Reşo Mihemed/ Qamişlo
Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamus anî ser ziman ku hewldana dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê pilaneke sitratejîke û siyaseteke kevnar e û wiha domand: “PDK’ê beşek di pilana dagirkeriyê de ye, ev yek jî xeteriyê li ser hebûna gelê kurd ava dike. Lewma jî dem dema yekrêzî û berxwedaniya gelê kurd e. ”
Hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê li ber çavê kurdan tê kirin. Li hemberî vê yekê hemû tevger û partiyên kurdî ji nav wan jî Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) xeteriyên tevkariyê li ser hebûna gelê kurd dide destnîşankirin. Di heman demê de hewldan li ser asta kurdistanî ji bo bidawîkirina tevkariya bi dagirkeriya Tirk re û pêkanîna hevrêziya kurd tên kirin. Girêdayî heman çarçoveyê hevserokê KNK’ê, Ahmed Karamus bersiva pirsên rojnameya me da û naveroka hevpeyvînê jî wiha ye:
-Di dema heyî de dagirkeriya Tirk bi hevkariya PDK’ê axa Başûrê Kurdistanê dagir dike û şerekî bi armanca qirkirina gelê kurd dide meşandin, hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Hewldana dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ne tiştekî nû ye, lê belê pilaneke stiratejîke û siyaseteke Tirkiyê ya bi salan e ku di rojevê de bû. Lê konsebta û rewşa siyasî ya netewî, ya Rojhilata Navîn û Kurdistanê derfet nedida ku dagirkeriya Tirk îro bi vî rengî li Başûr tev bigere. Sedema din jî ew bû ku piştî DAIŞ li ser destê kurdan têk çû û di van salên dawîn de rol û misiyona kurdan û destkeftiyên gelê kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê deng veda, êdî dewleta Tirk a dagirker tev geriya. Armanca dewleta Tirk jî têkbirina gelê kurd, Tevgera Azadiyê û destkeftiyên kurdan e. Sedema ku dewleta Tirk bi vî rengî tev nedigeriya jî ew bû ku çendîn caran bi dirêjahiya dîrokê Tevgera Azadiya Kurdistanê derbeyên mezin li artêşa Tirk a dagirker dida û ew neçar dikir ku xwe vekişîne paş. Her wiha derfet jê re çênedibû, lê niha dest bi konsebt û pilana dagirkeriya Başûrê Kurdistanê kiriye û PDK’ê jî mileke di meşandina vê pilanê de. Tişta herî xeternak bi destê PDK’ê tê kirin, ji ber ku ew agahdariyên stratîjîk yê cografîk ya herêmê dide dagirkeriya Tirk û hêza xwe dike rêzan li pêşiya artêşa dagirkeriyê.
We berî demekê serdana Başûrê Kurdistanê kir, gelo wek KNK’ê çi kar û xebat ji bo hevrêziya kurdî kir û encamên vê serdanê çi bûn?
Belê berî çend heftiyan şandeyeke KNK’ê ji bo hin mijarên girîng serdana Başûrê Kurdistanê kir û armanc ew bû ku em hevdîtinan bi partiyên kurdî û rêxistinên siyasî re pêk bînin. Ev serdana me serdaneke taybet bû û ji bo diyarkirin û nîqaşkirina hin mijarên xeternak li ser asta niştîmanî. Mijara sereke derbasbûna artêşa Tirk bi tang û xalên kontrolê li ser axa Başûrê Kurdistanê bû, her wiha xeteriya wê li ser hebûna kurdan û girêdana wê bi hewldana dagirkirina Rojavayê Kurdistanê re. Me rêzehevdîtin bi tevahiya partî û rêxistinên siyasî û civakî re pêk anî û nîqaşên berfireh û lihevkirinek di navbera me û wan de li ser xeteriya dagirkeriya Kurdistanê çêbû. Di heman demê de me kir pilana xwe ku çawa rê li ber vê dagirkeriyê bigirin, ji xwe ev yek rol û erkê KNK’ê ye. Me wekî serdanên beriya vê serdanê, bi tevahiya partiyên kurdî re hevdîtin pêk anî, ji bilî PDK’ê ji ber ku bi dijmin re tevkariyê dike em nikarin daxwaza hevdîtinan jê bikin. Eger em daxwaza hevdîtinan jî ji PDK’ê bikin di baweriya me de wê ti encamên erênî di dawiyê de tune bin. Hewldanên me ji bo bidawîkirina tevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re her di rojevê de ye, li aliyekî din li ser asta niştîmanî-kurdistanî jî xebateke bi roj û şev ji bo pêkanîna hevrêzî û yekdengiya kurdî tê kirin. Ji ber ku hevrêziya kurdî riya rast ji bo hebûna netewî û parastina destkeftiyên kurdan e.
Tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re çiqasî xeternak e li ser hebûna kurdan û çawa dibe asteng ji bo pêkanîna hevrêziya kurdî?
Divê berî her tiştî em bînin ser ziman ku PDK’ê li ser asta Başûrê Kurdistanê û parçeyên din yên Kurdistanê bi helwesta xwe, bi îmzekirina peymanan bi dewleta Tirk re, tevkariya dagirkeriya Tirk kiriye. Tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re jî vedgere dîrokeke kevnar, em dizanin bi salan e ku ew ketiye bin bandora dagirkeriyê. Dewleta Tirk bi dehê salan sazî, kargeh û kompanî li Başûr ava kirine û bi navê danûstandinên abûrî tev digerîne. Di rastiyê de ev kompanî û sazî ji aliyê sîxurtî û îstixbarata dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin ji bo ku bikaribin PDK’ê bi hemû şêwazî bixin bin bandora xwe. Ev yek jî pêk hat, PDK’ê tenê şeklî ma, lê dewleta Tirk a dagirker Başûrê Kurdistanê rê ve bir û PDK’ê jî hevkar bû. Ji xwe rewşa ku Başûrê Kurdistanê tê re derbas dibe bi vî rengî ye. Ti kes nikare tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re înkar bike. Eger dewleta Tirk bibêje em şerê Tevgera Azadiyê dikin wê cihê pêkenînê be, ji ber mirovê têgihiştî û siyasetmedarekî ku kiryarên dewleta Tirk di derheqê gelê kurd de kirine, bizanibe wê nas bike ku armanca dewleta Tirk tunekirina gelê kurd e. Tevî ku ev rastî ji her kesan re diyar e, lê PDK’ê di hevkariyê de berdewam e, xema wê tenê berjewendiyên wê yên şexsî ne, û jê re ne xem e ku hevrêziya kurdî pêk were yan na. Lewma em dibînin tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re li ser asta Kurdistanê tevî bûye cihê xeteriyê û wê bibe sedem ku gelê kurd rastî komkujî û tunekirinê were.
Gelo di roja heyî de kurd xwe nekin yek û statûya kurdî pêk newe wê rewşa kurdan di siberojê dê çawa be?
Bi rastî ev pirs ne hema wiha sivik e, dema ku em rewşê dinerxînin tabloyek derdikeve pêşiya me û tê de tê encam dan ku eger dijminên kurdan dijmin bi hewldanên xwe de bi ser bikeve, ti destkeftiyên kurdan ne li Başûr û ne li Rojavayê Kurdistanê wê nemînin. Ji ber ku dewleta Tirk vê carê amadekariyan dike ku li ser asta siyasî û pêkanîna peymanên bi dagirkerên Kurdistanê yên ku berjewendiyên xwe bi dagirkeriya Tirk re girê dide, tev bigere. Ev yek jî pilan û konsepteke xeternak e ji bo destkeftiyên kurdan, xeteriya mezintir ew e ku PDK’ê di nav vê plana dijminan de ye. Bi dirêjahiya dîroka kurdan, şoreş û serhildanên kurdan hatine bidawîkirin, lê kurd nehatine tunekirin. Eger em bêjin kurd ne kurdên berê ne û bûye xwedî hêz, divê em baş di wê hişiyariyê de bin ku dagirker û dijmin jî ne yên berê ne. Tişta ku dewleta Tirk di dema heyî de dike tiştekî pir xeternak e ji bo hebûna kurdan. Dewleta Tirk a dagirker di sala bûrî de ango di sedsala Lozanê de dixwest Mîsaqa Milî li ser axa Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk bîne, lê bi hin mijarên din ve mijûl bû. Di asta navnetewî de jî ger em binirxînin, eger Tiramp dîsa di hilbijartinan de bi ser bikeve wê bandoreke neyînî li ser me kurdan hebe. Lê di eger niha gelê kurd û partiyên siyasî hedef û xwesteka dewleta Tirk a dagirk di dema heyî de nas bikin û fêm bikin ew ê di wê kêliyê de bibin yek. Ji ber vê jî hîn derfetek li pêşiya kurdan heye ku dest bidin hev û yekrêziyekê pêk bînin ji bo ku berjewendiyên xwe yên niştîmanî biparêzin. Dem dema hevrêziya gelê kurd û pêkanîna berxwedana li hembe dijminên me ye, aliyên ku tevlî vê yekrêziyê jî nebin wê dîrok hesaban ji wan bixwaze, ji wan jî PDK’ê.