welatiyên ku govendên kurdî digrin, tên binçavkirin. Hevseroka Desteya Çand û Hûnerê ya Dem Partiyê Cemîle Turhalli da xuyakirin ku dewleta Tirk ya dagirker li dijî çand, ziman û hebûna gelê Kurd û Kurdistanê ye, ji ber wê nikare stranên Kurdî jî bibhêse.
Di derbarê qedexekirina çand û hûnera Kurdî li Bakûrê Kurdistanê, herwiha zext û bişaftina ku li ser zimanê Kurdî tê meşandin, hevseroka Desteya Çand û Hûnerê ya Dem Partiyê Cemîle Turhalli ji rojnameya me ra axifî:
Piştî Peymana Lozanê Kurdistan kirin parçe parçe
Cemîle Turhalli anî ser ziman ku pîştî peymana Lozanê dagirkeran Kurdistan li gorî berjewendiyên xwe dabeş kirine û wiha domand: ‘Yek ji wan beşê ku hatiye dagirkirin jî, Bakûre Kurdistanê bû. Armanca wan dagirkeran ya herî mezin Tirkkirina hemû netewên cuda bûn û Kurd jî di nav de. Lê Kurdan ev yêk ne pejirand û berxwedanê pêş xistin. Serhildana Şêx Seîd Heyanî Koçgirî û Gelîyê Zîlan berxewedan û tekoşîyan. Pir qirkirin û qetlîaman re jî rû bû ru man. Digotin dewleta Tirk dewleteke Mislimane, ti ol û netewên cuda nikare têde jiyan bike. Jiber hejmara welatiyên Kurdistanê ne hejmareke kêm e, tiştê nekarîn bi kuştinê û qirkirinê pêk bînin bi bişaftinê pêk tînin’’
‘Dewleta Tirk hewil dide kurdan di pişaftinê re derbas bike’
Cemîle Turhalli bibîrxist ku ev dûjminahiya Kurdan ya bi salane tê kirin û berdewam kir: ‘‘Gelê kurd geleke ku xwedî rûmete û ti caran gav bi paşda jî na avêje. Ti caran jî heya mafê xwe dest negire tekoşînê berdewam dike. Pêwîste ev berxwederîya ku gelê Kurd dike, hemû cîhan bibihîse û deng bide. Rewşenbîr û hunermendên gelê Kurd pêşengê gelê Kurdin, divê vê xebata xwe bigihîn in asta herî jor. Jibona ku zarok û ciwanên me, xort û keçên me bi zimanê xwe bi azadî baxivin.’’
’Mafên ku gelê Kurd daxwaz dike weke şîrê dayikê ye, mafên bingehîn e’
Cemîle Turhalli balkişand ser girîngiya zimanê dayikê û pişaftina ku li dijî wê tê meşandin û wiha got: ‘‘Zimanê dayikê mafekî rewa ye û weke şîrê dayikê helal e. Dive civak vî tiştî baş fêm bike. Ev bar jî dikeve li ser milê hûnermend, sîyasetmedar û pêşengên civakê de. Divê em zimanê Kurdî bikin zimanê hunerî, zimanê aborî û ya herî giring jî zimanê jîyanî. Divê zimanê dayikê raya giştî da sazî û komeleyan de her derî de bidin axiftin. Herî dawîyê lê Bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê nivîsa ku di alîyê şarederîya Bajarê Mezin Yê Wanê hatiye nivisandin ya ku ‘‘Pêşîyê Peya’’di aliyê nijadperestan hat jê birin. Li şuna wê jî nivisên nijadperestî hatin nivisandin. Dewleta Tirk ya dagirker jiber ku rewa nabîne ku bi nivîsek Kurdî ser kolana bê nivîsandin û govendek azad bê gerandin’’
‘Ji ber ku gelê Kurd gelekî berxweder e, nekarin qirkirinê pêk bînin’
Cemîle destnîşankir ku jiber gelê Kurd pir asîmilasyonê we rû bû rû maye û wisa axift ‘‘Metînger û dagirkeran Kurdistan kirin 4 parçe lê nekarîn rih û yekitiya gelê Kurd bikin parçe parçe. Ziman û çanda kurdî zimanê Kurdistanê ye, ne nekarîn dabeş bikin. Ev jî girêdayî hebûna gelê Kurde, hestên wan yê welatparêzîyê ye. Ev jê berxwederîya keç û xortên gelê Kurd tê. Pêwîste berxwedanîya li hemberî bişaftinê hîn zêdetir bê xurt kirin. Pewîste çawa deskeftîyên me li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin heman demê de em li her sê parçeyên din jî deskeftîyan dest bixin. Dibe em van deskeftîyan em wegerînin serkeftinê. Dibe em lingê wê yê diplomasî lingê wê yê hûnerî û lingê wê yê aborî kurtasî di hemû aliyan da xurtbuyin pêwîste, hemberî dujmin jibona têkbirina ziman û çanda xwe tekoşîn pêwîste.’’
‘Pergala Netewa Demokratîk bûye mînaka jiyana azad’
Cemîle axiftina xwe wisa dawî kir ‘‘Her 4 beşên Kurdistanê jî êrîş û zextên pir giran li ser gelê Kurdistnê didome. Lê Rojavayê Kurdistanê bi ramanên Rêberê gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ya bi paradîgmaya ‘‘Civaka Demokratik, Ekolojîk û Azadiya Jinê’’ jîyanek azad ava bûye. Em tekoşîn dikin ku wê modela jîyanê hemû beşên dîn bi taybet jî Bakûre Kurdistanê bikin şêwaza jîyanê. Dujmin çi kas tecrîd û zextî pêş bixe jî, nikare fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan yê Netewa Demokratîk asteng bike. Em jî wek sîyasetmedar û jinekê ku Bakûre Kurdistanê jî dibejin emê heya dawîyê jibona ziman û çandê xwe qirkirinê xêlas bikin emê tekoşîna bilind bikin’






