Tuesday, June 17, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PDK’ê û zihniyeta zilamê serdest ya li dijî jinê

07/08/2024
in Uncategorized
A A
PDK’ê û zihniyeta zilamê serdest ya li dijî jinê
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

 PDK’ê xwedî hişmendiya zilamê serdeste jin li Başûrê Kurdistanê bê rol û maf hişteye, her wiha nirx û pîvanên civakê jî li gorî berjewendiyên xwe yên desthilatdariya xwe bikar tîne.

Li Başurê Kurdistanê gelek jinên xwedî rol

Bi giştî ji ber çanda serdest a zilamsalarî, jin pir kêmtir derfeta wê hebûye ku di nava civakê de xwedî rol bin. Lewma piranî bûyer û guhartinan rengê zilam bi xwe ve girtiye. Heya astekî jî divê bê gotin ku qala rola jin nehatiye kirin. Lê eger hûr li dîroka Başûrê Kurdistan çi beriya avabûna dewletê Iraq çi piştî damezrandina wê binêrin, gelek kesayetên jin hene ku li ser rewşa civakê xwedî rol û bandor in. Mînak; Xanzada Mîrê Soran, xwişka Mîr Silêman, Fermanrewayê mîrêtî Soran bûye ku piştî Mîr Silêman ji aliye Sultanê Bexda ve tê kuştin, dibe mîrê Soran (Sedeya 18) û paytexta wê li “Herîr” bûye. Balkêş e ku heya niha jî behsa Mîr Xanzad tê kirin ku di mijara kar û xebatê rêveberiyê de serkeftî bûye. Yan “Adîle Xan”, hevsera Osman Paşayê Caf ku di dawiya sedsala 19’emîn û despêka sedsala 20’mîn de  rolêkî berbiçav lîstiye di fermanrewayiya “Şarezûr”. Heta kesekî rewşenbîr û bixwebawer bûye û ji aliyê rêveberî û xweşewîstiya wê di nava gel de pir bala berîtaniyan kişandiye. Yan jî “Hepse Xanê Neqîb” ku jinêkî zîrek û navdarê bajarê Silêmanî bûye. Di sala 1930 de ji Komeleya Gelan (NY) re nameyek dinivîse û daxwaziya mafê gelê kurd dike. Di sala 1946 de piştevaniya Komara Kurdistan li Mehabadê daye û ji aliye madî û manevî ve alîkarî kom kiriye. Her wiha “Encum Xan” li sala 1919 li Stenbolê Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd ava dike. Rabîe Xan, Seêdiye Xan û hwd. di serdemên şerên cîhanî de di birçînemana gel rolê berbiçav lihîstine; û gelek jinên din di qad û pêvajoyên cuda xwedî rol bûne.

Jinê di nav tevgerên kurd de cih girt

Di serdema Komarî de tevgera jinan pêş ve diçe û êdî jinan di nava tevgerên kurd de cîh digrin. “Margirêt” ku jinêkî aşûrî   ye, di despêka tevgera Îlon de cîh digre û tevlî têkoşîna çekdarî dibe ku bala gel û pêşmerge jî dikşîne. Pişt re ji aliyê rêveberiya tevgera Îlonê ve biryara kuştina wê derdikeve. Kuştina Margirêt heya niha jî yek ji wan bûyeran e ku bi veşartî maye û tevî raveyên cuda derbarê vê buyerê, sedema wê bi temamî nayê zanîn. Leyla Qasim jî jinêkî dinê têkoşer û navdarê kurd e ku endamê rêxistina ciwanên PDK’ê ye. Dema rejîma Baasê di 11.03.1970 de yekalî otonomi ragihand, şandeya PDK’ê Mesud û Îdrîs Barzanî û Mehmud Osman amade nebûn û piştî çar salan ku dîsa şer dest pê kir, Leyla Qasim tevî çend hevrêyê xwe dixwazin li balafirxaneya Bexda çalaki bikin ku ji aliye rejîmê ve tên girtin û li 13.05.1974 tên darvekirin. Têkoşîna Leyla Qasim bandorekî mezin li ser gelê kurd û raya giştî cîhanê kir û piştî aşbetaliya 1975 û ji nû ve despêkirina têkoşîna gelê kurd, rola jinan ji aliyê siyasî û rewşenbîrî ve zede kir û bû sedem ku piranî partî û rêxistinan, saziya taybet a jinan ava bikin û di astekî kêm de jî be di nava refê pêşmerge de cîh bigrin. An Ayşe Gul`a xelkê Koye ku di bin eşkenceya rejîma BEÊS şehîd dibe. Piştî raperîna 1991 jî hejmarekî zede ji saziya hizbî û serbixwe ya jinan ava bûn û di astên cuda cuda de çalakiyên cûr bi cûr pêk tînin. Lêbelê hîna meseleya rêgezî li Başûrê Kurdistan wek pirsgirêkekî sereke ye û têkoşîna rêxistinên jinan, partiyên siyasî, hikûmet û parlemanê nikarîne rê ji tundûtîjî li hember jinan bigrin ku hejmarekî zêde dibin qurbanî. Bi giştî jî tevgera PDK’ê ji aliye zihniyetî ve tevgera zilama serdest e. Ji ber ku eger pîvan ev e ku gelo ji bo çareserkirina pirsgirêka jin ku meseleyekî civakî ye çi qas gav hatiye avêtin? Bersiv neyînî ye. Di rêgeza vê tevgerê de jin nayê naskirin û têkoşînekî fikrî û praktîkî ji bo çareserkirina kurtirîn meseleya civakî nehatiye kirin.

Plan û projeyên PDK’ê

PDK’ê jî  mîna bizavê din ê serdemê xwe, ti girîngî nedane meseleya jin. Bi kurtî ne di peyrew û bernameyê wan de û ne di praktîkê  de tu pîlan û projeya PDK’ê derbarê pirsgirêka jinê tunebûye; yên ku bi navê Yekîtiya Afretanî Kurdistan û pişt re jî saziyên ku li kêleka partiyê an di nava hikûmetê de ava dibin, tenê di xizmeta armanca giştî ya PDK’ê dikin ku di nirxandina dawiyê de xizmeta zihniyeta zilamê serdest dike. Li gel ku ji 1991’an ve hema hema Başûr serbixwe ye, diviyabû desthilata heyî ku para wî ya sereke PDK’ê ye, di mijara tundî û tûjiya li ser jinê de di zihniyet û zagonan de guhertin bikirina û hin gav bavêtana lê guhertineke ber bi çav di warê jinê de çênebûye, heye ku kiryarên dijî jinê zêdetir bûne. Zilam û deshilata ku li ser bingehê têgihînên eşayîrî û paşverûtiya axatiyê li Başûrê Kurdistanê li ser bedena jinê serwer in. Qeyd û zincîr li mêjiyê jinê dane ji hemû qadên jiyanê (siyasî, aborî, û qadên din) bêpar kirine. Tundî û tîjî lêdan û her cûre çewisandina ku li ser jinê tê bikaranîn ji aliyê mêrê deshilatdar ê ku hêmanên paşverûtî, eşîrtî û axatiyê di xwe de diparêze hiştiye ku jin ji derveyî xwekuştinê çareyê di tiştekî din de nebîne.

Hikumeta herema Kurdîstanê tûnd û tijîyê  pejirand

Di 27ê Mijdara sala 2010’an de Hikumeta Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî tund û tîjiya li dijî jinê li Kurdistanê pejirand. Dest bi pêngavên tedbîrgirtinê kir. Di 2011’an projeya zagona tundiya malbatî ji aliyê parlemanê ve hat erê kirin, di wê derbarê de gelek biryar derxistin, Lê ew biryar nehatin pratîzekirin û hin ji wan jî hatin îptalkirin. Diyar e, hikumetê ji ber zextên pêkhateyên ku deshilat li ser ava bûye (axatî, meletî û paşverûtiya eşîrtî) nikariye biryarên xwe cîbicî bike, Lewma ew bi xwe jî dibe beşek ji vê zihniyet û pirsgirêkê. Lewma ev pirsgirêk mijareke zihnî ye, eger guhertin di zihniyetê de neyê kirin, mirov nikare behsa pêşketin û bilindbûna asta jinê bike. Guhertina zihnî jî bi demê re çê dibe, lê hikumet dikare ji bo vê prosese kurterê û çareseriyên navber an gav bi gav pêk bîne, lê diyar e hebûna xwe di tunebûna jina azad de dibîne.

PDK’ê exlaqê gel aniye ber têkçûnê

Ev zihniyeteke xwe dispêre eqliyeta baviksalarî, eşayîrî a olperest ya feodala paşverû. Ray û rahendên van pirsgirkan gelek kûr e, mixabin ku nifşên nû jî li ser wê zihniyetê hatine mezinkirin. Ev zihniyetên req yên mîna keviran rê nedane di warê jinê û civakê de guhertinek pêş bikeve. Ev îdeolojiyeke pir kevneperest a tîregerayî ye. Pir paşketî û nezan e, hizir û bîr çi ye nizanin. Kesên bi vî awayî cihê wan di civaka kole de jî nîne, takeperestî, takgerayiya cinsiyetparêz zêde di vê kesayetiyê de li pêş e, di heman demê de kevneperest û yekdestdarê deshilat, aborî û sermayê ye. Ev kevneperestî roja îro bi modernîteya kapîtalîst re bûye yek, xwe berdaye çaviyên civaka Başûrê Kurdistanê, nirx û exlaqê gelekî aniye ber têkçûnê. Bi riya plangerî, pereyan, keysbaz (firsetçî) deshilata nerewa, bazirganîkirin û tundî û tîjiyê van karan dikin. Ji xwe re rewa dibînin ku bi her nirx û bihayiyên gel bileyîze. Di bin navê “xayîne”, “li dijî kurdayetiyê ye”, “li dijî me ye”, mirovên herî welatparêz, kurdên bê guneh kuştine. Bi riya kolekirina ji dewletên mezin re dixwaze xwe mezin bike û hemû rê û rêbazan ji bo xwe rewa dibîne. Her tiştî dipejirîne ku di xizmeta binemala wî de be, nirx û bihayiyên civakê di oxira binemala wî de ne.

Hêzên PDK’ê xiyanet li civaka Êzidî kir

Di dema dagîrkirina beşekî zêde ji axa Êraq û Başûrê Kurdistan ji aliyê DAIŞ’ê ve, bi taybetî Mûsil, Şengal, Enbar, Hewîce û beşek ji Diyale, hevsengiyan bi temamî guherî. Bi taybet komkujiya Şengal ya 3 Tebaxa 2014’an ku têde bi hezaran jin û zarok dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê ku ev karesat, tirajediya herî dijwar e di sedsala 21`ê ku rastê jinê kurd tê û PDK’ê li hember vê rewşê berpirsyar e. Jiber ku hêzên wê îxanet li Êzîdiyan kirin û reviyan û wan bê parastin hêştin.  Di encama êrişa hêzên PDK’ê jibo ser Şengal “Nazê Êzîdî” endama Tevgera Jinên Êzidî û rojnamevan “Nûjiyan Erhan” şehîd bûn ku ev jî lewt û lekeyekî reşe li ser eniya PDK’ê. Her çi qasa jî jiber zexta rêxistin û kesêtiyên azadîxwaz, bi berhevkirina ligel yasayên Êraq, hinek proje û madeyasayan li Başûrê Kurdistan bûne biryar, lê piratîze nabin. Yek ji sedemên sereke jî nêzkatiya partiyên deshilatdar ku ew bi rewatî dide eqliyeta zilamsalarî. Kujerîn jin serbest tên berdan û heya niha yasaya pirjinî bi temamî nehatiye qedexekirin. Reşkirin û dijatîkirina jinên siyasetmedar ji aliyê deshilatdarên PDK’ê, rûyekî dinê pîs ya hikumeta Başûr e.

Post Views: 130
ShareTweetPin

Herî Dawî

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê
JIN

Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê

16/06/2025
Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.